Li Merdînê bernameya 1'ê Îlonê hat aşkerekirin 2020-08-24 12:00:06   MÊRDÎN - Têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya cîhanê, Rêxistinên HDP, DBP, TJA û MEBYA-DER'ê daxuyanî dan û bernameya xwe aşkere kirin.    Rêxistinên HDP, DBP, TJA û MEBYA-DER'ê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya cîhanê daxuyaniya hevpar dan û bernameya 1'ê Îlonê aşkere kirin. Nûnerên partî û rêxistinan li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salîh Kuday, diyar kir ku wan bername li gorî rewşa pandemî û vîrûsê amade kirine. Salîh, anî ziman ku dê li her navçeyê bernameya 1'ê Îlonê li dar bixin û çalakiyên 1'ê Îlonê dê hefteyekê berdewam bikin.