Li Pîranê agir her ku diçe belav dibe

  • 12:51 13 Hezîran 2021
  • Ekolojî
AMED - Şewata ku piştî operasyona leşkerî li navçeya Pîranê derketibû û destûr nehatibû dayîn ku bê vemirandin didome. 
 
Şewata ku di 1’ê hezîranê de piştî operasyona leşkerî li gundê Pîrêjman ê navçeya Pîran a Amedê derketibû, her ku diçe berfireh dibe. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, şewata ku li Çiyayê Gorseyê kêm bûye, li hin deveran hê berdewam dike û ji ber şewatê li beşeke mezin a çiya dar nemane. 
 
'Destûrê nadin vemirandina agir'
 
Li aliye din hat diyarkirin ku leşker destûrê nadin agirê ku gihîştiye ber malan bê vemirandin. Hat diyarkirin ku agirkujek hatiye cihê şewatê û xwestiye ku agir vemirîne lê leşkeran bi gefa lepirsînê nehiştiye wesayîta agirkujiyê jî agir vemirîne.  
Rexmî astengkirina leşkeran jî ji bo ku agir negihîje sînorê navçeya Miyaran a Xarpêtê gundiyan bi derfetên xwe erdê vedan û xwestin agir kontrol bikin. Ji ber erd vedanê agir berê xwe guhast û hat hînbûn ku ber bin av gundan ve diçe. 
 
'Bi zanebûn agir pêxistine'
 
Şêniyên herêmê ku derbarê agir de axivîn, diyar kirin ku ji ber gelek darên berûyan li herêmê hene leşker demên operasyonan nikarin bi pêş ve biçin û ji bo ku peşiya xwe vebikin bi zanebûn agir derxistine. Herwiha şêniyên herêmê dan zanîn ku şewat di encama bombebaranê de derketiye.