Jinan li dijî çekên kîmyewî banga tevlibûna meşê kirin: Bêdengî mirinê tîne

  • 09:05 3 Mijdar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê, ji bo meşa 6’ê Mijdarê ku bi dirûşma “Li dijî çekên kimyewî, meşa mirovahiyê” li Silopiyayê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin. " Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Bila herkes dest bide hev tevli meşa dê bê lidarxisitn bibe û dengê xwe bilind bike." 
 
Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ku bi hevkariya PDK’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember herêma Zap, Avaşîn û Metîn yên Herêma Federe ya Kurdistanê tên bikaranîn, didomin. Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi tevlîbûna partîyên sîyasî, sazî û rêxistinên sîvîl wê di 6’ê Mijdarê de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi dirûşma “Li dijî çekên kimyewî, meşa mirovahiyê”  meşek dê bê lidarxistin. Hem ji bajarên Kurdistan hem jî ji bajarên din li bendê ye ku tevlibûneke mezin pêk bê. 
 
Jinên Şirnexê jî ku bertek nîşanî bikaranîna çekên kimyewî dan banga tevlibûna meşê li her kesî kirin.
 
‘Zarokên me bi çekên kimyewî tên qetîl kirin’
 
Esmer Çikmaz a di dema qedexeyên derketina derve de du zarokên wê hatin qetilkirin, diyar kir ku yên herî zêde dilşewat dayik in û destnîşan kir ku divê hemû mirovên xwedî wîjdan û mafparêz tevlî meşa Silopiyayê bibin. Esmer, wiha axivî: “Ev meşa 6’ê mehê li dijî çekên kimyewî ye. Zarokên me bi çekên kimyewî qetîl kirin. Ev nayê qebûl kirin. Gelo çima hemû dinya li hember vê qirkirinê  xwe kerr û kor dike. Ew çek qedexe ne lê çima li dijî kurdan tên bikaranîn?  Kurdan çi ji kê kirin? Em tenê doza maf û hebûna xwe dikin. Zarokên me li dijî zilmê tevli nava tevgerê bûn. Lê belê li wê derê jî bela xwe ji wan venakin. Li wir jî bi çekên kimyewî êrîşî wan dikin. Çawa ku li jêrzemînên Cîzîrê li dijî zarokên me çekên kimyewî hatin bikranîn îro jî li çiyayan li dijî zarokên me ev çekan tên bikranîn. Ev zilm nayê qebûlkirin. Lewra divê hemû kes berê xwe bidin vê meşe û berteka xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kimyewî nîşan bidin.”
 
‘Ji qetîl kirina zarokên me Barzanî jî berpirse’
 
Esmerê, bilêv kir ku PDK’ê û Barzanî hevkariya vî sûcê şerê dikin û wiha pêde çû: “Ji bikaranîna çekên kimyewî ya li dijî zarokên me PDK’ê û Barzanî jî berpirsyar in. Heger ew rê neda vî dewletê dibe ku ewqas zarokên me şehîd nebûna. Bi dehan maskeyên gazê hebûn ku Barzanî desteser kirin. Heger ew maskeyên gazê derbas bikira dê ewqas kes bi çekên kimyewî jiyana xwe jidest nedana. Ev xayîntî bi tu şiklî nayê qebûlkirin. Li şûna ku piştgiriyê bide xuşk û birayên xw şirikantiya Tirkiyê dike û dibe hevkarê vî sûcî.  Lê dê dawiyê dor bê wan jî.”
 
‘Bêdengiya me bi xwe re  mirinê tîne’
 
Rêvebira HDP’ê ya navçeya Cizîrê Aynûr Elçîoglu jî bal kişand ser armanca meşê û destnîşan kir ku ji ber bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kimyewî pêwistî bi vê meşê hatiye dîtin û got: “Bêdengiya me bi xwe re  mirinê tîne. Heta ku derê em bêdeng bimînin. Heta ku derê ev zilm wê wiha berdewam bike. Ev çekên kimyewî li dijî mirov, sewal û xwezayê jî tên bikaranîn. Bi her şiklî erdnîgariya me tê talankirin. Lê tişta ku herî zêde li zora min diçe em bi destê birayê xwe tên kuştin. Em vê bêdengî û şirikatiya Barzanî şermezar dikin.”
 
‘Em dibêjin êdî bes e’
 
Aynûr, di berdewamiya axaftina xwe de destîşan kir ku di mijara kurdan de hemû hêz bêdeng in û got: “Tu kes li ser kurdan naaxive. Çima hemû dinya li hemberê me bêdeng e, Çima li mafê me napirsin û destûr didin ku ev çek li dijî zarokên me werin bikaranîn. Êdî bes e. Qedera kurdan ne tenê mirin e. Heke em tîfaqa xwe pêk bînin û rabin ser piyan em ê bi ser kevin. Em dibêjin êdî bes e. Ev bêdengî êdî nayê qebûlkirin. Ez hem wek dayikek hem jî wek jinekê vî bêdengîyê nikarim qebûl bikim û bila tu kes qebûl neke. Çima dewletên Ewropayê û sazî, rêxistinên navneteweyî dengê xwe dernaxînin. Di gotinê de mafê mirovan diparêzin lê çima li hemberî vî sûcî mafê mirovan naparêzin.”
 
‘Divê her kes tevlî meşê bibe’
 
Herî dawî jî Endama Meclisa Dayikiyên Aştiyê Hatîce Durmûş jî axivî û diyar kir ku divê herkes tevli meşa 6'ê Mijdarê bibe û dengê xwe jî bikin yek. Hatîce, got: "Çekên kimyewî li her dewletekê qedexe ne.  Di hemû mesheb û olê de li dijî exlaqê ye. Li ser tu kes ev çek nayê rewa kirin. Di dîrokê de gelek caran li dijî Gelê Kurd çekên kimyewî hatiye bikranîn û her carî dinya li hemebrê vê yekê xwe bêdeng kirinE. Niha jî Barzanî pêşiya Dewleta Tirk vekir ku li hemberê kurdan bi xwe de ewqas cersaretê dît. Lewra ji vî şerê herî zêde Barzanî berpirsyar e. Ez bang li hemû dayikan dikim ku bila werin destê xwe bidin hevdû û di vê meşê de dengên xwe bilind bikin. Dayik, bav, xwişk û bira bila hemû piştgiriyê bidin vê meşe. Kî li ku derê be bila tevlî vî meşe bibe û piştgiriyê bide.”