Amed veguherandin girtîgeheke vekirî

  • 09:02 5 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Li her kolanên Amedê wesayîtên zirxî ku pêkanînên OHAL’ê tînin bîra mirovan, welatiyan bêzar dike û bandorê li ser zarokan jî dike. Welatî vê dîmena li bajar wek ‘bajar veguhertine girtîgeha vekirî’ şîrove dikin.
 
Amed ji yek ji bajarên ku polîtîkayên şerê taybet pir giran lê tê meşandinê ye. Di çarçoveya pêkanînên şerê taybet ya li bajar de rewşa herî zêde balê dikşîne wesayîtên zirxî yên li her derê hatine bicihkirinê. Li navçe, tax, kolanan li her derê dîtina wesayîtên zirxî pêkane û ev wesayît xetereyên mezin diafirîne. Gelê Amedê li dijî van pêkanînên OHAL’ê nirxandina ‘girtîgeha vekirî’ dikin.
 
Mezinbûna wesayîtên zirxî zarokan ditirsîne. Yek ji sedemên herî sereke ya vê rewşê ku berê li bajar a jî bajarên din wesayîtên zirxî bibûn sedema mirina zarokan. Girêdayê vê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hezîrana 2023’yan de raporek aşkera kir û da zanîn ku di 15 salên dawî de di encama lêketina wesayîtên zirxî yên ku leşker û polîsan bikar dianîn de bi giştî 21 jê zarok 44 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di di meha tebaxa heman salê de li Şirnexê zarokê 12 salî di encama lêketina wesayîta zirxî de bi giranî birîndar bû. Zarokên dibin şahidê vê an jî di çapemeniyê de dibînin li ser travmayek ava dibe.
 
Welatî xwe azad hîs nakin
 
Di alî desthilatdariyê de evqas zêdebûna wesayîtên zirxî bi hinceta ‘ewlehiyê’ tê aşkerakirin. Lê rewş di alî gel de cudaye. Welatiyên ku me ev rewş ji wan pirsî diyar kirin ku ji vê rewşê nerheetin lê ji ber azadiya fikr û ramanê tuneye di vê mijarê de naxivin û gotin ew ji ber hewldanên kirariyên qanûnî bi fikarin.  Me jî tiştên ku welatiyan hîs dikir, dema ewsayît li gel wan derbas dibûn nîşe girt.
 
‘We bajar veguhert girtîgeha vekirî’
 
Welatiyên nava rojê ji bo hewcedariyên xwe derdikevin derve ji vê rewşê neheretin. Welatiyekî ku got ‘her der bûye wek girtîgeh, em berê xwe bidin ku li wir in’, gotinên wan yên wekê ‘we bajar veguhertiye girtîgehê, em berê xwe bidin ku hun li wê derêne’ tên bihistin. Welatiyek din jî got ew der barê rewşê de tiştek nabêje û got ‘Ez nerehetiya xwe bêjim wê der barê min de lêpirsîn bê destpêkirin’. Welatiyek din jî got ‘Li cihekî bê bihistin wê min binçav bikin’. Polîsên sivîl yên li nav gel digerin jî  welatiyan nerehet dikin.