Li kolanên Wanê ji bo nedîtina Rojînê bertek

  • 09:03 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinên li Wanê dijîn bal kişandin ser windabûna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş û gotin: “Xebatên lêgerînê qels tên meşandin. Polîtîkayên desthilatdariyê pêşî li van bûyeran vedike. Em ê bi hevalên xwe yên jin re li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”
 
Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya beşa Pêşketina Zarokan a pola yekemîn Rojîn Kabaîş a 21 salî 27’ê îlonê roja înê piştî xwarina êvarê ji wargehê derket û careke din agahî jê nehat girtin. Hat hînbûn ku Rojîn saet di 18.30’an de bi dayika xwe re axiviye û li dora 19.00-20.00’an çûye perava kampusê. Telefon û alavên wê yê din li ber peravê hat dîtin û ji bo Rojînê xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
 
Jinên li Wanê dijîn derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
‘Dewlet hemû hêza xwe ji bo neparastina jinan bikar tîne’
 
Helîn Ozkurt ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew her roj agahiyek nû digirin û wiha got: “Her nûçeya em dibînin, em dibêjin ji vê xerabtir wê tunebe. Lê mixabin roja din ya herî xerab tê. Êdî em nikarin tehemul bikin. Mixabin li welatê me tiştên wisa tên jiyîn. Mijara esas ev e ku serê bûyerê tê girtin, agahiyê dema wê de nadin. Dema Rojîn winda dibe midûrê wargehê dereng agahî dide malbatê. Belkî zû agahî bidana wê serê bûyerê nehatiba girtin û zû bihata dîtin. Lê wan veşart. Wek jinekê em jî ditirsin. Ez li vir dijîm. Dema diçim zanîngehê bi tirs diçim. Nikarim bigerim. Divê serê bûyerê neyê girtin. Bi taybet dema jin winda dibin dibêjin ‘ ji ber dereng derketin ev hat serê wê’. Lê ger tedbîr hebûna wê tiştên wisa nehatiba jiyîn. Welatê me ji bo zirarê bide jinan pir jêhatiye. Hemû jêhatîbûna xwe ji bo neparastina jinan bikar tîne.”
 
‘Divê cezayên bi bandor bên dayîn’
 
Helînê her wiha daxuyakirin ku welat hatiye nokteyek wisa ku êdî kes nikare biaxive û wiha domand: “Em nikarin bimeşin, biaxivin, sohbetê bikin. Êdî kes nayê naskirin. Ji cîranê herî nêz ve jî mirov dikarin her tiştî bibînin. Bawerî bi kesî tuneye. Ez wek jinekê ji mêran zêdetir ditirsim. Li vî welatî cezayên tên dayîn ne bi bandor in. Berovajî vê teşwîqê sûc dike. Li welat pergal pir xerab e. Demokrasî edalet tuneye. Cezayên bi bandor tune ne.”
 
‘Sûc yê peywirdarên wargehê ye’
 
Emîne Kurt jî daxuyakirin ku peywirdarên wargehê karê xwe nakin di rewşê lezgîn de agahiyê nadin malbatan û wiha domand: “Ez malbat bim qebûl nakim. Hemû sûc ê peywirdarên wargehê ne. Malbat zarokên xwe teslîmê wir dike, ew jî karê xwe nakin. Divê bizanibin ku zarok hatiye wargehê yan na. Divê êdî li vî welatî sûcdar bên cezakirin.”
 
‘Agahiya Rojînê em pir xemgîn kirin’
 
Ferîde Arslan jî da zanîn ku piranî xwendekar ji platformên dîjîtal bi bandor dibin û got divê Rojîn Kabaîş a ku agahî jê nayê girtin demildest bê dîtin. Ferîdeyê wiha domand: “Ciwan pêşeroja me ne. Bila zirar negihêje wan. Agahiya Rojînê em pir xemgîn kirin. Xwendekar ji ber pirsgirêkên aborî tengezar dibin. Divê ji bo xwendekaran piştgirî bê dayîn, ji bo hişmendiyê perwerde û semîner bên dayîn.”
 
‘Çima agahî nedan malbatê’
 
Nursel Açar jî destnîşan kir ku ji bo jinên winda dibin xebatên baş nayên kirin û wiha dawî lê anî: “Ger ku xebatek bi bandor û têr bihata kirin wê li vî welatî kes winda nebûna. Bi taybet divê pêşî li windabûna zarokan bigirin. Rojînê hîna nehatiye dîtin. Hêvîdar im sax û selamet bê dîtin. Gumanbar nayên cezakirin. Divê agahî bidana malbata Rojînê lê rojek şûnde agahî tê dayîn. Çima agahî nadin malbatê em fêm nakin.”
 
‘Berpirsê êrîşan desthilatdarî ye’
 
Hevseroka DEM Partî ya Rêya Armûşê ya Wanê Nurhayat Polat ku li cihê Rojîn winda bûye çavdêriyên xwe anîn ziman û got Rojîn ev 4 rojin nehatiye dîtin û wiha dirêjî dayê: “Berpirsê êrîşên li hember jinan desthilatdariyê. Piştî vekişandina Peymana Stenbolê êrîş zêde bûn. Divê em li dijî vê desthilatdarî û êrîşên hember jinan dengê xwe bilind bikin. Em  îro çûn cihê qada lêgerînê. Me bi çavên xwe dît. Xebat qels tên meşandin. Polîtîkayên bêcezahiştinê yên desthilatdariyê pêşî li van bûyeran vedike. Em ê bi hevalên xwe yên jin re li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”