'Têkoşîna Îkîzderê têkoşîna jinê ye'

  • 09:43 3 Hezîran 2021
  • Ekolojî
 
Sevîm Sutçu
 
ENQERE - Şandeya Îkîzderê ya ku piraniya wê ji jinan pêk tê ji bo piştevaniyê partiyên muxalîf ziyaret kirin. Jinên ku di şandeyê de cih digirin gotin: "Têkoşîna Îkizderê têkoşîna jinê ye û dê jin bi ser kevin." 
 
Şêniyên Îkizderê bi rojane li dijî kana kevîr di nav berxwedanê de nin. Şêniyên ku bi rojane li herêmê nobetê digirin ji bo dengê xwe bidin bihistandin ketin nav tevgerê. Şandeya ku ji şêniyan Îkîzderê pêk tê dest bi hevdîtinan kirin. Şandeya ku piraniya wê ji jinan pêk tê da zanîn ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin. 
 
Ayşe Albayrak 66 salî ye û li Îkizdere ya Rîzê hatiye dinê. Ayşe wiha bal kişand ser berxwedana xwe: "Em naxwazin gundê me ji me bistînin. Em dixwazin çemên me zuha nebin, dar û kevirên me û bi taybetî jî xwezaya me neyê tunekirin. Dar, kevir û zinar di xwezaya xwe de zindî ne. Bi înad darên me birîn, ji bo kes nebîne çemên me zuha kirin. Çemên me bê av hiştin. Cihekî wekî Deryaya Reş av nîne, daristanên me hatin talankirin û axa me tune dikin. Dewlemendiya binaxê ber bi tunebûnê ve diçe. Ji bo tunelan bombeyan bikaranîn. Her tiştî li vir serîbûnî bikin. Lê divê bê zanîn ku em axa xwe ji kal û pirên me mayî nadin tu kesî."
 
'Em ji bo mafê xwe li ber xwe didin'
 
Ayşe, destnîşan kir ku têkoşîn bi pêşengiya 3 û 4 jinan dest pê kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li hemberî berxwedana 3 û 4 jinan bi dehan cenderme anîn li vir. Li hemberî têkoşîna jinan bûn asteng. 3 û 4 jin bi biryardarî li ber xwe dan. Li gorî min têkoşîna Îkizderê têkoşîna jinê ye û dê serkeftin bibe ya jinan. Ez bang li hemû jinan dikim ku her kes ji bo mafê xwe têbikoşe. Li şûna ku Erdogan xwedî li Cengîz Holdîngê derdikevin bila xwedî gelê xwe derkeve. Ma ne dewlet dewleta me ye? Em tu carî li hemberî dewletê derneketin, lê divê bê zanîn ku îro şûnde em ê ji bo mafê xwe li ber xwe bidin."
 
'Li dijî kana kevir berê xwe dan Enqerê ye'
 
Pervîn Baş li gundê Gulderê ya navçeya Îkizderê ya Rîze dijî û li dijî kana kevir derdikeve. Pervîn wiha bal kişand ser berxwedana jinan: "Sewalên min li xwezayê têr dibin. Niha her tiştî asteng dikin. 50 cendirme li dora jinekî dorpêç dike. Qada min a azad ji destê min girtin. Ez nizanim çi bikim? Em teqes naxwazin ku kana kevir li vir bê çêkirin. Ji ber vê sedemê me berê xwe da Enqerê. Em dixwazin dengê me bê bihistin. Divê piştgiriyeke giştî ya Tirkiyeyê hebe. Em êdî naxwazin dengê dînamîtan bibhisin. Em naxwazin ava me, geliyên me û xwezaya me zirarê bibîne. Em serî natewînin û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
'Em naxwazin kana kevir bê çêkirin'
 
Zeynep Baş jî berxwedêreke Îkîzderê ye û wekî jinên din bertek nîşanî çêkirina kana kevir da û got: "Bi rojane em li Îkîzderê li ber xwe didin. Bi taybetî di berxwedanê de jin li pêş in. Têkiliya jinê bi xwezayê re bêtir zêde ye. Em tenê qadên xwe yên jiyanê diparêzin, em naxwazin li ber çavê me xweza tune bibe. Kî çi difikire ne muhîm e. Qadên jiyanê teng dikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku Deryaya Reş ji mirovan bêtir bi înad e. Li cihê ku hêviya wê qediya be li vir înad dest pê dike. Em di doza xwe de mafdar in. Em bi aramî têkoşîna xwe didomînin. Em li Stenbolê dijîn, dema behna me teng dibe em berê xwe didin Îkîzderê. Dema em tên jî em bi mêvanên xwe re tên. Cîran, dost, xizm û heval em li vir dicivîn. Zarokatî û ciwantiya me li vir derbas bû, jiyana dê û bavê me li vir derbas bû. Em ê çawa qada xwe ya jiyanê bihêlin û biçin. Em li dijî çêkirina kana kevîr in. Ne naxwazin dengê kana kevir bibhisin û em dixwazin dengê çemê bibhisin. Em ne bayê înşaatê em dixwazin bayê ciyê his bikin. Em ne bi tozê bi hewayeke paqij dikarin behnê bigirin. Ji ber van sedeman em naxwazin kana kevîr bê çêkirin."