Jinên li Yemenê li aqubeta Yasmîn Rafîhî dipirsin

  • 15:13 5 Gulan 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê Yasmîn Rafîhî ya ku di derbarê jîyana xwe biryar dabû û malbata xwe terikandibû, ji hêla polîsan ve teslîmî malbata wê hatibû kirin agahî je nayê girtin. Parêzvanên mafên jinan ji bo Yasmînê nameyek bi navê “Yasmînê nekujin” weşandin û xwestin ku aqubeta Yasmînê bê eşkerekirin.
 
Li Yemenê Yasmîn Rafîhî (30) ya ku di derbarê jîyana xwe de biryar dabû û malbata xwe terikandibû, piştî demekê ji hêla polîsan ve hatibû girtin û teslîmî malbata wê hatibû kirin ev demeke agahî je nayê girtin. Yasmîn a ku li bajarê Lehîçê dijîya xwestibû ku bi xortêkî yê li bajarê Abînê dijîya re bizewicê lê ev xwestek ji hêla malbata wê ve hatibû redkirin. Yasmîn û xortê ku dixwest pê re bizewice bi hev re malbatên xwe terikandin. Lê Yasmîn piştî demekê bi hinceta sûcê “zînê kiriye” hatibû girtin. Yasmîn dema hatibû girtin ducanîbû û 4 mehan di girtîgehê de mabû. Zaroka wê ji ber şerd û mercên xerab ên girtîgehê ji ber çûbû.
 
Yasmîn û xortê ku pê re zewicîbû piştî bi cezayê 100 qamçî li wan hatibû birîn, ew teslîmî malbatên wan kiribûn. Ji wê rojê heta niha tu agahî ji Yasmînê nayê girtin. Jin bawer dikin ku Yasmîn hatiyê qetilkirin û bi dizî hatiyê veşartin. Piştî malbata wê bi hinceta Yasmîn ji malê reviyaye serî li polîsan dan, her wiha gumanên jinan zêde bûn.
 
Li ser vê yekê parêzvanên mafên jinan ji bo Yasmînê nameyek bi navê “Yasmînê nekujin” weşandin û xwestin ku aqubeta Yasmînê bê eşkerekirin.
 
‘Qanûn li gorî mêran hatine amadekirin’
 
Aktîvîsta Mafê Jinan Marina Kemal ji bo Yasmînê banga hestiyarîyê kir û wiha got: “Li Yemenê rewşa Yasmînê, wekî rewşa hemû jinên din ên ku tundî, îşkence û tecawîz li wan tê kirin e. Xwîna me di bin sîwana ‘Namûsê’ de tê rijandin û ev sûc e û binpêkirina mafê jinan e. Mexdûr têne revandin, tundî li wan tê kirin û tên kuştin. Di vê rewşê de jî mafê jinan tune ye ku rabin ser piyan û alîkarîyê bixwazin, ji ber ku qanûn li gorî mêran hatine amadekirin. Em li gel Yasmînê ne ji ber ku li holê sûcekî mirovahiyê heye.”
 
‘Qanûn jinan naparêzin’
 
Serokê Rêxistina Mafê Mirovan Huda El -Serarî bal kişand  ser heman bûyeran û wiha vegot: “Hûn nikarin bêyî malbat û vasî bi jinekê re bizewicin. Ji ber ku di qanûnan de guneh tê hesibandin ku jin bi tena serê xwe bizewice. Ji ber tunêbûna qanûn û mekanîzmayên parastina rewa jin ji aliyê bavê xwe yan jî ji aliyê xizmekî xwe ve tê qetilkirin. Ev qanûnên heyî jinan naparêzin û mafê wan mîsoger nake.”
 
Jêderk: NuJinha