Jin bajarekî çawa dixwazin? - 4

  • 09:28 20 Hezîran 2019
  • Dosya
Li Qersê jinên ku cudabûna xwe vediguherînin rengîniyê bi hev re jiyanê diparêzin
 
Hîkmet Tunç – Zeynep Durgut
 
QERS - Li Qersa ku çand û nasnameyên cuda bi sedsalane li gel hev dijîn, jin li gel aboriyê, aktîvîteyên çand û hunerê, bajarekî ku xweserbûna hemû rengan dihewîne dixwazin.
 
Qers ya ku di alî dîrokî û çandê de ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye û yek ji bajarên qedîm e. Beriya Zanînê di salên 900’î de Med, di salên 550’yî de Pers, di salên 180’ê de Qiraltiya Araks, di 439’an de Sasanî, di 657’an de Bîzans, di 693’an de Ereb, di 1045’an de dîsa Bîzans û di 1053’an de Selçukî û gelek şaristaniyên din li bajar serdest bûne. Di roja îro de jî Kurd, Tirkmen, Azerî, Terekeme û Yênherêmî  bi giştî 5 civakên cuda dijîn.
 
Bajar li sînorê Gurcîstan- Ermenîstanê ye. Cihên dîrokî û xwezayî yên wekê Peravên Gola Çildir, Soguksu, Keleha Qersê, Dêra Hewariyan, Mizgefta Ewliya, Qesra Paşa, Keleha Erdexanê, Anî, Keleha Şeytan eleqeyek mezin a  turîstan û gelê herêmî dikşîne.
 
Pirsgirêkên xwe parvedikin
 
Bajarên ku nasnameyên cuda lê dijîn, jin li park û baxçeyên wê tên cem hev û semawerên xwe pêdixin û çayên xwe bi hev re vedixwin. Pirsgirêkên perwerde, tenduristî, aboriyê jî bi hev re parve dikin. Ji ber krîza aborî di salên dawî de gelek kesî ji bajar koç kir. Tevî van hemûyan Qersa cudahiyan wek renginiyê bi nav dike. Jinên Qersê der barê ‘bajarekî çawa dixwazin’ de pirsên me bersivandin. 
 
‘Derfetên kar bi sînor in’
 
Nuriye Ermen ya ji navçeya Dîgor a Qersê ye û Kurd e, diyar kir ku li Qersê feoldalî serdeste û got li bajar nasnameyên cuda li gel hev dijîn û wiha pê de çû: “Yek ji van gelan yên ji vî bajarî ne Kurdin. Bi sedsalane kal û pîrên me li gel hev jiyane. Em jî niha li gel hev dijîn.”
 
Nuriyeyê balkişand ser çavkaniyên debarê û wiha got: “Gel li gundan bi taybet bi sewalkarî û berhemên şîr debara xwe dikin. Krîza aborî bandorek mezin li ser bajar kir. Fabrîka tune ne. Derfetên kar bi sînor in. Şîdeta li ser jinê wek her derê li vir jî zêde ye. Yek ji sedemên vê ev e ku jin girêdayê mêr dijîn. Dema alternatîf tunebin neçarin şîdetê qebûl bikin. Ji ber vê jin li dijî şîdetê bêdeng dimînin. Divê jin di alî aborî de derfetên xwe pêk bînin. Em 6-7 jin hatin cem hev ku koperatîfê ava bikin. Yekî bizin xwedî dikir, yekî erîşte çêdikir,  yek jî dewar xwedî dikir û berhemên şîr bidest dixist. Me serlêdanên fermî kir. Lê pêşiya me girtin. Gotin ya li navçeyê ya divê li gund be. Dema vê hewldana me encam neda me jî dest jê berda."
 
'Qadên civakî yên jin biçin bi sînor in'
 
Nuriyeyê, qala qadên civakî ya ji bo jinan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qadên civakî yên jin biçin jî bi sînor in. Ji bo çayek bê vexwarin divê biçin kafeyan. An jî li parkan semawer pêdixin û tên cem hev.  Salona sînemayê tune. Tu aktîvîteyek hunerê tune. Di qada tenduristiyê de tenê nexweşxaneya dewletê heye. Aktîvîteyên hunerî tune. Di nexweşxaneyan de hejmara doktoran têr nake. Ji bo fîlmê rengîn divê mirov biçin Erziromê. Ji ber li nexweşxaneya me alavên têr tune. Di mijara nexweşiyên jinan de jî pisgirêka pisporan heye.”
 
Nuriyeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di şaredariya Qersê de pergala hevserokatiyê gelek bi kelecane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qers bajarekî pir nasnameye. Ji ber vê jî wê her proje li ber çavan bê girtin û bê ava kirin. Divê xesasiyetên civakî, hunerî, çandî, aborî û siyasî li ber çavan bê girtin û xîtabê her kesî bê kirin.”
 
‘Ez bajarekî bi paqij dixwazim'
 
Yeter Akbaba ya bi salane esnafe û destnîşan kir ku ew Tirk e û  got ew bi hevalek xwe ya jin re xwarinê çêdike û difroşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wek esnafekê ji bo bajar paqijiyê dixwazim. Ji ber rayedaran bajarê me paqij negirtin. Welatî di vê mijarê de bêhestiyarin. Li bajarê me gelek warên dîrokî û xweşikahiyên xwezayî hene. Ev hemû gelek bi nirxin. Di alî aborî jî divê li ser piyên xwe bisekine. Pîşeya me ev e ku divê em kesan kêfxweş bikin û razî bikin. Ev pîşeyek gelek zehmete.”
 
'Nirxê didin jinê lê tenê li malê'
 
Jina bi navê Aliye ku nexwest paşnavê xwe bide û xwe wek nivîskara amator da nasîn, got li Qersê hatiye dinê di 9 salî de malbata wê koçî Stenbolê kiriye û piştî 11 salan şûnde dîsa hatine Qersê. Aliyeyê bi lêv kir ku ew Terekeme ne û der barekî ku dixwaze lê bijî wiha bi rêz kir: “Qers bajarekî xweş e, nirxê dide jinan lê li malê. Li derveyê malê divê jin li pey mêr bimeşe. Di encamê de wekhevî tune. Ev ji bo min girîng e. Divê jin xurt be, bikaribe tenê bijî, divê aktîvîteyên wê yên civakî hebin, divê pirtûkan bixwînin, divê tenê bikaribe biçe cihekî. Qers ji bo kal û pîran wek cihê aramiyê ye. Bajarekî xweş e. Ez bajarekî ku hemû cudahî dikarinbin li gel hev bijîn dixwazim. Her wiha birêvebirina jinekê bêguman pir girîng e. Ev gelek erêniye."
 
Bi hevşaredar pêvajoyeke nû dest pê kir
 
Di hilbijartinên 31'ê adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket û bi pergala hevserokatiyê dest bi dema nû kir. Yekem car di şaredariyê de jinek cih digire. Bi  hevşaredar Şevîn Alacayê li Qersê pêvajoyeke nû destpêkirin. Şevînê di axaftina xwe de qala pergala hevşaredariyê kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Me di xebatê hilbijartinê de gelek tiştên cuda dîtin. Di di nav civakê de dema dibêjin serok, demildest mêr dihat hişê civakê. Me bi kampanyaya hilbijartinê kêm be jî hinek ev şikand. Bi taybet ji aliyê jinan ve gelek xweş hatim pêşwazîkirin. Ji bo Qers bibe bajarêkî jinan bi rengê jinan bê avakirin em ê bi jinan re bixebitin. Gelek jin hîna di ber avahiya şaredariyê der derbas nebûne.  Lê niha jin bi me re tên avahiyê daxwazên xwe bi me re parve dikin. Ev pêngaveke girîng e."
 
‘Di qadên îstîhdamê de ji bo me jin ewil tên’
 
Şevînê behsa projeyên ji bo jinan amade kirine kir û ev tişt daxuyand: “Me ji bo mehên pêş komxebata jinan plan kir. Em ê bi vê komxebatên projeyên xwe diyar bikin.  Ji herêmî tevlîbûna komxebatê pir girîng e. Em ê pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û pêşniyaran bigirin. Em ê qursê pîşeyî vebikin. Em şaredariya Qersê di qada îstîhdamê de rêza ewil didin jinan Jin ji mafên xwe bêparin. Ji bo jinan wê navendên taybet bên vekirin. Wê li van deran şêwirmendiya hiqûqî û psîkolojîk bê dayîn. Em dixwazin di xebatên der barê bajar de îmzeya jinan jî hebe. Ji ber vê em bang li jinan dikin ku pergala hevserokatiyê ji bo jinan şans e û divê hemû jin bibin yek.”
 
Sibe: Em Cizîreke bi ziman û çanda xwe dixwazin