Kongreya Star 20 salî ye: Xebatên me dewam dikin

  • 09:04 15 Ocak 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
RIHA- Berdevka Kongreya Star Rihan Loqo têkildarî salvegera damezrandina Kongreya Star nirxandin kir û diyar kir ku ew weke 12 komîte hatine birêxistinkirin û got, “Em rê nadin ku me vegerin sedsalên 17-18’an. Ji bo ev sedsal bibe sedsala azadiya jinê em ê berxwedanê mezin bikin. Weke ku Rêber Apo jî gotiye, em ê sedsala 21’ê weke sedsala jinan îlan bikin.
 
Sîstema serdest a mêr ku roj bi roj hewl dide li cîhanê kûr bibe, bi guhertina polîtîkayan hewl dide hebûna xwe bidomîne û li hemû beşên civakê bi taybet jinan belav bibe. Lê belê ev rastiyeke nayê înkarkirin ku dewletên emperyalîst hewl didin civakê di ser jinê re bikin koleyên nûjen. Di dema ku asta têkoşîna jinan a li hemberî vê yekê her ku diçe digihêje qonaxeke cuda, bi rejîmên ku li gelek welatên cîhanê hewl tê dayîn bêm avakirin, cihê jinê bi tevahî ji civakê tê paqijkirin. bi taybetî li Rojhilata Navîn ev yek tê kirin.
 
Yekitiya Star di 15'ê Çileya 2005'an de bi pêşengiya jinên Kurd li Sûriyeyê ku ji aliyê rejîma Baas ve dihat birêvebirin, damezrandina xwe ragihand. Lê Yekitiya Star ku ji ber zextên rejîma Baas hewl dida bi dizî xwe birêxistin bike, ji bo xwe birêxistin bike hin caran endamên wê  bi  binçavkirin, girtin û qetlîaman re rûbirû dihatin. Yekitiya Star ku di encama têkoşînê de roj bi roj mezin dibe, bi Şoreşa Rojava re veguherî rêxistineke jinan a konfederal. Yekitiya Star di kongreya xwe ya 7’an a sala 2016’an de biryar da ku navê xwe biguherîne û wekî Kongreya Star berdewam bike.
 
Kongra Star ku ji roja damezrandina xwe heta niha gelek proje pêk anîne, di Şoreşa Rojava de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn, bi awayekî aktîf cih digire û di serî de jinên kurd îlhamê dide hemû jinên cîhan;ê . Bi giştî bı 12 komîteyên ku jı perwerde, dîplomasî, edalet û aboriyê pêk tên xebatên xwe didomîne.
 
 Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, têkildarî armanca avakirina Kongreya Star û xebatên ku didomin de nirxandin kirin.
 
 Peyama pîrozbahiyê
 
Rihan Loqo, anî ziman ku jinan ji bo rêxistinbûn û avabûneke mîna Kongreya Star têkoşîneke mezin dan û got, “Ev têkoşîn li dijî nîjadperestî, zayendperestî û olperestiyê hat dayîn. Ji ber ku li xaka Sûriyê rejîma Baas hebû û pêkanînên wê yên zordest li dijî jinan hebûn. Jin di tu qadên jiyanê de nehiştin. Tenê bi têkoşîna jinê me karibû xwe bi rêxistinbûn bikin, lewma ez vê salvegerê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikim."
 
Damezrandina Kongreya Star
 
Rihan Loqo, bal kişand ser dîroka damezrandina Kongra Star û wiha got: “Di rejîma Baasê de cihê jinan tune bû. Ji bo tu sazî û dezgehên ku jinên kurd dixwestin ava bikin destûr nedihat dayîn. Lê jinên Kurd cesareteke mezin nîşan dan û di seri de bi navê Yekitiya Star xwe bi rêxistin kirin. Rêgezên Yekitiya Star parastina çand, ziman, hebûn, nasname û erdnîgariyê bû. Têkoşîna Kongreya Star di heman demê de ji hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên li Sûriyê re bû îlham. Her wiha bi rola pêşeng a ku leyîst, hemû saziyên din ên jinan li Sûriyeyê bi nasnameya xwe dest bi rêxistinkirina xwe kirin."
 
'Gavên dîrokî hatin avêtin'
 
Rihan Loqo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xistin û diyar kir ku destkeftî bi êrîşan re bûne hedef. Rihan Loqo got, “Ez hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Reyhan, Yûsra, Hindûseed, Kamer, Jiyan û rêheval Kerem ê ku herî dawî li Tişrînê hat qetilkirin, bi bîr tînim. Van hevalan bi cesaret û biryardariyeke mezin xebatên xwe meşandin. Em ê xeyalên hevalên xwe yên şehîd û têkoşîna wan bilind bikin. Kongreya Star ji bo jinan di hemû beşên civakê de qada rêxistinî û hevgirtinê vekir. Weke Kongreya Star em bi saziyên din ên jinan re di nava têkiliyê de ne. Di sala nû de bi Konfederalîzma Demokratîk re em dikarin çi projeyekê bikin? Em li ser vê yekê dixebitin û di vî warî de gavên dîrokî hatin avêtin”
 
 'Me jineolojî ji xwe re kir bingeh'
 
Rihan Loqo diyar kir ku ew bi xebat û projeyên xwe ji bo jinên herêmê mînak in û got, “Kongreya Star niha bi 12 komîteyan de xwe bi rêxistin kiriye.  Em armanc dikin ku jin civakê bi hişmendî û rêxistinî bi rê ve bibin. Li ser bingeha Jineolojiyê em armanc dikin ku jin di hemû qadên civakê de cihê xwe bigire. Her şoreşek xwe dispêre şêweyekî zanistê. Em Jîneolojiyê jî ji bo xwe weke perspektîfekê dibînin. 20 sal in em têkoşînê didin. Ev têkoşîn bi qahremanî hat kirin. Em weke Kongreya Star projeyên ku me ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû jinên Sûriyeyê dane pêşiya xwe, bi cih tînin û ji bo vê jî têdikoşin. Em dixwazin bi yekîtiya jinan Sûriyeke demokratîk ava bikin û  em dixwazin tecrûbeyên xwe parve bikin. Em dixwazin mozaîka jinan a ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kiriye, li hemû qadên Sûriyê pêş bixin. Em dixwazin bi têkoşîn û keda jinan Sûriyê ji nû ve ava bikin. Em ê ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
 Polîtîkayên hikûmeta demkî
 
Rihan Loqo destnîşan kir ku xebatên li ser peymana jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ragihandina peymana jinan nêzîk bûye. Em dixwazin vê peymanê pêşkêşî hemû jinên Sûriyeyê bikin. Me bi daxuyaniyên ku berê dabûn planên Sûriyeya demokratîk çêkir. Em ê li ser YPJ, nîzama giştî, hêzên parastinê, rêxistinên jinan, parastina zarok û astengdaran, nasnameya jinê bixebitin. Ji bo vê yekê projeyên me hene. Em dibînin ku têkoşîna jinan her ku diçe mezin dibe û belav dibe. Lê êrîş roj bi roj dijwartir dibin. 8'ê Kanûna 2024'an roja hilweşîna rejîma Baas ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo jinan girîng bû. Rejîma Baasê rê neda jin xwe birêxistin bike û ji bo pêşî li vê yekê bigire li hemberî jinan nêzîkatiyeke gelekî zordar hebû. Bi sedan jin di zindanan de dîl hatin girtin. Lê em ji rêveberiya nû re vê dibêjin: Em ê ne dîktatoriya rejîma Baas û ne jî rêveberiyeke nû ya olî ya ku tê xwestin bê avakirin qebûl bikin. Weke jin me pêşengiya şoreşê kir û li dijî tiştên ku rejîma Baas li ser me ferz kiribûn rawestiyan. Em ê li dijî polîtîkayên olî yên HTŞ’ê jî bisekinin.”
 
biryardariya têkoşînê
 
Rihan Loqo got, "Êrîşên li ser destkeftiyên jinan giran in" û wiha dewam kir: "Ji bo jinan paşve bixin her roj qanûnên nû derdixin. Em ê nehêlin me vegerînin sedsalên 17-18’an. Ji bo ev sedsal bibe sedsala sazadiya jinê em ê berxwedanê mezin bikin. Weke ku Rêber Apo jî gotiye, em ê sedsala 21’ê weke sedsala jinan îlan bikin. Em ê vê sedsalê di serî de diyarî jinên Kurdistanê û hemû jinên cîhanê bikin. Çi dibe bila bibe em ê bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' bijîn."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Etiketler:

jinnews kurdistan