Êrîş û binçavkirin hatin şermezarkirin 2023-04-25 11:25:57     SÊRT - Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Sêrtê bertek nîşanî operasyona navenda wê Amed bû da û binçavkirin şermezar kirin.    Beriya hilbijartinê îro di danê sibehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran navenda wê Amed operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyonê de gelek rojnameger, parezêr, hunermend û siyasetmedar hatin binçavkirin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Sêrtê li ber avahiya xwe bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirinan da û operasyona hat kirin şermezar kir. Hevserokên HDP’ê yên Sêrtê, Rêxistina PArtiya Çep a Kesk ya Bajarê Sêrtê, Hevşaredarên HDP’a Sêrtê, Parlementerê Sêrtê Sidik Taş,  Namzetên Partiya Çep a Kesk ya Sêrtê, MEBYA-DER, Tevgera Jinên Azad(TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.   Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş di daxuyaniyê de axivî û got: “Ev operasyona li dijî rojnameger, hiqûqnas, sîyasetmedar û hunermendan nîşaneya tirsa AKP’ê MHP’ê ye. Ji ber ku hilbijartin nêz bû dikevin nav liv û tevgeran. Ev operasyın jî têkçûyîna wan diyar dike. Lê ev operasyonên li hember geş wê gavê bi me paşve nede avêtin.”