Ji bo avakirina kalekolên nû dar tên birîn 2022-08-02 12:56:40     ŞIRNEX - Birîna daran a li Şirnexê berdewam dike, hate zanîn ku li Çiyayê Cudî ji bo avakirina kalekolên nû li herêmê birîna daran dest pê kiriye.    Li çiyayên Cûdî, Gebar û li herêma Bestayê birîna daran bênavber berdewam dike. Bi taybetî li herêma Bestayê heya niha bi tonan dar hatine birîn û wan darên ku hatine birîn bi TIR û kamyonan dişinin derveyî bajêr.   Hat zanîn ku li qadên Kaniya Mêvik û Dê Guhkan projeyek nû hatiye destpêkirin û di projeyê de avakirina kalekolên nû hene û di vê çarçoveyê de dest bi birîna daran hatiye kirin.