Wênegir Fatameh Aîl li Îranê hat qetilkirin

  • 11:29 23 Çile 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wênegir Fatameh Aîl li Îranê hat qetilkirin.
 
Fatameh Aalî ku 4 sal in li eyaleta Buşehrê ya Îranê wênegirî dikir, piştî ku ji bo wêneyan bigire ji mala xwe derket hat qetilkirin. Li gorî nûçeya Nûjînhayê, li ser laşê Fatmamehê şopên derban jî hatine dîtin.  
 
Hat ragihandin ku li heman parêzgehê di nava mehekê de du wênegir hatine qetilkirin û kesê ku Fatamehê qetilkiriye jî  hatiye girtin. Di îfadeya binçavkirina kiryar de hat diyarkirin ku wî gelek caran bi telefonê taciz li jina ciwan kiriye û li xwe mikur hatiye ku wî bi xwe Fatamehê qetil kiriye.