Li nêzî Zanîngeha Mûnzûrê agir bi daristanê ket

  • 16:51 1 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
DERSIM - Li taxa Aktolûk a nêzî Zanîngeha Mûnzûra Dersimê agir bi daristanê ket. 
 
Li navçeyên Xozat û Pulur ên Dersimê û li Geliyê Mûnzûrê û Newala Roj şewatên daristanan didomin. Îro jî li taxa Aktolûk ku nêzî Zanîngeha Mûnzûra Dersimê ye agir bi daristanê ket. Nehat zanîn ku şewat ji ber çi derketiye û bi bandora bayê re şewat li derûdorê belav dibe. Niştecihên herêmê û 2 helîkoptêr mudaxileyî şewatê dikin lê dîsa jî nayê vemirandin û ber bi gundê Rubaîkê ve diçe.