Frederîke Geerdînk: Çareserî bi Ocalan pêkan e

  • 09:01 27 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Rojnameger Frederîke Geerdînk der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên li Başûrê Kurdistanê hatiye bikaranîn de axivî û got: “Ger ku çareseriya pirsgirêka Kurd bê xwestin, ne zehmet e. Divê bi Ocalan re bê axaftin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji tevlikirina OPCW ya vê pêvajoyê hîn hêsantir e.” 
 
Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li Başûrê Kurdistanê, li hember Zap, Metîna û Avaşînê di 17’ê Nîsanê de êrîş dan destpêkirin û di van 6 mehan de  gelek caran hat rojevê ku çekên kîmyewî tê bikaranîn. Li gorî  nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Navenda Parastina Gel (HSM) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku navbera 14’ê Nîsan û 14’ê Cotmehê de Tirkiyeyê 2 hezar û 46 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Heta niha di êrîşan de jî 44 encamên HPG û YJA STAR’ê jiyana xwe ji dest dan.
 
Rojnameger Frederîke Geerdînk a bi salan li herêmê xebat meşandiye der barê  bêdengiya Rêxistina Qedexekirian Çekên Kîmyewî (OPCW)  û dîmenên herêmê  de axivî. 
 
‘Divê bi bandor û berfireh bê lêkolînkirin’
 
Frederîke der barê dîmenên ji herêmê hatine de axivî û got ji bo tiştên hatine jiyîn bê fêmkirin û îdia bên piştrastkirin divê lêkolînek berfireh li herêmê bê kirin û got: “Li aliyê din fosfora sipî ku raste rast li hember sivîlan nayê bikaranîn wek çeka kîmyewî nayê qebûlkirin û ev bi tena serê xwe mijareke cuda ya divê bê nîqaşkirinê ye. Hewcedarî bi lêpirsînek baş heye. Ji bo vê rewşê mekanîzmayên navneteweyî nayê avakirin. Bi rastî ev mirovan xemgîn dike û dike fikaran. Divê ji bo rastî bê fêmkirin bi awayekî  berfireh bê lêkolînkirin.” 
 
Îmzekirina peymanê tê çi wateyê
 
Frederîke di berdewamiyê de bal kişand ser peymanên li dijî çekên kîmyewî hatine îmzekirin û dewletên ku ev îmze kirine û wiha pê de çû: “Ji bo lêkolîna li Herêma Kurdistanê tu dewleta alîgir  serlêdan nekiriye. Ji bo çi hatiye bikaranîn ez nizanim ku OPCW lêkolîn kiriye an na. Lê rêxistina OPCW dema ku dewletek alîgir serî lê bide hema dikeve tevgerê. Ji bilî Koreya Bakur û hinek welatên din gelek welatan ev peyman erê kiriye. Ev jî tê wateya ku we sond xwariye ku çekên we yên kîmyewî tune. Yanî li gorî OPCW çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê tune.  Ev jî tiştekî bi rastî balkêş e. Çend meh berê ez bi faksê bi rêxistinê re axivîm. Gotin ‘wisa ne hêsan e Tirkiye bi veşarî bibe xwedî çekên kîmyewî. Ji bo kontrolkirina vê her cureyê mekanîzmayê heye’. Li gorî peyman û Tirkiyeyê çekên wan tune. Divê em çi bikin? Em bêjin Tirkiye bi kar tîne OPCW red dike. Tirkiye jî dibêje ez bi kar naynim. Yanî rastî mirov nikarin ji vê rewşê derkevin.”
 
‘Ji bo sîvîlan bi xeter e’
 
Frederîke der barê êrîşên li hember sîvîlan de jî axivî û êrîş rexne kir û got: “Welatên Rojava dixwazin bi Tirkiyeyê re bibin dost. Hewcedariya wan bi Tirkiyeyê heye. Ji ber vê jî pêşî li sûcê mirovahiyê yê Tirkiyeyê dike nagirin. Êrîşên li hember sivîlan jî sûcê mirovahiyê ye. Dema Esad çekên kîmyewî bi kar anî me baş dît. Obama wê demê got ev xeta wan a sor e lê di vê mijarê de neket tevgerê. Yanî dîktatorekî ku hemû cîhan jê hez neke be jî Rojava nakeve tevgerê. Têkiliya hemûyan bi Tirkiyeyê heye. Tirkiye endamê NATO'yê ye. Gelek penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê hene. Ewropa ji penaberan ditirse. Penaberan naxwazin. Ji ber vê jî hewcedariya wan bi Erdogan heye. Erdogan berpirs nagirin. Erdogan sûcê şer dike. Erdogan vê bi kar tîne. Sûcê şer ji bo mirovan rewşek gelek bi xeter e. Ewropa bi qasî ku hesab nepirse girêdayê Tirkiyeyê ye. Berjewendiyên wan hene. Ji ber vê kes gerîla û sivîlan jî naparêze. PDK destûr bide lêkolîna li herêmê jî Tirkiye destûrê nade.”
 
‘Yekane perspektîf çareseriya pirsgirêka Kurd e’
 
Frederîke wiha dawî lê anî: “Ne bi operasyonên dersînor bi muzakereyê çareserî pêkan e. DYA, welatên Ewropa, welatên bandora wan li ser Tirkiyeyê hene, ger vê bikin dikarin pêşî li çareseriyê vebikin. Dikarin pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd vekin. Ger ku zextê li Tirkiyeyê bikin, divê bi PKK’ê re biaxivin, bi Ocalan re biaxivin. Wê demê jî wê bi rastî çareserî gelek hêsan be.  Çareserkirina pirgirêka Kurd ji tevlîkirina OPCW’ê hîn bêtir hêsan e.”