Rojnamevana rûsî di bombebaranê de hat kuştin

  • 11:34 24 Adar 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihana The Insider Oksana Baulina di bombebarana Kievê de jiyana xwe ji dest da.
 
Nûçegihana The Insider Oksana Baulina a Rûsî di bombebarana Kievê de jiyana xwe ji dest da. The Insider ragihand ku nûçegihana wan Baulina di êrişên Rûsyayê yên li Podilê dema dişopand bûye armanca bombebaranê. Rojnamevana pêncemîn e ku di êrişên li Ûkraynayê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Ji serê meha adarê ve kameravan Yevhenii Sakun ê xebatkarê televizyona Ûkrayna LIVE û Ajansa Nûçeyan a Spanyolî EFE, du hefte pişt re rojnamevanê Amerîkî û çêkerê film Brent Renaud, du roj şûn ve kameravan Pierre Zakrzewski yê ji Fox TV'ye re dixebitî û Oleksandra Kuvshinova di êrişan de hatine kuştin.