Parêzeran hevdîtin bi CPT re kirin, daxwaza serdana Îmraliyê kirin

  • 14:40 2 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî diyar kir ku di serdanê de rapora têkildarî serdana Îmraliyê anîne rojevê û xwestine ku CPT biçe hevdîtinek nû bike. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin. Ocalan 43 meh in bi tecrîdek giran re rû bi rû ye û tu agahî jê nayê wergirtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku mudafîtiya Abdullah Ocalan dike, ji bo hevdîtinê di nava hewldan û têkoşînê de ne. Parêzerên Abdullah Ocalan bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re hevdîtin pêk anîn. 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez têkildarî hevdîtina bi saziyan re ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Îbrahîm diyar kir ku wan di hevdîtina bi CPT’yê re destnîşan kirine ku “tecrîd hatiye astek ku nayê tehamûlkirin.” Îbrahîm anî ziman ku wan ji şandeya CPT’yê re ragihandine ku mînak û nimûneyên pergala tecrîda li Îmraliyê li tu deverên cîhanê nîn e û got: “Her wiha me ji CPT’yê re got ku divê hûn rapora xwe ya amadekirî eşkere bikin. Her çiqas rapor eşkere kirin jî lê 2 sal bi ser re derbas bûne û ji ber ku zeman lê ketiye me ji CPT’yê xwest ku demildest biçe serdana Îmraliyê.” 
 
Îbrahîm  bal kişand ser tiştên ku CPT ji wan re aniye ziman û wiha axivî: “Şandeya CPT diyar kir ku ew ji sala 1999’an ve bi Îmraliyê ve ji nêz ve eleqedar dibin. Ji me re gotin ku ji bo ew tecrîdê rakin her tim bi hikûmeta Tirkiyeyê re di nava danûstandinê de ne. Her wiha ji bo raporê gotin bêyî erêkirina Tirkiyeyê ew nikarin raporê eşkere bikin, lê ji bo ku erêkirina Tirkiyeyê werbigirin, di nava hewldanan de ne.” 
 
Îbrahîm anî ziman ku bi Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê re jî hin hevdîtinên dîplomatîk pêk anîne. Îbrahîm Bîlmez da zanîn ku wan di hevdîtinên xwe de behsa tecrîda girankirî û cezayê hepsê yê muebeda girankirî kirine û ji rayedaran re ragihandine.