Malbata Şenyaşar: Dozger wê hesab bidin

  • 13:47 31 Adare 2023
  • NAROJANE
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 739'an de berdewam dike di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Dozger wê li pêşberî dadgeriya serbixwe û bêalî hesab bidin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber Edliya Rihayê berdewam dike. Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 9'ê Adara 2021'ê hate destpêkirin, di roja 739'an de ye. 
 
Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê axivî û diyar kir ku li welat hiqûq tê binpêkirin û dadgerî serbixwe û bêalî nîne û got: "Li nexweşxaneya dewletê komkujî hate kirin. Bi sedan şahidên komkujiyê hene. Her wiha dîmen hene, le belê yê ku komkujî kir ji ber ku wekîlekî ji partiya desthilatdar e, dadgeriyê karê xwe nekir. Ji ber vê yekê jî zilmê dike."
 
Ferît Şenyaşar bi bîr xist ku tevî dayika xwe Emîne Şenyaşar 2 sal in li ber edliyeyê nobedê digire û wiha axivî: "Dema ku ev desthilatdarî çû, wê bi êş, zilm û karên xwe yên nelirê bê bîranîn. Li tevahiya Tirkiyeyê bêhiqûqî heye, lê belê bêhiqûqiya herî mezin li qesra edliyeyê ya li pişt me dibe."
 
Ferît, nerazîbûn nîşanî girtina 23 kesan a li Pirsûsê da ku rêveberên HDP'ê jî di nav de ne hatin girtin û wiha bi lêv kir: "Em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. Welatêm e di demeke nêz de dikeve hilbijartinê. Piştî hilbijartinê dema ku desthilatdarî hate guhertin, dozgerên ku ev biryara bêhiqûqî dan wê li pêşberî dadgeriya serbixwe û bêalî bêne darizandin."