Komkujiya li dijî aştiyê hatiye organîzekirin: Xizmên kesên hatine qetilkirin diaxivin (2)

  • 09:28 7 Cotmeh 2017
  • Dosya
‘Piştî komkujiyê tiştê ku em bi jiyanê ve girêda piştevanî bû’
 
Bengîsu Komurcu
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwişka Şîrîn Kiliçalp a 10’ê cotmehê  di komkujiya Enqereyê de hat qetilkirin, Selda Kiliçalpê balkişand bêcezabûna lêgerîna edeletê ya ku ev du sal in didome. Emel Kîtapçi ya di cenazeyê hevjînê xwe de bi axaftina ku kir balkişand ser xwe diyar kir ku wê têkoşîna wan her tim bidome û got ‘Ji nû ve aştî, ji nû ve piştevanî, ji nû ve edalet.”
 
Di ser komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê pêk hat de du sal derbas bû.  Di du salan de hat dîtin ku komkujî bi hevkariya DAIŞ û dewletê pêk hatiye. Di komkujiyê de 102 kesî jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn.
 
Yek ji van kesên hat qetilkirin Şîrîn Kiliçalp bû. Şîrîn mamosteya dersa Tirkî bû.  Di 1982’an de li Kulu ya Konyayê hatibû cîhanê. Şîrîn a li Stenbolê li dibistanekê peywirdar bû di heman demê de li Enstîtuya Kurdî dersa zimanê Kurdî didît.
 
‘Şîrînê hezkirin belav dikir’
 
Xwişka Şîrînê Selda Kiliçalpê ji JINNEWS’ê re axivî û diyar kir ku dilê Şîrînê tije hezkirin bûye û wiha got: “Şîrînê gelek ji mirovan hez dikir. Li dijî neheqiyê têdikoşiya. Taybetiyên wê yên pir xweş hebûn.”
 
‘Em ji bo jiyanê dijîn’
 
Seldayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di ser komkujiyê de du sal derbas bûye lê her tim aliyekî wan kêm e û ev tişt vegot: “Jiyana me bû du parçe. Beriya Şîrînê û piştî wê. Beriya wê her tim kêfxweşî hebû lê piştî wê tehma me nema.  Em jiyaneke ku êdî mirinê dizane dijîn. Du sal derbas bûye lê hîna jî êşa me teze ye.”
 
‘Em bawer nakin ku wê edalet cihê xwe bibîne’
 
Seldayê wiha berdewam kir û got: “Doza komkujiya Enqereyê didome lê em bawer nakin ku encamek ji dozê derkeve. Ji ber ku em wek malbat dûrin em nekarin tevlî dozê bibin. Em dozê ji ser çapemeniya civakî û hevalên xwe yên wir dişopînin. Em encameke ku dilê me rehet bike nabînin. Ez bawer nakim edalet pêk bê.”
 
‘Şîrînê her kes nîvco hişt’
 
Seldayê di dawiya axaftina xwe de ev gotin anî ziman: “Bêaramiyeke ku em nikarin tiştekî bikin di dilê min de heye. Ger di şûna min de Şîrîn bûya wê têkoşîneke cuda bimeşanda. Şikestina vê yekê di dilê min de heye.”
 
Emel Kîtapçi: Piştevanî teşeyê jiyanê ye
 
Hevjîna Alî Kîtapçi yê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, Emel Kîtapçî di merasîma cenazeyê de ku zarokê wê di hembêza wê de bû û humika xwe rakiribû hewa, di hişan de cihê xwe girtibû. Yek ji kesên ku piştî komkujiyê hêz girtibû Emel bû û diyar dike ku hesta piştevaniyê gelek girîng e.
 
Emelê wiha got: “Piştevanî teşeyê jiyanê ye. Teşeyê jiyanê yê hatiye hedefkirin piştevanî ye. Piştî komkujiyan a ku mirovan li ser piyan digire piştevanî ye. Ya girîng ev e ku mirov xwe tenê hîs nekin.  Roja ewil min çi got ez îro dîsa dibêjim. Li ser vê axê wê rojê çi hat jiyîn îro jî heman tişt tê jiyîn.  Tiştekî ber bi başiyê ve biçe tunebû. Daxwaza herî mezin a vî welatî aştî ye. Li cihê aştî hebe, demokrasî û azadî jî heye. Ji bo cîhanê ya esas aştî ye.”
 
‘Têkoşîn wê her tim bidome’
 
Emelê destnîşan kir ku wê têkoşîn her tim bidome û her ku jiyana civakî bidome wê guherîn pêk bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek caran di têkoşînê de hejmara me zêde dibe. Dem bi dem jî em bi hejmarek kêm têkoşînê didomînin. Ji wê rojê heta îro di hestê min de guherîn çênebûye. Ez dîsa dibêjim ji nû ve aştî, ji nû ve edelet û ji nûve piştevanî.”
 
SIBÊ: Di duyemîn salvegera komkujiyê de edalet pêk nehatiye…