Ji sedî 95’ê gola Urmiye zuha bûye

  • 15:16 18 Tebax 2022
  • Ekolojî
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Gola Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê ber bi zuhabûnê ve diçe. 
 
Li gor rapora Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan a parêzgeha Urmiyê,  ji sedan 95’ê gola Urmiyê zuwa bûye. Pisporên keşnasiyê dibêjin, zuwabûna tam a gola Urmiyê dê bibe sedema bahozên xwê yan jî barana xwê. Bi vê yekê çandinî û jiyana herêmên derdor wê têk bibe û gelek deverên Îranê û welatên cîran ên weke Iraq, Tirkiye û Azerbaycanê wê ber bi çolbûnê ve biçin.
 
Xirab bikaranîna çavkaniyên avê, kolandina hejmareke zêde ya bîrên li derdora gola Urmiyê, bê plansazî û siyaseta şaş a hikumeta Îranê di warê rubirubûna çavkaniyên avê de, guhertina rêya hinek rubaran wek sedemên sereke yên zuhabûnê têne dîtin.