Efsûna Dêrsîmê: Çavînên Munzurê

  • 09:03 8 Hezîran 2021
  • Ekolojî
DÊRSÎM - Çavînên Munzurê ku ji efsûnên gel bigirin heta tevgerên gel, ji berxwedanê bigirin heta serkeftinê, bûye mijar, bi hezaran salane efsûna xwe diparêze û  mirovan heyran dihêle.
 
Çavênên Muzurê ku çavkaniya esas a Çemê Muznurê ava dike û li gundê Zirayetê yê 17 kîlometre ji Pilûrê dûr û 80 kîlometre jî ji Dêrsîmê dûr e, nasnameya pîroziyê derdixe pêş. Ava ku ji zinarên qûntarên çiyayê Munzurê diherike, Çavînên Munzurê ya bi xweza û sûlavên xwe dîmeneke bi heybet derdixe holê, ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dibîne û welatî li dorê findan pê dixin û daxwazên xwe tînin ziman.
 
Ji bo kurdan girîngiya wê mezin e
 
Li gorî efsûnekê, şivanê bi navê Munzur yê li gundekî qûntarê çiya dijî, satila şîrê wî dirêje û li şûna şîr rijyaye av davêje û wisa çavîn ava dibin. Munzura ji efsûn û çîrokan re bûye mijar, şahidiya wê ya ji bo komkujiya 1937-38’an heye û canê mirovan dişewitîne. Ya nehatiye jibîrkirin û nayê jibîrkirin…Di wan salan de 70 hezar mirov hatin qetilkirin û tê gotin ku wê demê Munzur bi rojan sor herikiye.
Munzura ku bi qasî çavkaniya jiyanê ya herêmê ye, ji berxwedan û komkujiyan re jî şahidî kiriye û ji ber vê jî ji bo kurdan girîngî û wateya wê gelek mezin e. Ji ber vê Munzur, li ser zimanê kurdan carnan wek stran carnan jî wek lorîn dertê.
Çavînên Munzurê ku bi hatina biharê re xweşikbûna xwe ya bi heybet radixe ber çavan, ji aliyê gelê herêmê û yên ji derve tên, eleqeyek mezin dibîne.
 
‘Kêfxweşî û kelecanek cuda dide jiyîn’
 
Melîsa Gozen a karkera tekstîlê ye û ji Xarpêtê ye ji bo gerê hatiye Dêrsîmê da zanîn ku bi hatina biharê re Munzur  bi coş diherike û wiha pê de çû: “Li dora Çavînên Munzurê nebatên cur bi cur şîn dibin. Xwezayek wisa xweş e ku, dengê avê, av bixwe, kûlîlk… Her tişt gelek xweş e. Ez her tim têm. Kêf û kelecanek cuda dide jiyîn.  Ev di heman demê de navenda baweriyê ye. Dema em tên em findan pê dixin û daxwazan digirin. Ez xwe pir baş hîs dikim. Aram hîs dikim.”
 
‘Divê em xwedî li av û dîroka xwe derkevin’
 
Dîlek Kaya ku ew jî ji Xarpêtê  hatiye balkişand ser girîngiya Çavînên Munzurê û wiha got: “Em ji bo vir çi bêjin kêm dimîne. Bi xweza û manewiyata xwe cihekî bi heybet e. Ez her tim têm. Her cara têm aram dibim. Yanî nayê vegotin, divê bê jiyîn. Ji ber vê ji bo her kesî pêşniyar dikim. Ya girîng ev e ku xwedî lê bê derketin. Divê em xwedî li av û dîroka xwe derkevin. Gelek girîng e ku aramiya vir xera nebe.”