Doza Kobanê: Dê dîrokê berxwedêr binivîsin 2023-07-03 15:21:39       ENQERE - Girtiyên siyasî ku di Doza Kobanê de derbarê mutalayê de nirxandin kirin ji bo parstinê dem xwestin. Saht Tuncel jî got " Ji ber ku edalet tune ye hûn doza kumpasê didomînin. Dê dîrok dosyaya Kobanê darizîne. Dîrokê berxwedêr dinivîsin."   Danişîna 26’emîn a Doza Kobanê di rûniştina roja ewil de li eywana dadgehê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.    22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dozê bi rê ve bir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û parêzerên dozê tev li danişînê bûn.   Hin siyasetmedarên girtî li ewyana dadgehê amade bûn û hin siyasetmedar jî ji girtîgehên lê girtî ne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.    Piştî tespîta nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin, danişînê dest pê kir. Dozger daxwazên parêzer û siyasetmedaran ên ji bo dema zêde ya parastinê red kir û xwest biryara qebûla mazeretên din bê dayîn. Paşê siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser naveroka doza jê tên darizandin. Ata li dijî mutalaya dozger daxwaza mutalaya zêde kir.    Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel axivî û qurbaniyên Hotêla Madimakê bi bîr anî.    ‘Herkes rola Ocalan dizane’    Sebahat bertek nîşanî girtina rojnamevan Merdan Yanardag da û wiha got: “Birêz Ocalan ji sala 2011’an ve bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin pêk neaniye. Bibîrxistina vê ji hikûmetê re hinceta girtinê ye. Ma gelo em qala tecrîdê ji we re nekin? Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Dema ku bi kêrî wan tê dixwaizn birêz Ocalan bikin amûr. Halbûkî Erdogan jî di nav de her kes rola Ocalan dizane. Çima ew mase hilweşandin? Ji ber têkiliyên xwe yên bi El Qaîde û DAIŞ’ê re pêvajo bi dawî kirin. Heta ku ev tişt neyên axaftin li vî welatî demokrasî û edalet pêk nayê. Ji ber ku edalet tune hûn vê doza komployê dimeşînin. Dîrok wê Dosyeya Kobanê bidarizîne. Dîrok kesên li berxwe didin dinivîsine.”    Paşê jî Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak axivî û li ber mutalaya dozger rabû.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û destnîşan kir ku şandeya dadgehê dixwaze di demek kin de ceza bide wan û ser dozê bigire û ji ber vê îktidarê rayeya bêsînor a sûckirinê daye dadger û dozger lewma jî dibin şirîkên sûc.    Dû re jî parlamentera HDP’ê ya berê Emîne Beyza Ustun ku negirtî tê darizandin jî axivî û xwest mutalaya hatiye amadekirin paşve were vegerandin.