Li Nîjeryayê şewba kolera her ku diçe belav dibe

  • 08:53 28 Tîrmeh 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîjeryayê ji ber şewba kolera ku her diçe belav dibe gelek jê zarok 479 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Li Nîjeraya ku li Rojavayê Afrîkayê dikeve şewba kolera belav dibe. Li gorî Navenda Lêkolînkirina Nexweşiyan (NCDC) hat diyarkirin ku 479 kesî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hat diyarkirin ku 19 hezar û 303 kesên pêketiyên şewbê jî hene.
 
Hat diyarkirin ku ji ber ava vexwarinê nayê temînkirin û dermankirin di dema wê de nayê kirin, xeteriya belvabûna şewbê û mirinê zêde dike.