Konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi dawî bû

  • 09:41 1 Tebax 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Konfaransa 2’yemîn a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê de biryar hat girtin ku hevpeymana jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê were çêkirin û mecraya onlîneyê hîn zêdetir ji bo bikaribin xebatên xwe bi hev re parve bikin bi kar bînin.
 
Di roja dawî ya konfaransa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ku du rojan dom kir de, gelek xalên girîng ên têkoşîna jinan a hevpar û ya li hemberî êrîşên li ser jinan tên kirin bisekinin hatin nîqaşkirin. Di roja destpêkê de gelek jinên ji welatên cuda peyamên tevgera jinên welatê xwe ya hevpar xwendin. Di roja duyemîn û dawî de jî endamên konferansê weke sê koman li hev cîviyan û li ser astengî, sedem û rêyên çareseriyê yên ji bo pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê nîqaş kirin. Encamên ji hevcivîna her sê koman derketî carek din bi hev re parve kirin û encam bi raya giştî re parve kirin. Di pilanên ku ji aliyê nûnera Yekîtiya Jinan a Başûrê Kurdistanê Kinêr Abdullah ve hat birêvebirin de jinan li ser xalên şênber nirxandin kirin. 
 
Piştî nirxandin bi dawî bûn, sînevizyonek di derbarê têkoşîna jinan de hate nîşandan. Piştre peyama Yekineya Parastina Jinê (YPJ)  hat xwendin. Di peyamê de konferansa jinan pîroz kirin û hat bibîrxistin ku pêwîst e têkoşîna jinan yekgirtî be, da ku bikaribin bi hevsengiyekê li dijî zilmê, gef û tundîtûjiya li beramberî jinê bisekinin. Paşê jî kurtefilîmek li ser rola jinê di şoreşa Rojava de pê ve girêdayî têkoşîna jinên Kobanê û Efrînê li beramberî êrîşên dagirkeriyê dayî hat nîşandan.  
 
Di panela ji aliyê Hevseroka Kongraya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Murad li gel çalakvana siyasî û parêzvana mafê mirovan a Sudanê Nîmet Kokû ve hatî rêvebirin de pêşniyar û pilanê kar ên bidin pêşiya xwe hatin nîqaşkirin. Di heman rûniştinê de li ser pêkanîna hevpeymaniya jinan jî niqaş hatin kirin. Piştre bi piraniya dengan biryar hat girtin ku pilatformek a jinan bi navê hevpeymaniya jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê were avakirin.
 
Her wiha di nava biryaran de hat diyarkirin ku hewce ye di nava şeş mehan de xebatên hevpeymaniyê temam bibe û komîteyek a rêveberiyê pêk were ku hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê cihê xwe tê de bigre.
 
Di nava biryarên ku di konfaransê de hatine girtin wê beşek taybet li ser hevpeymanê hebe ji bo jin bi rêya onlineyê girêdayî xebatên hevbeş hertim di nava peywendiyan de bin. Her wiha girêdayî çalakiyên hevbeş û agahdarkirina jinên welatên beşdar bûne, dê hevpeymanek li ser rewşa jinan pêk were.
 
Di dawiyê de encamnameya konfaransê hat xwendin û biryarên hatine girtin bi raya giştî re hat parvekirin.