Gîna Lennox: Wê rojekê hesab ji AKP û MHP’ê bê pirsîn

  • 09:01 5 Mijdar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Hevseroka Kurdish Lobby Australia (Lobiya Kurd a Avustralya) Gîna Lennox der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federal a Kurdistanê hatine bikaranîn de axivî û got: “Tevî Tirkiye Kurdan hedef digire, bi sedsalan e ji sûcên şer xwe xilas dike. Lê wê rojekê AKP-MHP û fermandarên TSK’ê hesabê vê hovîtiyê bidin.” 
 
Tirkiye yê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, li hember Zap, Metîna û Avaşîn di 17’ê Nîsanê de êrîş dan destpêkirin û di van 6 mehan de  gelek caran hat rojevê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn. Li gorî  nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Navenda Parastina Gel (HSM) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku navbera 14’ê Nîsan û 14’ê Cotmehê de  Tirkiyeyê 2 hezar û 46 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Navbera van çekan de nuklera taktîk, termobarîk, fosfor û bombeya gaza sînîr heye.
 
Rojnamegerên ku bangên ji bo lêkolîn û bikaranîna çekan kirin nûçe û Seroka Konseya Navenda Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber daxuyaniya der barê lêkolînkirina çekên kîmyewî de, ji aliyê AKP û MHP’ê ve hedef hat girtin.
 
Ji her alî bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome û her wiha ji ber  saziyên navneteweyî nakevin tevgerê rê li ber mezinbûna bertekan vedibe.
 
Hevseroka Lobiya Kurd a Avustralyayê Dr. Gîna Lennox pirsên me yên der barê mijara  bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekêm Kîmyewî (OPCW) û tunekirin mafê jiyanê, bersivand.
 
*Der barê bikaranîna çekên kîmyewî de gelek dîmen derketin holê. Divê em vê hîna wek îdia binirxînin an jî Tirkiye van çekan bi kar tîne?
 
Vîdeoya di 18’ê Cotmehê de hat weşandin a jin û mêrekî em gelek bi bandor kirin. Hat diyarkirin ku her du jî mirin e. Seroka TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci  diyar kir ku kesê di dîmen de raste rast ji gazên jehrî bandor bûne. Piştî vê daxuyaniyê bi îdiaya ‘propangandaya rêxistinê kirin’ lêpirsîn li Şebnemê hat vekirin. Di meha îlonê de Bijîşkên Pêşîgirtina Şerê Nukleera Navnetewî (IPPNW) ji bo îdiayan lêkolîn bike ekîbek şand herêma Kurdistanê. Li gorî rapora bijîşkan, li herêmê firaqên ava ax û asîta hîdrolokîk ên ji bo afirandina klorê ya madeya çeka kîmyewiye, hatiye dîtin. 
 
Pispora biyolojîk û kîmyewî ya IPPNW Jan Van Aken gotibû ‘Ez nikarim bêjim êrîşek kîmyewî ye, lê  tespîtên ku divê lêpirsîn bên kirin hene’. IPPNW rapor amade kir û wê ev ji OPCW'ê re bihata ragihandin. Ji ber dewletên OPCW dikarin vê lêkolînê bi OPCW bidin kirin.  Di cotmeha 2019’an de li Sûriyeyê di êrîşên li Serêkaniyê de daneyên ku fosfora spî hatiye bikaranîn hene. Daneyên ku TSK li hember gerîlayên HPG-PKK’ê gazên jehrî yên wek klorê bi kar aniye hene. Ji bo lêkolînek bê alî bê meşandin hewce bi lêkolîna saziyên navneteweyî heye.
 
*Tirkiye van çekan ji ku peyda dike? Elmanya dibêje çekên menşeî ne, berê jî ji Îngîlîstanê madeyên wisa hatibûn îthal kirin û ev ji daneyên Îngîlîtsanê hatibûn belgekirin.
 
Tirkiye û Iraq ya rejîma Baas'ê, paşeroja wan ya bikaranîna çekên kîmyewî ya li herêmê tê zanîn. Wezîrê parastinê Hulusi Akar, gotibû TSK’ê di operasyona Garê de tenê gaza çavan dişewitîne bi kar aniye. Jan Van Aken piştî vê daxuyaniyê got ‘ îhtîmalek mezin nizanibû, lê bikaranîna gaza çavan dişewitîne li gorî Peymana Çekên Kîmyewî qedexe ye.’
 
Dema mirov li tespîtên ku ji aliyê IPPNW ve hatiye komkirin dinêrin, gaza kîmyewî ya li hember gerîla bi kar anîne bi destan hatiye çêkirin. Jan Van Aken gotibû ‘Artêşa Tirk madeya kîmyewî xwe bixwe çêdike.’ Gerîlayê PKK’ê firaqên ji kîmyewî pêk dihatin ku têde gaza klor hatiye çêkirin kifş kirin.  Ava cilan dikare ji market an jî dukaneke taxê bê girtin. Asît û klor jî dikare ji xurdevanekî bê girtin. Hîdroklaorîk asît klorur; di zibil, boyax, elektrokaplama, wêne, tekstîl û kauçuk endustriyê de tê bikaranîn û di heman demê de alava paqijiyê ye. Klor di îmalata kumaş û kaxizan de, ji bo bakteriyê ava vexwarin û hewzan de bên kuştin tên bikaranîn. Ji ber vê jî tespîteke ku em bêjin madeya kîmyewî ji welatekî din hatiye girtin, tune ye. 
 
*Gund û sivîlên li herêmê jî ji pevçûnan bi bandor dibin û neçar dimînin gundên xwe terk bikin. Li dijî vî sûcê şer çima saziyên navnetewî, NATO, NY, rêxistinên mafê mirovan bêdeng in?
 
Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li hember PKK’ê niha gelek gund vala ne û divê ev wisa nedome. Em bên ser berpirsyariya Tirkiyeyê. Tirkiye mixabin bi salane Kurdan hedef digire. NATO Tirkiyeyê mutefîk dibîne û Neteweyên Yekbûyî jî li ser netew dewletan avaye ji ber vê jî tiştên li Kurdan tên kirin yanî aktorên derveyê dewletan, nayên dîtin. Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Oxfam û saziyên din yên mafê mirovan, ji parastina mafê Kurdan wêdetir, têkiliyên bi welatekî re diparêze.
 
*OPCW der barê lêkolînê de dibêje ku heta dewletên alîgir serlêdanê nekin wê lêkolînê nekin. OPCW di vê nokteyê de li ku disekine?
 
Tê zanîn ku OPCW serlêdan û dozên ji aliyê dewletên endam ve tên pêşkêşkirin digire. Di vê bûyerê de em dibêjin wê Fransa pêşkêşî OPCW bike. Belkî jî DYA, Îngîlîstan, Elmanya an jî NATO’yê zext li Fransayê kir ku bi ser bûyerê de neçe. Kî dizane? Êrîşa hatiye kirin bi rapora ku IPPNW amade kiriye wê pêşkêşî hemû welatên endamên OPCW bê kirin. Ji welatên endam yek wê ji neçarî dozê bigire û pêşkêşî OPCW bike. Rêxistinên Kurd ji bo zêdetir serlêdanê divê lobiyê bike. Ji bo welatên wek Iraq, Yewnanîstan, Belçîka, Ermenîstan û Tîmor Leste serlêdanê bikin dikare faliyetên lobî bê meşandin.
 
*PDK’ê nehişt heyeta Ewropa biçe lêkolînê bike. Netew dewlet ji bo berjewendiyên siyasî serlêdanê neke wê kî gel ji van sûcê şer biparêze?
 
Belê divê saziyên navnetewî û pêvajo-hukm bên guhertin. Bi vî awayî aktorên dervê dewletê jî dikarin hesab bipirsin. Desthilatdar wê li dijî saziyên navneteweyî û reformenkirina van pêvajoyan li berxwe bidin. Belkî guherîn bi dehsalan bidome û ji bo guherînê jî hewce bi çavkaniyan wê bê dîtin.
 
*OPCW van sûcan lêkolîn bike, wê di encamê de xwe bigihîne dewlet û hêzên ku çek dane Tirkiyeyê. Ji ber vê gelo dane tên piştguhkirin?
 
Der barê ku Tirkiyeyê çek ji dewletek din girtiye tu tespît tune. Li gorî daneyên raporê nîşan dide ku çekên kîmyewî bi destan û bi alavên ji marketan dikare bên girtin hatiye çêkirin. Bêguman welatên Ewropa bi dehan salane çekên kîmyewî û konvansiyonel ji Tirkiyeyê re peyda dike. Mînak tê zanîn ku Elmanyayê ji bo Saddam Huseyîn çekên kîmyewî peyda kiriye û di operasyona Enfalê ya Halepçeyê de hatiye bikaranîn. Lê di şertên heyî de der barê rastiya vê de tu dane tune ye.
 
*Bi awayekî fermî bikaranîna çekan bê tespîtkirin wê çi encam derkevin holê?
 
Ger Kurd û rêxistinên Kurdan bikaribin mijarê bibin welatekî OPCW wê encam bê girtin. Ger welatek bixwaze vê bike, dikare gelek cezayan bide. DYA, Îngîlîstan û Yekitiya Ewropa ji 2020’an heta niha ceza dide Tirkiyeyê. Mînak DYA’yê  pergala fuzeyê ya Rûs girt û Tirkiye ji bernama balafira şer F-35 avêt. Her wiha DYA’yê  firotina tanq, balafir û keştiyan jî ji bo Tirkiyê da sekinandin.  Hêvîdar im wê rojekê desthilatdariya AKP-MHP û fermandarên TSK’ê hesabên vê hovîtiyê bidin.
 
*Der barê mijarê de hûn çi xebatê dimeşînin?
 
Em ji bo pirsgirêkên Kurdan li derveyê welat hewl didin Komek Dotaniya Parlamenter a Avustralyayê ava bikin. Em nameyan dinivîsin raporan amade dikin û bi parlamenteran re tên gel hev. Beşek raporên me diçin ofîsên welat ên NY’ê ya li Cenevreyê,  parlamenterên Îngîlîz û DYA’yê. Ji bo Mesut Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Lahur û Qubud Talabanî destûra bingehîn çêbikin, rêveberiyek zelal, çapemeniya azad û darazek azad pêş bixînin em daxwazên xwe tînin ziman. Malpera me ya web a em faliyetên xwe tê de diweşînin heye. Me der barê mafê mirovan ya Rojava, Rojhilat û Başûr de proje pêk anîn. Çi ji destê me bê em dikin lê her roj karasetek tê jiyîn. Ji ber vê  tevgera me li gorî van geşedanan zehmet dibe. Tiştê bêjim ev e ji gotina xwe divê em bawer bin.