Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (5)
- 09:07 5 Şubat 2025
- Dosya
Li dijî komploya navneteweyî berxwedana 26 salan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd 26 sal in li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke bênavber dimeşînin. Azadiya Abdullah Ocalan bi grevên birçîbûnê, meşên girseyî û însiyatîfa dîplomatîk hate xwestin û li dijî polîtîkayên tecrîdê xeta berxwedanê ya cîhanî hate avakirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de ye li Îmraliyê tê girtin. Kurdan û gelên Cîhanê ev wek plana tasfiyekirina gelê Kurd nirxand. Ji 1999’an heta niha Kurdan ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bê navber têkoşîn meşandin.
Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ji 1998’an dest pê kir û veguherî berxwedanek mezin. Grevên birçîbûnê, meş, kampanyayên îmzeyan, hewldanên dîplomatîk û çalakiyên girseyî, li dijî komployê hatin pêşxistin. Meşên dirêj yên li Ewropa û Rojhilata Navîn pêk hatin û kampanyayên ‘dem dema azadiyê ye’ ji çalakiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk hatinê ne.
Ji çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ heta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ berxwedana li dijî komployê didome.
Di vê dosyayê de me çalakiyên ji salên 2000’î heta îro berhev kirin.
‘Çalakiyên hûn nikarin roja me tarî bikin’
Di 1998’an de çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatin destpêkirin. Di 9’ê cotmeha 1998’an de Mehmet Halît Oral li girtîgeha Mereşê agir berda beden axwe û ev pevajo di demek kurt de li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê belav bû. Bi anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê re gelek kesî agir berda bedena xwe.
Ev çalakî di demek kurt de veguherî berteka civakî û van çalakiyan berdewam kirin. Viyan Soran, Hatîce Falay, Nesrîn Teke, Serpîl Polat, Elefteriya Fortukalî jî di nav de gele kesî bi dirûşmeya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir komploya navneteweyî protesto kirin. Ev dirûşme bû sembola berxwedana gelê Kurd.
Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê
Li dijî komployê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê pêk hatin. Di 12’ê îlona 2012’an bi daxwaza şert û mercên ewlehî tenduristî û azadiya Abdullah Ocalan grev hat destpêkirin û 68 rojan berdewam kir û bi banga Abdulalh ocalan bi dawî bû. Di 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li girtîgehan grevê dest pê kir û 200 rojî berdewam kir. Vê pêvajoyê de 5 caran hevdîtinên parêzeran pêk hatin.
Di vê pêvajoyê de Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Sîraç Yuksek û Mahsum Pamay û gelek girtiyên din çalakiyê cuda pêk anÎn. 27’ê Mijdara 2023’an de li 74 navendên Ewropayê çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de grevên birçîbûnê yên bêdem-derveger hatin destpêkirin. 4’ê Nîsana 2024’an de grev bi çalakiyên boykotkirina dadgehan û hevdîtinên malbatan veguherî qonaxek nû û sala duyemîn de didome.
Meşên Gemlîkê û çalakiyên ji Abdullah Ocalan re azadî
Di 2005’an de bi navê ‘Meşê Gemlîkê’ çalakî pêk hatin. Her sal bi tevlibûna hezaran kesî meş pêk hatin. Meşa ewil di 4’ê îlona 2005’an de ji aliyê Federaysona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) pêk hat. Ji Amed, Sêrt, Riha, Dîlok, Mêrdîn, Edene, Hatay, Enqere û Bursayê ji 5 hezarî zêde wesayît hatin Înegol a Bursayê û li vir polîsan asten gkir. Gel çalakiya runiştinê pêk anîn û biryara xwe nîşan dan. Di 2011’an de bi dirûşmeya ‘ji Ocalan re azadî’ meş pêk hat. Di 2015 û 2016’an de jî meş pêk hatin. Di 2022’an de bi dirûşma ‘li dijî tecrîdê parastina azadiyê’ Meşa Gemlîkê pêk hat.
Meşên dirêj û çalakiyên girseyî
Di 2017’an de meşa dirêj a 10 rojan ji Luksemburgê heta Strasbourgê berdewam kir û ji 15 welatan bi tevlibûna 70 enternasyonalîstan meş pêk hat. Di 2021’ê de li Cenevre, Frankfurt, Bremen, Hamugrt û bordeaxuê meş pêk hatin. Di 2022’an de ji Frankfurtê berbi Saarbrucken meş hatin destpêkirin û tevî êrîşên polîsên Alman heta Mannehîmê berdewam kir. Di 2023’an de bi dirûşmeya ‘Di sala serkeftinê de em Abdullah Ocalan azad dikin’ li seranserê Ewropayêm meş pêk hatin. Di 2024’an de meşa dirêj a 25 rojan hat destpêkirin. Meşa 22’ê Çile de destpê kir li bajarê Meun a Fransayê bidawî bû. Îsal jî di 21’ê Çile de meş ji Lorîent a Fransayê dest pê kir û 15’ê Sibatê wê li Strasbourgê wê bi mîtîngekê bidawî bibe.
Kampanya û hewldanên dîplomatîk
Di 2005’a de di kampanya ‘Ocalan îradeya min ya siysasî ye’ 3 mîlyon îmze hatin komkirin. Di 2012’an de di kampanya hat destpêkirin de 10 mîlyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û teslîmê Konseya Ewropayê ha tkirin. Di 2023’an de di kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest hat destpêkirin 2 mîlyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin û pêşkêşî NY û CPT’ê hat kirin. Di 2024’an de li Minbic û Şedadê kampanya hatin destpêkirin û jib o azadiya Abdullah Ocalan zext li qada navneteweyî hat kirin.
Kampanya ‘Dem dema azadiyê ye’
Di 10’ê îlona 2020’an de kampanya ‘Dem dema Azadiyê ye’ hat destpêkirin û bi vê hewl hat dayîn ku tecrîd bê bihistin û hişmendî bê afirandin. Di kampanyayê de grevên birçîbûnê, çalakî û mîtîng hatin destpêkirin. Di 2011’an de li seranserê Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û li seranserê cîhanê bi hezaran kes bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan.Di 2024’an de li Strasbourg, Bruksel û Berlînê meşên mezin pêk hatin.
Li Rojava û Başurê Kurdistanê çalakî û kampanya
Di 2017’an de li Başurê Kurdistanê Rêxitsina Ciwanên Welatparêz, Rêxistina Jinên Ciwan a Têkoşer û Rêxistina Ciwanan a Jiyanaweyî ji Hewlêr heta Silêmaniyê meşek dirêj pêk anîn.
Li Rojava di 2023’yan de di çarçoveya kampanya îmzeyan de 2 mîlyon û 646 hezar û 211 îmze hatin komkirin û pêşkêşî NY û Konseya Ewropayê ha tkirin. Heman salê Tevgera Jinan a Azad a Kurdistanê (RJAK) bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re mafê hêviyê’ kampanya da destpêkirin û bi sedan name şandin ji NY’ê re.
Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirgirêka Kurd re çareserî’
Sala din bi dirûşmeya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di asta global de kampanya hatin destpêkirin û li her derê hat meşandin. Vê kampanyayê bi çalakî û meşê hatin kirin bala rayagiştî ya cîhanê kişand. Di çarçovey akampanyayê de, grevên birçîbûnê, Nobetên Edaletê û meş pêk hatin.