JINNEWS bû behna jinan

  • 09:02 25 Îlon 2024
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Pergala serdest a mêr, kapîtalîzm bi zexta li ser civakê pêk tîne civakê bê behn dihêle. JINNES behna jin û civakê ye.”
 
Sebahat Tuncel
 
JINNEWS, li Tirkiyeyê agahiyên rast û bê alî dibe ber destê gel, bi nêrîna jinê, serbixwe û bê sansÛr, tevî hemû zextan têkoşîna xwe dimeşîne û hêviya pêşerojê ya ji bo jin û gelan zindî dihêle.
 
Xebatên çapemeniyê yên bi hişmendiya azadiya jinê tên meşandin heman demê de di avakirina civaka demokratîk de jî rolek mezin dilîze. Serdestiya mêr û kapîtalîzm hewl dide civakê bê bîhn bihêle. JINNEWS bîhan jinan û civakê ye. Ji ber vê jî ji avabûna JINNEWS’ê heta niha kedkarên çapemeniyê hêviyê zindî dihêle. Ez di vî alî de her kesên ku keda wan derbas dibe pîroz dikim.
 
JINNEWS ku demeke desthilatdariyê rejîma zextxwir vedişart de, heqîqet derixst holê, ket pey heqîqetê û bû dengê gel. Yên ev xebat meşandin jî bû hedefa rejîma zextxwir a dewletê. JINNEWS ku bû dengê jinên ku tên binpekirin, qetilkirin û tundiyê dibînin, heman demê de bû dengê kesên ku têkoşîna aştî, wekhevî û demokrasiyê dide. Di vî alî de divê hebûna çepemeniya azad bê xurtkirin, xwedî lê bê derketin.
 
Her aliyê civakê siyaseta xwe çapemeniya xwe ava dike. Ji bo îdeolojiyên xwe polîtîkayên xwe bigihînin gel û li dora vê xwe rêxistin bikin. Çapemenî di alî jinan de jî qadeke rêxistinbûn û veguhertinê ye. Yanî faliyetên çapemeniyê ne tenê ragîhandina agahiyên teknîke, j ibo derxistina heqîqetê û ji bo avabûna civakek azad jî cihekî girîng digire.
 
Ez ji bo hemû jinên ku keda wan di damezrandina JINNEWS’ê ku dengê jinan dide bihistin, de derbas bûye, spasiyên xwe diki. Silav û rêz…