Şewata li Şemzînanê hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir

  • 16:16 18 Tebax 2021
  • Ekolojî
 
COLEMÊRG - Şewata li gundê Nêrkolê yê bi ser navçeya Şemzînanê ve derketibû û hatibû kontrolkirin dîsa dest pê kir. 
 
Li qada daristanê ya li nêzî çiyayê Gomanê ku nêzî gundê Nêrkole yê bi ser navçeya Şemzanînê ve ye duh bi şev şewat derket. Şewata her ku diçe bandora xwe zêde dike bi saetan mudaxale lê nehat kirin. Li ser hesabên medya sanal bi hastagha #şemzînan dişewite (#şemdinliyaniyor) hatiye destpêkirin encam girt. Tîmên girêdayî Midûriyeta Daristan û Îtfaiyeyê di encama hewldaneke dirêj de şewat xistin bin kontrolê. Lê piştî demekî kurt dîsa şewatê dest pê kir. 
 
Hat diyar kirin ku carek din tîmên girêdayî Midûriyeta Darîstanê ya navçeyê çûye cihê şewatê.