Parêzera Îpek Er: Di dosyeyên karmendên giştî de daraz her alîgir e

  • 10:22 18 Tebax 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ÊLİH - Parêzera Îpek Er Nesrîn Bîlge, diyar kir ku di her danişîna dozê de mudaxaleyê malbatê kirin û got: "Ger darizandin bi awayekî adil bihata kirin, îro her welatiyek bi rehetî dikarî serî li meqamên edlî û darazê bida. Ji ber vê jî darazê peywira xwe bi cih neanî.”
 
Li ser mirina Îpek Er a ku li Sêrtê ji aliyê çawîşê pispor Mûsa Orhan ve rastî tecawizê hat 2 sal derbas bûn, darizandineke adilane pêk nehat. Piştî ku Îpek di 18'ê tebaxa 2020'an de jiyana xwe ji dest da, îdianame hat amadekirin û pêvajoya darizandinê dest pê kir. Piştî 4 danişînên ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bi sûcê "Êrîşa zayendî” hat dîtin, di 3'yê kanûna 2021'ê de jî rûniştina biryarê hat dîtin. Di doza biryarê de ji bo tecawizkar Mûsa Orhan bi îdîaya “êrîşa zayendî” 12 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Di biryara der barê kiryar de bi hinceta “Dibe ku bandorek neyînî li pêşeroja wî bike” û ni awayekî rêkûpêk beşdarî hemû rûniştina dibe, di daneşînê de “rewşeke baş nîşandaye” ceza daxist 10 salan. Her wiha biryar hat dayîn ku tecawizkar Mûsa gumana rêvê jî tuneye, biryara bêyî girtina wî bi pêkanînên tedbîrên edlî bê darizandin hat dayîn.  
 
Di her rûniştinê de mudaxaleyê malbatê kirin
 
Di hemû rûniştinan de bersûcê tecawizê Mûsa Orhan tu sûcdarkiriyan qebûl nekir û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Bersûc Mûsa Orhan û parêzerên wî yên ku ji Enqereyê bi Sîstema Deng û Agahdariyê (SEGBÎS) beşdarî hemû danişînan bûn, her carê malbat hedef girtin û sûcdar kirin. Bersûc û parêzerên wî yên ku sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin, di rûniştinên berê de jî mudaxeleyî axaftina malbatê ya bi kurdî kiribûn û bertek nîşan dabûn.
 
Parêzera Îpek Er, Nesrîn Bîlge ku ji destpêkê ve dosyayê ji nêz ve dişopîne, pêvajoya dozê û bûyerên qewimî ji ajansa me re nirxand.
 
 *Weke ku tê zanîn bûyera Îpek Er a ku ji aliyê çawişê pispor Mûsa Orhan ve rastî tecawizê hat û ber bi întîharê ve hat qetilkirin û jiyana xwe ji dest da, bandorek mezin li civakê kir. Tevî hemû rapor û delîlan kiryar nehat girtin. Beriya her tiştî di vê pêvajoyê de çi qewimî û hûn çawa dinirxînin?
 
Weke hûn jî dizanin întîxara Îpek Er di raya giştî de dengek mezin derxist. Ji rojên ewil der barê bûyera ku hat serê wê de serî li emniyetê û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Piştî jê re tê gotin ku ew ne berpirsyarin û xwestin xwe bigihîne Serdozgeiya Komarê ya Sêrtê. Li wir bêyî ku îfade û rapor bê girtin ji aliyê dozgeriyê ve paşde tê şandin. Lê belê piştî ku ji aliyê malbata xwe ve carekedin hate şandin, di 7'ê tîrmehê de careke din ji bo îfadeyê bang lê hat kirin û raporên saziya tiba edlî ya di dosyaya ku me behs kir de ji wê rojê ve radestî dosyayê hat kirin. Li ser vê gilîkirinê, di kêliya ewil de îfadeya kiryar wek gumanbar hat girtin û piştre hat berdan. Piştî ku hat berdan malbata wê ev pêvajo demekê dîsa şopand. Malbat bendewariyan wan a ji darazê ew bû ku bersûc bê darizandin. Piştî ku ev bendewarî pêk nehat, di dawiyê de Îpek Er dawî li jiyana xwe anî. Piştî întîxarê bedena wê vê êşê ranekir û di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku Îpek jiyana xwe ji dest da gumanbar carekedin ji bo îfadeyê bang lê hat kirin û îfadeya wî hat girtin û tê girtin. Wê demê di raya giştî de ciheke mezin girt. Ji roja ewil a di wê dosyayê de, piştî întîxara Îpek Er, em wek ÎHD, HDP û partiyên muxalefetê re têkildar bûn. Her çiqas raya giştî ji bûyerên di çapemeniyê de ne tam haydar bû jî, bi rengekî ket rojeva Tirkiyeyê.
 
Tenê 6 rojan girtî ma
 
Piştî hewldana întîxarê şûnde îfadeya wî ku hat girtin 6 roj an girtî ma. Piştre li ser îtirazê hat berdan. Piştre jî helbet li ser daxwaza dadger û dozgerê gûmanbar hat berdan. Di serî de ji aliyê dadger û dozgerên nobedar ve dihat şopandin. Piştî ku hat berdan îdianame hat amadekirin û piştî mirina Îpek demeke kin bi îdianameyê re rojên danişînê hatin dayîn. Piştre doz hatin gîtin. Ji wê rojê û pê ve, gumanbar wek bersûc hat darizandin. Dema me di serî de lê nihêrî û dît ku ji ber nebza gel bersûc hatiye girtinê. Helbet ev sûcekî giran e. Ji xwe, ew karmendê dewletê bû. Bi kesekî ji 18 salî mezintir nîne û bi zarokê re têkilî daniye. Lê detayên hûrgiliyên vê têkiliyê di nameya întîxarê ya Îpek Er û îfadeyên wê yên li dozgeriyê ku daye de, nîşan da ku ev êdî ne têkilî ye, êrîşek zayendiye. Di wê serdemê de jî nehat girtin. Weke parêzerên wê tevî hemû nerazîbûnên me yên li hemberî her redkirina girtinê ew dîsa jî nehat girtinê.
 
*Hûn wek parêzerên dozê we vê pêvajoyê ji nêz ve şopand. Tevî ku di dozê de rastî sûcdariyên giran hatin jî we dest ji dozê berneda. Hûn dikarin behsa di dozan de parastin û nêzîkatiya kiryaran çawa bû? Her weha, nêzîkatiya dadgehê çawa bû?
 
Bêbiryariya darazê hebû. Beriya niha jî carekê îfadeyawî hatibû girtin û piştre careke din hatibû berdan. Piştre dîsa îfadeya wî hat girtin û carekedin hat girtin. Ji aliyê me ve hat fêhmkirin ku kesê ku careke din hatiye berdan dê ji aliyê meqamên edlî ve bê girtin û vê carê jî bi fikara ku di navbera sêpalên daraza dewletê û civakê de bêewlehî çêbibe. Ji ber vê yekê nikare biryarek wiha bide. Helbet ev ne adil bû. Di encamê de, ew sûcek giran e ku dadgeha cezayê giran eleqedar dike. Kesa ku rastî êrişa zayendî hatibe û di dosyayê de der barê vê de delîlên cidî hebûn jî, tedbîrek bi vî rengî nehat bicihanîn ji bo me xemgîniyek giran bû. Ji ber vê yekê di warê hesta edaletê de xemgîniyek bû. Raya giştî bi vî rengî şopand û ferq kirin.  
 
Malbat û parêzer bûn hedef
 
Di van qonaxan de, piştî destpêkirina darizandinê hewl hat dayîn ku dosyeyê bi awayek din di ji bo îdeolojiyek cuda kanalîze bikin. Me weke parêzer ev bi xwe jî dît. Car carna em bûn hedef. Ji ber ku di dosyeyê de hin sûcdarkirin ji aliyê wan ve hat kirin ku ne tenê Îpek Er a mirî, her wiha malbata wê jî di bin kontrola rêxistin û saziyan de ye. Her wiha li eywana dadgehê jî malbata wê rastî van nêzîkatiyan hat. Em jî wek parêzerên wê rastî van nêzîkatiyan hatin. Di vê pêvajoyê de tiştê ku malbat jiya em bi xwe bûne şihadê vê.
 
Sû bi awayeke şênber hatiye pêkanîn
 
Ne girtina wî em dikarin darazê wek mînaka wekî lingê kursiyê şikestî nîşan bidin. Ji ber ku dema behsa kesekî têr û qayîm tê kirin, pêwîst e ku hinek maf û desthilatên xwe bikar bîne. Ji bo ku bawerî bi dadgeriyê bê kirin, pêwîste biryareke rast û saxlem bide. Mixabin me wê bendewariyê nedît. Piştî qonaxa biryarê, ji kêliyên destpêkê ve hin tişt zelaltir bûn. Belge, îfade û beyanên ku beriya îdianameyê amade kirin, tevlî îdîanameyê hat kirin û ev jî nîşan dide ku sûc bi awayek şênber hatiye pêkanîn. Lê belê ev pêvajo di qonaxa darizandinê de jî, di qonaxa lêpirsînê de jî berdewam kir. Ev yek hem ji aliyê malbatê û hem jî ji aliyê me ve bi awayek bi fikar hat şopandin.
 
Delîlên me di dosyayê de nehatin bi cih kirin
 
Nepejirandina daxwazên me heta asteke mezin ku hatin redkirin, helbet ji bo me nêrîna ku tawanbar tê parastin diafirîne. Di encamê de, daxwazên me hebûn ku divê li dosyayê bên zêdekirin, hin belge an jî şahidên ku divê werin guhdarîkirin hebûn. Me xwest dosyayê berfireh bikin û delîlên din li dosyayê zêde bikin. Ji ber ku ev hatin redkirin û bersûc li salona dadgehê nehat guhdarîkirin, ji bo me nîşana wê yekê bû ku prensîba rasterastbûna dadgehê hatiye binpêkirin. Pratîka lijneya dadgehê bû ku ev nêrîn da me. Nepejirandina hema hema nîvê delîlên me û hin daxwazên me yên ku me xwest di dosyayê de cih bigirin ev nîşan da.
 
*Tevî hemû hewldanan 12 sal ceza li sûcdar hat birîn, bi kêmkirina "Rewşeke baş nîşan daye" û "Dibe ku bandorek neyînî li pêşeroja wî bike" daxist 10 salan. Hûn vê biryarê û cezayê ku hatî dayîn çawa dinirxînin?
 
Em di wê baweriyê de bûn ku darazek me ya tam û saxlem heye û ev daraz sûcdaran naparêze û wan ceza dike. Lê helbet, ji bo me biryareke şaş bû ku em erzankirineke wisa bikin li gorî jiyana wî ya pêşerojê biryara ‘rewşeke baş’ hat dayîn û ceza hat daxistin. Ev biryar bi awayekî netemam û nerast hat dayîn. Di encamê de bersûc beriya ku bê eywana dozê ya ku lê dihat darizandin bi SEGBÎS'ê ji Enqerê beşdarî danişînê dibû û tu îfade jî neda. Ji ber vê yekê çi sedem hebû ku ew rewşa baş bidinê? Di encamê de sûcekî ku pêk aniye heye. Û gelo ev nirxandina rewşa baş jiyana wî ya paşerojê pêşbînî dike? Lê belê ev biryarek ne adilane ye. Ev biryara ku hat dayîn ne bi tenê aliye hêstiyariyê de bandorê li me kir. Weke parêzer û hiqûqnasek divê li gorî rêgez û qanûnê ev biryar bihata girtin. Di encamê de, ji ber ku karmendê giştî bû û ji ber ku wî ev peywirê bikar anî, diviya ew ceza bihata girankirin. Ji ber vê yekê jî dilê me qet nerehet e.
 
 *Bi rastî dema em bi giştî lê dinêrin li bajarên Kurdistanê jin ji aliye leşker û polîsan ve bi rastî tacîz û tecawizê tên. Piştî bûyera Îpek Er ê me gelek mînakên vê yekê dîtin. Lê leşker û polîs ji aliyê dadgehan ve tên parastin û cezayê pêwîst nayê dayîn. Têkildarî negirtin û cezayê pêwîst ku li leşker û polîsan nayê birîn hûn çawa digirin dest?
 
Baweriya gel a bi edaletê xera dibe. Ji ber bê bêedaletiyê kesê ku tiştek bê serê wê jî xwe di ewlehiyê de nabîne û ji ber vê yekê derbarê ew bersûcdan de nikarin gilî bikin. Em vê di pratîkê de jî dibînin. Li aliyekî karmendekî giştî heye. Pêwîste ku rûmeta hikûmet û desthilatdaran, yanî organên dewletê dema ku bên cezakirin, winda nebe. Ji ber ku ev rêz birîn rencîde dibe. Lê li aliyê din darizandineke ne adil û neheq û pêkanîna dosyayê heye. Di encamê de welatiyekî di der barê karekî ku hatiye serê wê de hêzê nabîne ku serî li tu organên dewletê bide. Ji ber ku wê ev yek ji berê de qebûl kiriye û serîlêdanek bi vî rengî dê bi tu awayî nexebite, ew ê bê encam bimîne û di vê pêvajoya darazê de bi tevahî zirarê bide rûmet, serbilindî û hebûna xwe ya giyanî. Di vê wateyê de, ew bi rastî rewşek dijwar e. Di gelek dosyeyên karmendên giştî de aşkereye ku lêpirsînên hatine kirin bi alîgir in.  
 
*Ger dosyeya Mûsa Orhan de kiryar cezayê ku heq kiribû bigirta, wê bandoreke çawa li dozên din bikira? Li aliyê din ji ber mînakên bi vî rengî yên bêcezakirinê gelek jin serî li meqamên edlî û darazê nadin. Di vê aliyê de hûn dixwazin çi bêjin?
 
Ger ku Mûsa Orhan bihata cezakirin, ger li gorî daxwazên me weke di îdianameyê de bihata darizandin dê ceza bihata dayîn. Û wijdanê rayagiştî jî dê hinekî rehet bibûya. Kesên ku ji bûyereke xirab zirar dîtibe, dikaribûn bi hêsanî serî li saziyên dewletê bidana û li mafên xwe bigeriyana. Dewlet li gorî peymana civakî mekanîzmayeke rêveberiyê pêk tîne. Ji bo ku ev mekanîzmaya rêvebirinê baş bê domandin, divê hiqûqa pozîtîf wek ku divê bê sepandin, di hemû organên dewletê de qelsî çênebe. Ger ev yek biqewime, me dikaribû îro vê rihetiyê hêsantir bidîta. Ji ber nerehetî û mexdûriyeta herî biçûk jî em ê serlêdanên welatiyan de bidîtana. Lê mixabin hat û çû û biryarek wiha hat dayîn. Hewl hat dayîn ku bi rengekî hevseng be. Ji aliyê din ve dema ku ev biryar hat dayîn ku hem aliyê mexdûr, hem jî aliyê tawanbar û hem jî ji raya giştî razî be ev ceza hat birîn.