Rojeva esas a jinan tecrîd û zarokên tên qetilkirinê ne

  • 09:02 15 Îlon 2024
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Jin di 1'emîn Konferansa Rêxistibûna Jinan a Navendî ya ku DEM Partiyê pêk aniye de axivîn, diyar kirin ku rojeva wan ya esas tecrîde ji ber ku hemû pirsgirêkên ku jin û zarok dijîn ji tecrîdê diqewimin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûmeya "Em di jiyan azad û wekhev de bi israrin xwe rêxistin dikin" 1'emîn Konferansa xwe ya Navendî li Odeya Endezyarên Înşatê ya TMMOB’ê pêk anîn. Nêzî 200 delegeyî tevli bûn. Di konferansa ku du rojan berdeam kir de sernavên rêxistinbûna jinan, tifaqa jinan hat nîqaşkirin.
 
Derbarê konferansê û rojeva jinê de, hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan ya DEM Partiyê Yuksel Mutlu û hevseroka Mêrdînê Necla Acibuda ji ajansa me re axivî.
 
Der barê dema nû de modelên rêxistinbûnê
 
Yukselê da zanîn ku konferansa giştî jî nav de di encama nîqaşên çar rojan de wê têkoşîneke rêxistibûna jinan a xurt derkeve holê û bi vê baweriyê niha li vir in. Yukselê wiha anî ziman: “Derbarê dema nû de model, kêmasiyên xwe, divê çi bêkirin û li dijÎ serdestiya mêr têkoşîna jinan a azadiyê, piştevaniya jinê hatin nîqaşkirin û her wiha ji bo avakirina nexşerêyerêyekê jî nêrîn hatin girtin.”
 
‘Ev 20 roj in rastî çawa nayê dîtin’
 
Yukselê bi lêv kir ku balkişand ser qetilkirina Narîn Guran û got bi vê qetiklirinê re girîngiya rêxistinbûna jinê careke din derketiye holê û wiha anî ziman: “Ev konferans diyariyê zarokên keç, kur, zarokên destdirêjî lê hatine kirin, hat kirin. Qetilkirina dawî hovîtiyek mezine. Civaka Tirkiyeyê xwedî li Narînê derket. Lê ligel vê rastiya pişt vê hovîtiyê  divê derkeve holê. Ev 20 roje rastî dernakeve holê. Divê ev bê lêpirsînkirin.”
 
‘Di bin her tiştî de polîtîkayên dijiminê jinê dertên holê’
 
Yukselê her wiha nirxandina xwe wiha domand: “Hikûmeta AKP-MHP’ê ya 23 salan tarîkatî, oldarî, modela maarîf, pergala perwerdê û her wekê din di pratîkên xwe de nîşan da. Dema em van hemûyan didin ser hev ev hemû teqabulê dijminahiya jin û zarokan dike. Ji ber vê li dijî têkoşîna li dijî vê divê nexşerê bê ava kirin. Pêşa mijara Narînê wê DEM Partî bernede. Divê pêşa vê bûyerê neyê berdan.”
 
‘Têkoşîna azadiya jinê li pey heqîqetê ye’
 
Yukselê li dijî polîtîkayên dijminê jinê balkişand ser girîngiya rêxistinbûnê û wiha bi lêv kir: “Divê em jinên ku mafê mirovan , aştiyê diparêzin bên gel hev. Divê em tiştên nuans yên siyasî li aliyekî bihêlin û li dijî serdestiya mêr bi awayekî xurt têkoşînê bidin meşandin û ji bo vê bên gel hev. Dema pêş de em rêxistinên jinan wê têkoşîna xwe mezin bikin. Têkoşîna azadiya jinê wê li pey heqîqetê be. Ev konferans ji bo vê wesîleye. Em ê têkşîna we bidomînin.”
 
‘Hewl dan serê bûyerê bigirin’
 
Hevseroka Mêrdînê Necla Acubuca jî  destnîşan kir ku qetilkirinên jinan û qetilkirina Narînê ji tecrîdê serbixwe nîne û got hemû êrişên li hember jin û zarokan girêdayê tecrîdê ne. Neclayê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Hemû jin li dijî êrîşên destihlatdariyê têdikoşin. Li vî welatî rewşa jinan zehmete. Desthilatdariya faşîst keda jinê binpê dike, jinan qir dike, destkeftiyan hedef digire. Em bi desthilatdariyek wisa re rû bi rû ne. Me demek nêz de Narîn winda kir. Narîn bi destê mêr hat qetilkirin û hemû gund bêdeng ma. Wek zîhniyeta vê desthilatdariyê hewl dan serê bûyerê bigirin. Lê em jin bi dirûşmeya ‘jina azad jiyana azad’ derketin rê û em ê heta dawî şopsrên doza Narînê û yên din bin.”
 
‘Heta tecrîd bidawî nebe wê jin li ber xwe bidin’
 
Neclayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ev hemû girêdayên tecrîdê ne û herî zêde jî jin bi bandor dibin û wiha dawî lê anî: “Tecrîd bandor li her qada jiyanê dike. Tecrî darbeyê li pergala hevserokatiyê dixe, paradîgma azadixwaz a jinan asteng dike. Ev tecrîd li zimanê me dixe. Li cil û bergên me dixe. Li çanda me dixe. Heta ev tecrîd bidawî nebe em jin wê têkoşîna xwe ya hevpar bimeşînin.”