Cenazeyê Ebru îro wê îro bê definkirin 2020-08-28 15:18:49   STENBOL - Cenazeyê Ebru Tîmtîk ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da îro li Goristana Gaziyê wê bê definkirin.   Parêzer Ebru Tîmtîk a ku bi hempîşeyê xwe Aytaç Unsal re bi daxwaza 'darizandinek adîl' di rojiya mirinê de bû duh li Nexweşxaneya Dr. Sadik Konuk a Lêkolîn û Perwerdê ya Bakirkoya Stenbolê ku lê dihat girtin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ebruyê îro li ser wesiyeta wê li gel dayika wê li Goristana Gaziyê wê bê definkirin.   Li  gorî agahiyên ku ji parêzeran hatin girtin hat diyarkirin ku biryê Ebruyê Barkin Tîmtîk ê ku ji bo tevli merasîma cenaze bibe destûr xwestibû di serî de jê re destûr hatiye dayîn û piştre bi hinceta vîrusa koronayê destûra wî hatiye îptalkirin.   Dorpêça polîsan a li Mala Cemê ya Gaziyê berdewam dike. Destûr nayê dayîn ku xizmên Ebru parêzer bikevin hundir.