‘Bila zarok bi zimanê xwe mezin bibin'

  • 09:02 10 Temmuze 2021
  • NAROJANE
Sema Çaglak
 
AMED - Jinên amedî bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê kurdî û gotin: "Zarokên me ji mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê par dimînin. Divê bi taybetî malbat hewl bidin ku zarok zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin. Bila zarok bi zimanê xwe mezin bibin."
 
Ji bo bidestxistina perwerdeya zimanê zikmakî bi salane têkoşîn tên dayîn. Bi hevkariya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî kampanyayek hatibû destpêkirin. Lê belê ji xeynî vê jî xebatên curbicur tên kirin. Her wiha di nav xebatan de zarok jî nehatin jibîrkirin. Pêşengtiya vê xebatê jî MED-DER kir. Di rojên borî de MED-DER li gundên Amedê şahiya zarokan pêk anî. Malbatên zarokan ên ku tevlî şahiya bûn derbarê parastin û perwerdeya bi zimanê kurdî de ji ajansa me re axivîn.
 
'Ez dixwazim zarokên min bi kurdî bijîn’
 
Nuray Temîz diyar kir ku ew bi zarokên xwe re tim kurdî diaxive û dixwaze zarokên wê jî bi zimanê dayikê perwerde bibe. Nuray anî ziman ku wê zimanê kurdî piştre fêr bûye û got: “Ez li bajarê Yozgatê bûm û min qet kurdî nedizanî. Piştî ku tayîna birayên min hat Amedê ez fêrî kurdî bûm. Niha ez nxwazim bi tirkî biaxifim û hewil didim ku zarokên min tenê bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. 5 zarokên min hene. Hemû jî bi kurdî diaxivin. Li dibistanê bi tirkî perwerdehiyê dibînin lê li malê tirkî naaxafin."
 
‘Divê tu zarok zimanê xwe ji bîr neke’
 
Hatîbe Temîz jî destnîşan kir ku gelek zarok ji mafên xwe yên bi perwerdehiya zimanê zikmakî bêpar tên hiştin û ev tişt anî ziman: “Gelek zarok tenê li malê kurdî diaxivin. Gava diçin derve dest bi axaftina bi tirkî dikin. Ji ber ku perwerdehiyek bi zimanê me tune, zarokên me jî ji mafê perwerdeya zimanê xwe bêpar dimînin. Divê tu zarok zimanê xwe ji bîr neke.”
 
‘Ji bo zarokan divê dibistanên bi kurdî vebin’
 
Songul Aslan jî axivî û destnîşan kir ku divê hem ji bo zarokan hem jî ji bo jinan perwerdehiya zimanê bê dayîn û wiha axivî: “6 zarokên min hene û ez hewl didim ku fêrî zimanê xwe bibin. Divê hemû malbat di vê warê de hewil bide ku zarok zimanê xwe ji bîr neke. Li ku derê dibin bila bibin divê bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Em ji Mêrdînê koçberê vir bûn. Ji bo ziman gundê me hatin valakirin û şewitandin. Heya ku em hebin em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em dixwazin ji bo zarokên me dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerdê didin bên vêkirin. Di vê aliyê de rol û misyona malbatan gelek mezin e. Bila malbat jî kurdî hînê zarokên xwe bikin. Ne tenê ji bo zarokan divê ji bo jinan jî perwerdeya zimanê bê dayin. Ji ber ku gelek jin zimanê kurdî nizanin û zarokên xwe wisa mezin dikin.”  
 
‘Nahêlin ku zarok bi zimanê xwe mezin bibin’
 
Fehîme Demîr jî destnîşan kir ku ew kurd in û zimanê van jî bi kurdî ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber vê yekê em mecbûr in ku bi zimanê xwe xeber bidin. Em dixwazin giş zarokên me bi zimanê dayikê biaxivin. Tirkî jî lazim e lê belê bê zimanê dayikê jî nabe. Lê hertim zimanê me qedexe dikin û nahêlin ku zarok bi zimanê xwe mezin bibin. Lê  heke zarok bi zimanê xwe mezin bibin ew ê xweştir bibe.”
 
‘Li gundan zarok zimanê xwe ji bîr nakin’
 
Herî dawî jî Eyşan Dogan axivî û diyar kir ku bila zarok bi kal û pîrikên xwe re biaxivin û zimanê xwe winda nekin û wiha got: “Li gundan zarok zimanê xwe ji bîr nakin, bi zimanê xwe diaxivin. Lê li bajaran gelek zarok zimanê xwe êdî ji bîr kirin e. Li vir giş zarokên me bi kurdî diaxivin. Bi kal û pîrikên xwe re diaxivin û kurdî dielimin. Em jî li gorî hêza xwe hewil didin ku axaftina bi zimanê dayikê li derdora xwe belav bikin.”