Rojnameger Berîvan Altan: Me ne bêdengî berxwedan tercih kir

  • 09:05 11 Çile 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Rojnameger Berîvan Altan ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne diyar kir ku wan ne bêdengî berxwedan tercih kirine, ji ber rastî nivîsîne hatine girtin. Berîvanê diyar kir ku sedema neamadekirina îdianameyan jî ji ber ku pêvajoya hilbijartinê de girtî bimînin tê kirin û wiha got: “Ez bang li rojnamegerên ku li dijî zextên li ser çapemeniya azad bêdeng dimînin dikim. Ger ku dixwazin di tarîtiyê bimînin azadî ya wan e.” 
 
Di 25’ê cotmeha 2021’ê de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Enqereyê de nûçegîhanên JINNEWS’ê Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra Karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Salman Goleryuz, Emrullah Acar, Hakan Yalçin hatin binçavkirin û di 29’ê cotmehê de hatin girtin.
 
Rojnameger Berîvan Altan ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye der barê îdianameya ku du mehe nehatiye amadekirin û binpêkirinên mafan de axivî.
 
Berîvanê diyar kir ku ji desptêkê ji 25’ê cotmehê û şûnde di pêvajoyê de gelek dijhiqûqî hebûne û got: “Dema ez binçavkirim li ber derî dam sekinandin û berovajî kelepçe kirin. Di esasê de ev mîzansenek bû. Li derve polîsê tevgera taybet û du polîsên jin amade bûn. Ji bo mîzansena ku serê min bitewînin her tişt amade bû. Lê min got ez bitewînin jî ez ê berxwe bidim.”
 
‘Min li ber xwe da’
 
Berîvanê diyar kir ku polîsan bi israr hewl dane heman dîmen bên kişandin û wiha dirêjî dayê: “Em çûn emniyetê. Polîsa jin got me nede zorê em jî te nedin zorê.Yanî digotin em serê te ditewînin tu dengê xwe neke. Lê min berxwe da. Li nezaretxanê jî wisa kirin. Tevî hemû israrên wan min bi înyat berxwe da.”
 
‘Azadî şikandina tabuyane’
 
Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Cudahiya girtîgehê ya ji derve tenê çar dîwar in. Hemû kar û barên rojane wek hev in. Di alî azadiya fîzîkî de sînorkirinan wate winda kirine. Azadiya esas şikandina tabuyan e.  Lê tevî derfetên bi sînor têkoşîna rêxistinirî û hevalî gelek girîng e. Tecrubeyên girîng tên bidestxistin. Ligel vê em nîqaş û analîzan dikin. Ligel van geşedanên siyasî jiyanî û rojevî tên şopandin. Min li derve nikaribû bixwenda lê min li hundir xwendin ji nûve da destpêkirin.”
 
‘Beriya me bînin girtîgehê koxuşa me hatibû amadekirin’ 
 
Berîvanê destnîşan kir ku dema nû birine girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û got: “Beriya me bibin koxuşê li odeyekê dan sekinandin. Av nedan me. Heta derengiya şevê av nedan. Ez gelek nebaş bûm. Piştî vê av anîn. Em birin koxuşa F-2. Yanî beriya me bînin koxuş hatibû amadekirin. Li wir her tişt bi pereye. Prîzên koxuşan dixebitin. Wekê di prîz nayên bikaranîn. Li odeya muşahadê li ser lingan mijartin, ferzkirina qerta nasnamê  jî yek ji binpêkirinên mafane. Ji bo mase û kursiyan me hefteyekê daxwazname da. Lê ew jî carekê de nedan. Ewl kursî piştre mase anîn. Ji bo navê kesên di lîsteyên hevdîtinê de cih digire jî astengiya ‘biguman’ anîn. Hevdîtinên bi hevalên me re tên astengkirin. Bersivên tên dayîn jî hincetên her demê ne.”
 
‘Daraz bûye siyasî’
 
Berîvanê balkişan ser neamadekirina îdianameyan û anî ziman ku sedema neamadekirina îdianameyan eve ku pêvajoya hilbijartinê de rojnameger girtî bimînin û wiha dirê jî dayê: “Ji ber vê em napên ku îdianame zû bê amadekirinê. Wekê din jî ev operasyonek siyasiye û pêvajo jî li gorî wê pêş dikeve. Bifikirin dadgehê em girtin jî di roja 18’emîn a girtina me de lêkoşîna girtinê kir. Yanî daraz jî bûye siyasî.”
 
‘Me berxwedan tercih kir’
 
Berîvanê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ez bang li rojnamegerên li dijî êrişên çapemeniya azad bêdeng dimîne dikim; Wek Epîktetos gotiye ‘Tu kesê ku ne efendiyê xwe be ne azade. Ez bang li rojnamegerên ku li dijî zextên li ser çapemeniya azad bêdeng dimînin dikim. Ger ku dixwazin di tarîtiyê bimînin azadî ya wan e. Çapemeniya Azad bêdeng nema wê bêdeng nemîne. Ezji bo kedkarê çapemeniya azad ku pênûsên me li erdê nehiştine spas dikim.”