Ji bo avakirina kalekolên nû dar tên birîn

  • 12:56 2 Tebax 2022
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Birîna daran a li Şirnexê berdewam dike, hate zanîn ku li Çiyayê Cudî ji bo avakirina kalekolên nû li herêmê birîna daran dest pê kiriye. 
 
Li çiyayên Cûdî, Gebar û li herêma Bestayê birîna daran bênavber berdewam dike. Bi taybetî li herêma Bestayê heya niha bi tonan dar hatine birîn û wan darên ku hatine birîn bi TIR û kamyonan dişinin derveyî bajêr.
 
Hat zanîn ku li qadên Kaniya Mêvik û Dê Guhkan projeyek nû hatiye destpêkirin û di projeyê de avakirina kalekolên nû hene û di vê çarçoveyê de dest bi birîna daran hatiye kirin.