Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin!

  • 13:26 8 Çele 2018
  • NAROJANE
DÊRSIM - Girtiyên jin ku di girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê de tên girtin û ji 1'ê mijdara 2017'an de di greva birçîbûnê de ne sirgûnî girtîgehên  cuda tên kirin.
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên jin ku li girtîgeha Xerpêtê dan destpêkirin di roja 69'emîn de berdewam dike. Girtiyên ku li hin qawîşan piştî 10'ê mijdarê greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger greva birçîbûnê berdewam dikin hat aşkerakirin ku hinek ji wan hatine sirgûnkirin.
 
Buroya  Hiqûqnasên Bindestan diyar kir ku muwekîla wan a di heman demê de Gaziya Pirsûsê ye Îlke Başak Baydar ku ji 1'ê Mijdarê de di greva birçîbûn de ye sirgûnî Gîtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2  a hîlwana Riyayê hatiye kirin.   
 
Herwiha hat aşkerakirin Endamên Meclsîsên Federasyona Sosyalît (SMF) Dersim Konak, Gîzem Yamaç û Çîgdem Kilinç jî hatine sirgûnkirin. Girtiyeke ku ji girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T ya Rihayê  bi telefonê li malbata xwe geriya diyar kir ku Dersim Konak anîne qawîşa wan.
 
Herwiha hat aşkerakirin ku Leyla Elma ya li qawîşa D6 jî sirgûnî Girtîgeha Osmanyeyê hatiye kirin. Rayedarên Girtîgeha Xerpêtê ya Jinan derbarê girtiyan de tu agahî nedan û malbatan diyar kir ku rêveberiyê beriya niha ragihandibû ku wê girtiyan sirgûn bikin. Xizmên girtiyan ên ku gotin Sirgûn ji bo têkbirina berxwedanê tên kirin anîn ziman ku wê berxwedan berdewam bike.