Serhildana ku sînor derbas kir (6)

  • 09:07 17 Îlon 2024
  • Dosya
 
 
'Ne girtîgeh û ne jî texteyên darvekirinê tirsê afirand' 
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KJAR'ê Kejal Shexmohammdi, da zanîn hukumeta Îranê ji bo vê çîrokê di navbera dîwar û deriyên hesin de biqedîne, taktîka îdamê bi kar tîne. Kejal Shexmohammdi got:"Girtiyan nîşan dan ku ne hucre, ne girtîgeh, ne cezayên giran, ne jî texteyên darvekirinê tirsê naafirînin. Girtîgeh veguherî dibistana ku serhildanê bi hêz dike."
 
Li paytexta Tehranê ya Îranê di 16'ê Îlonê de hêzên girêdayî hukumetê bi îşkenceyê Jîna Emînî qetil kirin. Piştî qetilkirina Jînayê bi hezaran kes daketin kolanan û qetilkirina Jînayê şermezar kirin. Îro jinên li dora dirûşma "Jin jiyan azadî" hatine gel hevdu têkoşîna jiyanê didomînin.
 
Di 6 rojên destpêkê de 17 jin hatin qetilkirin
 
Di 6 rojên destpêkê yên xwepêşandanan de 17 kes ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin. Roja Pêncşemê 22'yê Îlonê ketina Instagram û WhatsAppê hatibûn astengkirin. Dîsa di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ya meha Tebaxê ya derbarê binpêkirina mafên jinan li Îran û Rojhilat de, herî kêm 10 çalakvanên jin hatin binçavkirin û 11 jin ku 6 ji wan Kurd in, hatin cezakirin. Hat diyarkirin ku ji bo her 11 çalakvanên jin ên ji bajarên cuda yên Îranê bi giştî 40 sal û 5 meh û 22 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.
 
724 kes hatin binçavkirin
 
Piştî qetilkirina Jîna Emînî li gelek deverên cîhanê bi taybet li Îranê jin daketin qadan. Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Tehranê ye, hejmara kesên ku di serhildana Îranê de hatine kuştin heta 15'ê Çileya 2023'yan 524 kes e. Hat eşkerekirin ku 71 ji kesên hatine kuştin zarok in. Ji 15’ê Çileya 2023’yan heta niha 713 jê xwendekar bi giştî 19 hezar û 401 kes ji ber çalakiyan hatin binçavkirin û girtin. Di çalakiyan de 724 kes hatin binçavkirin û bi giştî 11 hezar û 721 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Endama KJAR'ê Werîşe Muradî hat revandin
 
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) roja 1’ê Tebaxê ragihand ku endama wan Werîşa Muradî li nêzîkî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye revandin û birine cihekî ne diyar. Piştre hate hînbûn ku Werîşe Muradî li Girtîgeha Êvînê tê ragirtin. Werîşeya ku îşkence lê hat kirin, di darizandina dawî de ne ji dadgeha şoreşê, parastina xwe ji gel re kir.
 
Darvekirina jinên ku Jin Jiyan Azadî kirin yek
 
Rojnamegera jin a Kurd Pexşan Ezîzî ku dixwest rastiyê li Îranê ragihîne, di 11’ê Kanûna 2023’yan de piştî ku di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li bajarê Xerezî yê Tehranê hatibû binçavkirin û 4 mehan îşkenceya giran lê hatibû kirin, hat girtin. Parêzvana mafê mirovan Pexşan Ezîzî ku ji benda 209’an a Girtîgeha Êvînê ya ku weke girtîgeha Wezareta Îstixbarata Îranê tê naskirin, bo beşa jinan a heman girtîgehê hatibû veguhestin, ji aliyê Şaxa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve di 23'yê Tîrmehê de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin. Di nameya ku li girtîgehê Pexşanê şandiye de Pexşanê diyar kiriye ku yekane sûcê wan yekkirina serhildana “Jin Jiyan Azadî” ye. Dîsa ji bo aktîvîst Şerîfe Muhammedî jî cezayê îdamê hate birîn.
 
Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Kejal Şêxmohemdî têkildarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ nirxandin kir.
 
'Rejîma Îranê hîmên bingehîn ên desthilatdariyê diparêze'
 
Kejal da zanîn rejîma Îranê bingehên ku dewlet li ser hatiye avakirin diparêze û wiha got:" Îran yek ji kevintirîn netew-dewlet û împaratoriyên cîhanê ye. Ji ber vê yekê beriya her tiştî hîmên bingehîn ên desthilatdarî û dewletê diparêze. Yanî bi awayekî herî hovane bingehên ku dewlet li ser hatiye avakirin diparêze. Bingehên ku dewlet û desthilatdarî li ser hatine avakirin. Ev bingeh wiha ne; Koletî, tinekirina îradeyê, dûrxistina jinan ji hemû biryaran û kuştina jinan. Kuştina Kurdan.  Kuştina baweriyên azadîxwaz. Civaka birçî. Ger we çîroka damezrandina dewleta yekem, bajarê Ûrûkê Gilgamêş xwendibe, diyar dibe ku dewleta yekem 5 hezar sal berê li ser van bingehan hatiye damezrandin. 
 
Komara Îslamî yekem fetwaya li dijî jinan da ku hikûmeta xwe ava bike. Ji roja ewil ve bi fetwaya Xumeynî wek damezrênerê hukûmeta islamî û wek nûnerê Xwedê li ser hemû jinan. Jin ji hemû biryaran hatin dûrxistin, ji hemû îradeyê bêpar hatin hiştin, piştre li mal, kuçe û cihên giştî hatin kevirkirin, lêdan xwarin. Jin berî ku were îdamkirin li girtîgehan îşkence lê hatiye kirin û tecawiz lê hatiye kirin. Ya duyemîn jî fetwaya qirkirina Kurdan bû, piştî fetwaya qirkirina jinan, Xumeynî fetwaya qirkirina Kurdan weke sembola hikûmetê da. Digot heta ku hûn Kurdan nekujin, çîzên xwe dernexin. Qirkirin, kuştin, jenosîd û îdam li seranserê Kurdistanê belav bû. Fetwaya sêyem kuştina hemû azadîxwazan bû, li pişt wan, Xumeynî fermana kuştina hemû sîyasetmedar û şoreşgeran di zindanan de da û yên din jî girtin û kuştin. Eşkere ye ku fetwaya çarem a birçîkirina civakê ye, bi temamî hatiye bicihanîn. Di van sed salên dawî de li Îranê bi deh hezaran kes ji bo jiyana azad canê xwe feda kirine, lê çima negihiştine armanca xwe. Ji ber ku serhildan bi zîhniyeteke otorîter û mêrane dihatin meşandin. Ev zihniyet nikare azadî û wekheviyê bîne."
 
'Jin ev çend sal in pêşengiya serhildanan dikin'
 
Kejal bi lêv kir ku jin pêşengiya serhildanê dikin û wiha lê zêde kir:" Zîhniyeta mêranî û netew-dewleta ku li Îranê bi tevahî tê meşandin, gelo karîbû vîna jinê bi tevahî ji holê rake? Serhildana jinan ji bo hesabpirsîna ji qetilkirina bi deh hezaran jinên ku li girtîgehan ji aliyê dewleta cellad ve hatin kevirkirin û qetilkirin bû. Ji bo lêkolînkirina îdamkirina Şîrîn Elemhûlî, hilanîna tola kuştina Şiler li Merîwanê û lêkolîna kuştina Jîna ji ber windabûna çend mûyên serê wê bû. Bi rastî jî jin ji rêxistin û partiyên klasîk ên çep û rast derketin, piraniya jinan li ku bûn, jinên Kurd, Azerî, Ereb, Belûc û Gilakî piştgirî dan hev. Di roja duyemîn de serhildanên bi pêşengiya jinan li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn. Bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina Jîna Emînî û zexta li ser jinan rabûn ser piyan. 
 
Jinên li Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê û jinên li Ewropayê piştgirî dan serhildanê. Bi rastî jî jinan rêxistinên çep û rast ên klasîk derbas kirin.  Di van sed salên dawî de li Îranê bi deh hezaran kes ji bo jiyana azad canê xwe feda kirine, lê çima negihiştine armanca xwe. Ji ber ku serhildan bi zîhniyeteke otorîter û mêrane dihatin meşandin. Ev zihniyet nikare azadî û wekheviyê bîne. Lewma jin ev çend sal in pêşengiya serhildanan dikin û her carê bi hêztir vedigerin. Bê guman jinan gelek vîn, bawerî û hêza xwe ji gerîlayên jin, jinên Rojava û Hêzên Parastina Jin wergirtine. Wê hêz û vîna xwe ji felsefe û ramana Rêber Apo girtiye, jin û bedewiyên gelên din ên cîhanê hêz û vîna xwe ji perwerdehiya jineolojiyê ya Rêber Apo girtine. Li gorî hin çavkaniyan 5 hezar xwepêşander ji aliyê hêzên zordar ve hatine kuştin. Hejmara birîndar û binçavkiriyan digihîje bi sedan û nayê zanîn. Polîs li ser kiryarên xwe israr dike û jin û gel ji vê rejîma kujer û sûcdar bêzar bûne. Dirûşma sereke ya hemû jinan 'Jin, jiyan, azadî' ye. Dirûşmeyên din jî rûxandina Komara Îslamî ye. Jinan gotin ku ew ê li dij qetilkirina jinan, ji qirkirin û komkujiya civak û gelan bêdeng nemînin. Divê jin an tevlî nava refên gerîla bibin û hêza parastina jinê xurt bikin an jî li bajar û gundan xweparastina xwe xurt bikin."
 
'Girtiyan, girtîgeh veguherandin baskê têkoşînê'
 
Kejal bal kişand ser têkoşîna girtiyan û wiha pê de çû:"Ji bilî van cezayan, dewlet îşkenceyên curbecur li jinên dinê yên girtî dike. Bi awayekî xwezayî, di van du salên borî de, hikûmetê taktîka îdamê bikar anî da ku tirs û xof di nav civakê de çêbike û careke din nîşan bide ku dawiya vê çîrokê dê careke din di nav çar dîwarên bilind û barên pola de biqede. Ev înfaz ji navê wê diyar e. Lê di van salên dawî de û bi taybetî jî van du salên dawî, girtiyan nîşan da ku ne hucreyên yekkesî, ne girtîgeh, ne maseya darizandinê û ne jî dayîna cezayên giran, tirsê di dilê wan de çênake. Girtîgeh veguherandin baskê têkoşînê."
 
'Ev şoreş hê jî didome'
 
Kejal da zanîn şoreşa gel hîn didome û wiha bi dawî kir:"Bêguman şoreşa 'jin jiyan Azadî' di nava du salan de di gelek derdorên cuda de hat nîqaşkirin û analîzkirin. Niha piştî ku du sal derbas bûne, em bi zelalî dibînin ku vê şoreşê çiqas bandorên kûr û giran li ser civakê hişt. Şoreşeke civakî, derûnî û çandî ya ku rojên piştî wê ji me yên berê cuda û cudatir kir. Di van du salan de guhertinên bêveger hatin kirin, ev jî bû sedem ku gel helwesteke radîkal bigre dest. Di prensîbê de mirov dikare bibêje ku ji ber ku naverok, armanc û daxwazên şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' radîkal bûn. Ev yek jî bû sedema kiryarên radîkal ên gel. Niha xelkê Îranê dizanin ku çi dixwazin û ji bo bidestxistina wê berdêlên giranbuha li ser navê jiyanê dane.  Ji ber wê jî mirov dikare bibêje ku civak pir nêzî armanca xwe bûye û ev şoreş hê jî didome. Ji ber ku armanca wan avakirina hevjiyana aştiyane ya gelan û afirandina jiyana azad e."