Ji sedî 95’ê gola Urmiye zuha bûye 2022-08-18 15:16:37      NAVENDA NÛÇEYAN - Gola Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê ber bi zuhabûnê ve diçe.    Li gor rapora Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan a parêzgeha Urmiyê,  ji sedan 95’ê gola Urmiyê zuwa bûye. Pisporên keşnasiyê dibêjin, zuwabûna tam a gola Urmiyê dê bibe sedema bahozên xwê yan jî barana xwê. Bi vê yekê çandinî û jiyana herêmên derdor wê têk bibe û gelek deverên Îranê û welatên cîran ên weke Iraq, Tirkiye û Azerbaycanê wê ber bi çolbûnê ve biçin.   Xirab bikaranîna çavkaniyên avê, kolandina hejmareke zêde ya bîrên li derdora gola Urmiyê, bê plansazî û siyaseta şaş a hikumeta Îranê di warê rubirubûna çavkaniyên avê de, guhertina rêya hinek rubaran wek sedemên sereke yên zuhabûnê têne dîtin.