Jin û xendekaran bertek nîşanî tehliyekirina Hasan Bîlîgîlî dan 2019-06-19 13:55:26   ENQERE - Xwndekarên zanîngehê û rêxisitnên jian ku bertek nîşanî tehliyekirina gûmanbarê tecawizkar Prof DR. Hasan Bîlîgîlî dan wiha gotin: "Tê zanîn ku li zanîngehan gelek akademîsyenên tacîzkar hen. Li gel ku rêveberiya zanîngehê hemû tiştên hatine kirin dizane jî  çavê xwe digire û ji nedîtî ve tê. Em li zanîngeh û dibistanên xwe tecawizkaran naxwazin."   Xwndekarên zanîngehê û rêxisitnên jian ku bertek nîşanî tehliyekirina gûmanbarê tecawizkar Prof DR. Hasan Bîlîgîlî dan, li ber Rektoriya Zanîngeha Enqereyê ya li Tandoganê bûyer şermezar kirin. Girseya ku di bin pankarat bi sernavê, "Li dijî tacîz û tecwizê têkişîn" hatin gel hev  dowîzên "Em hasan Bîlgîlî naşofînin" hiligirtin. Li ser navê girseyê daxuyanî ji aliyê xwndekara Fakulteya Baytariyê Buşra Gerçek ve hat xwendin.   Piştî daxuyaniyê  Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Enqereyê Alî Karakoç jî wiha got: "Akademîsyenên ku fikra xwe gotin hatin îxrackirin. Lê niha profesorekî ku li zanîngehê hatiye hiştin tecawizî hevala me kiriye. Ez bang li YOK'ê dikim ku erka xwe bi  cih bîne. Me niha Wekî Odeya Tabîban derbarê Huseyîn Şenyurt de lêpirsîn daye destpêkirin.    Daxuyanî bi dirûşman hat bidawîkirin.