Gulşen Sîncar: Tişta ku di hevdîtinan de derket pêş yekîtî bû

  • 09:12 18 Kanûn 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
AMED - Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Gulşen Sîncar a ku di nava şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê cih digirt, anî ziman ku armanca serdana wan a li Başûr parastina destkeftî, nirx û nasmameya kurdan bû û got: “ Me nêzî bi 20 partî, rêxistin û saziyan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinên me de tişta ku derket pêş yekîtî bû. Di heman demê de pêşniyarên ku hatin kirin em ê kom bikin û bernameyeke hevpar derxin.”  
 
Di 10’ê kanûnê de  Şandeya Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistan ya Bakurê Kurdistanê ku ji parlementer, akademîsyen û çalakvanan pêkdihatin û di heman demê de endamên Platforma Yekitiya Jinên her çar parçeyên Kurdistanê ne, serdana başûrê Kurdistanê kirin. Şande ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endama Platforma Jinên Kurd Nuran Îmîr, Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sincar, Akademisyen Evîn Aydin, Endama Partiya Azad ya Kurdistanê Zeyneb Dîncer pêk dihat.
 
Şande li Hewlêr û Silêmaniyê bi gelek partî, rêxistin, sazî û kesayetên Başûr re hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtin di 15’ê kanûnê de jî bi dawî bû. Di hevdîtinan de nîqaş li ser avakirina yekitiya jinên kurd hat kirin.
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê û endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Gulşen Sincar, têkildarî hevdîtinên xwe yên Başûr de axivî.
 
‘Armanca serdana me parastina destkeftiyan bû’
 
Gulşen, anî ziman ku pêkhateya wan ji pêkhateyên siyasî yên cuda pêk tên û wiha behsa sedema serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê kir: “Weke endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurdistanê ku di sala 2017’an de hat avakirin, me armanc kir ku em vê serdanê bikin. Nêzîkatiya sereke ya platformê herî zêde parastina destkeftî, nirx, nasma û statûya kurdan e. Her wiha dîsa nêzîkatiya nasname û statûya jinê bû, bi hev re rêvebirin bû. Armanca me ya sereka ya çûyînê ew bû ku di her beşê de li ser vê yekê xebat bên meşandin bû.”
 
‘Me nêzî bi sed kesî re hevdîtin pêk anî’
 
Gulşen, destnîşan kir ku şandeya ku çû li Başûr  serdana gelek sazî û dezgehan kiriye û wiha pê de çû: “Serdanên me hem li Hewlêr û hem jî li Silêmanî pêk hatin.  Me yek bi yek hevdîtin pêk anîn. Ji xwe hevdîtinên me di asta dîplomatîk de bûn. Me li Hewlêrê bi Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Azad, Meclîsa Bilind a Jinan û bi kesên şexsî re hevdîtin pêk anî. Di heman demê de bi Sînemxanê re jî me hevdîtin kir. Dema ku em çûn li Silêmaniyê jî me rêxistinên jinan ên serbixwe, pêkhateyên jinan ên girêdayî saziyên siyasî, saziyên Tevgera Îslamî re hevdîtinan pêk anî. Di serdana me ya 4-5 rojan de nêzî bi 20 partî, sazî û dezgehan re hevdîtinên fermî hatin kirin. Hevdîtinên me erênî derbas bûn. Her wiha me di vê pêvajoya 4-5 rojî de nêzî sed kesî re hevdîtin pêkanî.”
 
‘Di hevdîtinên me de tişta ku derket pêş yekîtî bû’
 
Gulşen, bi lêv kir ku ji ber xebata xweser a jinê bû ew li ser bingeha armanc û prensîba platformê bi fikra hesta yekîtiyê ya di nav çar parçeyan de pêk were derketine rê û wiha axivî: “Di her hevdîtina ku em diçûn de me bi vê fikrê hevdîtinên xwe domand. Me sohbetên xwe li ser esasê pêşxistina hest û ramanên hevpar û wergirtina pêşniyar û rexneyan kir. Di sohbetan de gelek pêşniyar hebûn. Em ê van pêşniyaran berhev bikin. Peymana Lozanê, di pêvajoya temamkirina sedsaliya xwe de ye, em dibînin ku li ser erdnîgariya Kurdistanê hesabên pir cidî kirine.  Em wek jinên kurd dibêjin ku wekî sedsala berê em bê bertek nemînin. Em jinên kurd xwedî têkoşîn û berxwedanekî çandî ne û em bi vê hêstê derketine rê. Di hevdîtinan de li ser têkoşîna jinê û ya Gelê Kurd ên ku li ser erdnîqariya Kurdistanê dijîn divê çawa xûrtir be nirxandin hatin kirin. Her wiha rexne hat kirin ku li ser erdnîgariya Kurdistanê çima yekîtiya kurdan nayê avakirin. Me li ser girîngiya yekîtiyê nirxandin kir. Ji demên derbasbûyî heta niha gelek caran em hatin licem hev. Di warê nêzîkatî û ramanên siyasî de gelek cudahî derketin holê. Lê belê ev pêvajo li ser esasê nêzîkatiyeke ku em dikarin pêvajoya siyasî di xala nirx û destkeftiyên hevpar ên çandî û têkoşînê de li şûna nakokiyên siyasî û cudahiyên îdeolojîk bigihînin hev, bû. Me danûstandinên xwe li ser esasê eşkerekirina vîna vê yekê meşand. Me moraleke mezin girt.”
 
‘Pêşketina siyasî bandorê li civakê dike’
 
Gulşen, bal kişand ser êrişên ku li dijî Başûr tê meşandin û serdana di pêvajoyek bi vê rengê de û domand: “Bi salan e êrişê li herêmê dikin. Li dijî van êrişan hikûmetan bersivekî xûrt nîşan neda û ev yek li holê ye. Ji ber vê yekê pêşketinên siyasî bandorê li ser civakê jî dike. Di hevdîtinan li ser vê yekê jî nîqaş hatin kirin. Di hevdîtinan de fikar û gilî hatin ser ziman. Em hêvî dikin ku ev xebat pêşiya van pirsgirêkan bigire û her wiha sazî û rêvebirên herêmê jî bi awayek şênber vîna xwe nîşan bidin.”
 
Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat avakirin
 
Gulşen, dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina “Yekîtiya Jinên Kurdistanê” û wiha axivî: “Pêngava me ya yekemîn ew bû ku em bi jinên ku ji her çar parçeyan di nava tevger û têkoşîna jinan de cih digirin re zêdetir têkiliyê deynin û fikrên xwe parve bikin. Di salên derbasbûyî de platformek hatibû avakirin. Bi pêvajo û geşedanên siyasî re ev platform taybetmendiya xwe winda kir. Em difikirin ku însiyatîfekê ava bikin. Piştî ku ev însiyatîf ava bû em difikirin ku nexşerêya xwe amade bikin. Her çiqasî di aliyê fîzîkî de em nekaribin bên li cem hevdû jî em ê di platformên cuda de bên li cem hevdû û em ê bernameyek xebatên hevpar derxin.”
 
‘Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye’
 
Gulşen, daxuyand ku bi avakirina vê yekîtiyê armanca wan ew e ku hêst û zanista kurdewariyê, parastina nirxên kurdan biparêzin û ev tiştan got: “Ji ber vê pêwîste bi çand, berxwedan û têkoşîna jinê re were pêşxistin. Em dibêjin ku sedsala 21’emîn sedsala jinê ye. Hem li Başûr, Bakûr, Rojhilat û Rojava qadên têkoşîna jinê hatiye pêşxistin. Dema ku em lê dinêrin jin rol û mîsyonek girîng girtiye li ser milên xwe. Herî dawî rastiya Rojhilat ku derket holê em lê dinêrin çandekî têkoşînê ya ku dimeşe sê mehên xwe li paş hişt. Li dijî pergalê raperîna jinê her ku diçe mezin dibe û belav dibe. Nêzîkatiya me ya bingehîn ew bû ku destkeftiyên kurdan bên parastin. Dema ku em dikevin sedsala 21’emîn hest û ramanên me yên hevpar e ku me dike yek, em ne xwediyê luksa windakirina sedsalek nû ne. Pêwîste bi çand, ziman û dîroka xwe helwest û bertekeke xurtir bê nîşandan. Dema ku me vê yekê kir wê demê em ê bikaribin li hemberê êrişên tên kirin bisekinin.”
 
‘Ger jin azad be civak jî dê azad be’
 
Gulşen, di dawiya axaftina xwe de got ew wek pêkhateyên platformê di hevdîtinan de bertek û pêşbiyarên ku hatine kirin kom bikin û li ser vê yekê nîqaşan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her wiha saziyên jinan ên ku me bi wan re hevdîtin kirin dê ji pêvajoyê re çawa bibin bersiv nîqaşan bikin. Ji ber vê yekê jî ji her saziyê bi tevlîbûna kesekê ve însiyatîfekê bê avakirin. Pêşniyarên ku hatin kirin jî bi metra perspektîfê ve tifaqê bîne li cem hevdû. Ji bo pêvajoyên pêş çawa gav bên avêtin, xebat bên kirin. Em difikirin ku vê di hemû astan de pêş bixin. Di qadên ziman, çand, hiqûqê de jî pêş bixin. Bi taybetî li Başûr di hêla jinê de gelek kêmasiyên statüye hene.  Her wiha şerîatê ku dixwazin li wir pêk bînin dîsa fatûraya vê ji jinê tê birîn. Ji bo ku zanist û hêza jinê xurt bikin, taybetî li ser vê yekê bê sekinandin. Jin çiqasî xwe bigûherîne û azad bike, civak jî ew qas bigûhere û azad be. Her wiha di encama vê xebatê de ji ber jin xwedî nirxên xwe derdikeve, bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma.”