Hevseroka HDP’ê ya tahliye bûye Gonul Ozturk: Em ê zêdetir xwe bigihînin jinan 2022-08-26 09:02:34   Zelal Tunç   AGIRÎ - Hevseroka HDP’a Bazidê Gonul Ozturk binpêkirinên mafan ên di pêvajoya binçavkirin û girtinê de vegot û da zanîn ku li hember siyasetmedarên jin zextên taybet pêk tên. Gonulê da zanîn ku piştî tahliye bûye xebatên xwe meşandiye û wê hîn zêdetir xwe bigihinin jinan.   Hevseroka HDP’a Bazida Agiriyê Gonul Ozturk di encama operasyona li hember siyasetmedarên Kurd de di 22’ê Nîsanê de hat binçavkirin û di 4’ê Tebaxê de ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Gonulê destnîşan kir ku bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatiye girtin û got li girtîgehan bi gelek binpêkirinan re hatiye rû hev.   Gonulê destnîşan kir ku li navçeyê li hember siyasetmedarên jin polîtîkayek taybet di dewrê de ye û ji ber vê jî li hember endamên meclîsê û xebatkarên partiyê bi îdiayên vala gelek lêpirsîn tên vekirin û got: “Der barê min de gelek lêpirsîn hene û di çarçoveya vê de gelek caran hatim binçavkirin. Herî dawî di 22’ê Nîsanê de polîsan bi ser mala min de girtin, min binçav kirin. Beriya wê jî gelek caran deriyê min hatin şikandin û ez hatim binçavkirin. Zarokên min ji ber zexta hat kirin psîkolojiya wan xira bû.”   ‘Ez hatim tehdîdkirin’   Gonulê axaftina xwe wiha domand: “Çar rojan binçavan de ma. Di bin navê sohbetê de ez birim odeyekê û pirs pirsîn. Min bertek nîşan da. Piştre bi îdiaya endamtiya rêxistinê ez hatim girtin. Dema îfadeya li dozgeriyê de polîsan ewraq bir ji dozger re û li ser dosyayê wan rê dida ber. Polîs ewraq bir ji dozger re. Min îtîraz kir lê dozger tehdîda dengê xwe neke kir. Parêzerên min ligel min bûn. Lê wî jî nikaribû tiştekî bike. Ez bi awayekî dijhiqûqî hatim girtin. Bi hinceta pandemiyê ez hefteyekê di hucrê de hatim girtin. Gelek carna min îtîraz kir lê wek dijmin nêz bûn.”   ‘Gardiyan û leşkeran bi gotinan tacîz kir’   Gonulê bi lêv kir ku li girtîgeha Tîpa L ya Panosê li hember girtiyan binpêkirinên dijmirovahî pêk tên û ew jî bi heman pêkanînan re rûbirû maye û wiha nirxandin kir: “Bi kelepçeyê girtiyan dibin dermankirinê. Dema me bertek nîşan dida vê carê randevuya me ya nexweşxanê dihat betalkirin. Girtiyek jin ya pîr ji bo diranan çû nexweşxanê. Lê berovajî kelepçe kiribûn.  Bertek nîşan dabû û bêyî derman bikin şûnde anîn. Diranên girtiyê tune bûn. Nikaribû xwarinê bixwe. Lê bi kêfî derman nekirin. Dema bertek nîşan da gardiyan û leşkeran bi gotinan tacîz kirin.”   Cezayê hucreyê   Gonulê binpêkirinên din wiha rêz kir: “Me nikaribû xwe bigihînin alavên jiyanî yên taybet. Ava me bîhna laximê jê dihat. Ji ber vê me av digirt. Gramaja nan biçûk bû û em têr nedibûn. Xwarin gelek xerab bûn. Girtîgeh veguherîbû îşkencexanê. Berê jî li girtiyan îşkence hatibû kirin. Tevî îşkenceyê bi hinceta li dijî peywir derketine ceza hucrê didan. Mizgîn Kayitbey ji ber cezayê bi mehan berê lê hatibû birîn dema ez hatim berdan hîna 15 roj cezayê wê yê hucrê didomiya.”   ‘Wê jin desthilatdariya wan bişkînin’   Gonulê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku piştî tahliye bûye jî xebatên xwe domandiye û wiha dawî lê anî: “Li navçeya li hember siyasetmedarên jin û xebatan polîtîkayek taybet tê meşandin. Armanca wan ev e ku jinan ji xebatan dur bigirin. Lê çi dibe bila bibe em ê xebatên xwe bidomînin. Em jin natirsin. Ew ji jinan ditirsin. Ji ber dizanin ku jin wê desthilatdariya wan tune bikin. Ji ber vê em xebatên xwe ji cihê maye didomînin. Em ê xwe zêdetir bigihînin jinan.”