Ji bo Hulya Demîrer mewlud hat dayîn
- 19:14 22 Îlon 2023
- Rojane
MÛŞ- Ji bo Hulya Demîrer ya HPG’î ku li Licê di endama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû mewlud hat dayîn.
Li Daraqol a Licê ya Amedê Hulya Demîrer (Axîn Muş) ya HPG’î ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Hoş geldin a Kopê mewlud hat dayîn. Komeleya Çand û Yekitiya Piştevaniya Malbatên Kesên di Derguşa Şaristaniyan de Xizmên Xwe Windakirin (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP,HDP û Partiya Çep a Kesk û parlamenterên bajêr tevli bûn.
Piştî mewlud hat xwendin rêz hat girtin û dirûşme hatin berzkirin. Mewlud bi dayîna xwarinê û duayan bidawî bû.