Li Misirê parêzvanên mafê mivoran û 3 rojnameger hatin berdan

  • 13:08 19 Tîrmeh 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvana mafê mirovan Mahienour El Massry a du sal in girtî li gel 3 rojnamegeran serbest hat berdan.
 
Parêzvanên mafê mirovan û rojnamegerên di sala 2019’an de li Misirê hatibûn girtin serbest hatin berdan. Parêzvana mafê mirovan Mahienour El Massry li gel rojnameger Mostafa Al Asar, Moataz Wadnan û Esraa Abdelfattah ên di girtîgehê de bûn di 18'ê Tîrmehê de serbest hatin berdan. Mahienour El Massry û Esraa Abdelfattah ji sala 2019’an ve li girtîgeha Jinan a El Qanater dihatin girtin.
 
Di sala 2019’an de gelek aktîvîst û rojnamegerên bi sûcên weke “endamtiya rêxistinê”, “nûçeyên şaş çêkirine” û “torên civakî şaş xebitandin” ê ji aliyê dozgeriya Misirê ve hatibûn girtin. Bi hincent û sucdariyên bi vî awayî bi hezaran parêzvanên mafê mirovan hîna girtî ne.   
 
Jêderk: NuJINHA