Gulîzar: Ger niha dengê we dernekeve bila piştî mirina min jî dernekeve

  • 09:04 15 Tebax 2022
  • Rojane
 
Medya Uren  
 
AMED - Gulîzar Karaman a ji mirinê rizgar bûyî, diyar kir ku bila Azîz û yên wek wî ji girtîgehan dernekevin, bila jinek din neye qetilkirin û got: "Ger ez bimrim ne tenê jinek dimire, bi min re malbatek û wijdanek dimire. Ger dengê we niha dernekeve bila piştî mirina min jî dernekeve. Ez bang li serdozger, parêzer, rêxistinên jinan û partiya dikim. Bila jinek din neye qetilkirin."
 
Gulîzar Karaman (34) di 30'ê gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrişa bi çekdarî hat. Gulîzar a dayika 6 zarokan bi giranî birîndar bû ji mirinê rizgar bû. Êrişkar Azîz Karaman jî piştî reva xwe ya 11 rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê derbarê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "teşebusa kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevsera xwe" îdianame amade kir. Gulîzar bertek nîşanî îdianameyê da. Gulîzara ku ji ajansa me re axivî û behsa serpêhatiyên xwe kir banga hestiyariyê kir. 
 
‘Ez weke xizmetkarek bûm’
 
Gulîzara ku li navçeya Erxaniyê dijî, di 18 saliya xwe de tê zewicandin û piştî zarokê wê yê yekem çêdibe şunde tundiya Azîz Karaman dest pê dike. Bi awayekî sîstematik ev êriş û tundî didome. Gulîzar wiha behsa xwe kir: "Têkiliyên wî bi jinan re hebû û her wiha her tim kesên cûda dianî malê. Min tenê xizmetê dikir û bi ser re jî min lêdan jî dixwar. Her roja ku derbas dibû êdî pêdiviyên malê nedistend. Ji bo zarokan şîr û pêdiviyên din pêwîs dikir. Çend sewalên me hebûn min bi vî debara xwe dikir. Her wiha cîran û derdora min her tim behsa kiryarên Azîz dikir. Ji ber ku hevjina hevalê xwe taciz kiribû, li ser vê yekê hevalên wî bi ser mala me de girtin û wî xistin. Her kes behsa qerêjiyên wî dikir. Lê belê ez jî li malê bi kiryarên herî xirab re rûbirû dimam." 
 
‘Tecawizê kuçikê kir' 
 
Azîz ê ku di nav malbatê û derdorê de wek kesekî nebaş dihat nasîn, êrişê wî yên li hemberî malbat û Gulîzarê her berdewam kiriye. Gulîzar wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kuçikek me hebû xwîn jê dihat û piştre jî mir. Serê ewilî min sedema mirina kuçikê fêm nekir. Piştre kuçikek din anîn malê û min bi çavên xwe dît ku Azîz tecawizê kuçikê kir. Ji xwe xwasiya min jî vê tiştî dizanî û carek behs kiribû. Ez li dijî vê bi ser Azîd de cûm, lê belê pir bi tundî êrişê li min kir. Xwesiyê min hat hawara min û min ji mirinê rizgar kir. Xwesuyemîn her tim dihat hawara min û min ji destê wî ji mirinê rizgar dikir. Xwasiya min jî bi kiryarên wî yên herî xirab re rûbirû maye. Xwesuyê min çend rapor girt û gilî kir jî, ji bilî îfade girtina Azîz tiştek din nehat kirin."
 
‘Giliyên min bê encam man’
 
Gulîzar li hemberî îşkence û şîdeta ku didît rapor girtiye û gilî kiriye, lê bê encam maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min çend car rapor girt û gilî kir, lê belê her carî Azîz pêşiya min dişandin malê. Li hember giliyê min heftê carekî dihatin rewşa min dipirsîn, gelo tiştek heye an na? Beriya hatina wan ji xwe Azîz tera xwe min dixist, pîsî li min dida xwarin û digot 'tu tiştek bêjî ez ê hêj tiştên xirabtir bikim'. Niha jî li ser dîwarên me şopên êrişan, şûna xwîna min heye. Ez çend bişom û paqij jî bikim jê naçin. Her tim tehdîtên wekî 'Ez ê ji mirinê xirabtir bikim ku tuyî bi xwe dawî li jiyana xwe binî'. Tenê li hemberî min na li hemberî malbata min jî tehdîtên xwe didoman. Gelek caran min gilî nedikir ji ber ku digot 'Ez ê birayê te bikujim'. Ne dihişt ez biçim cem malbatê, rojek birayê min hat pêy min lê Azîz êriş bir ser birayê min jî. Bi saya gundiyan ev ji destê Azîz rigar bû."
 
‘Polîsan rêya qereqolê nîşanî min da' 
 
Gulîzara ku dayika 6 zarokan e, ji bo zarokên xwe gelek caran bêdeng maye û wiha bi lêv kir: "Keça min ya biçûk 5 salî ye. Tiştek ne ji bo wan ez gelek bêdeng mam. Lê belê min dît êdî derûniya wan ji xira dibe. Kurê min ê mezin jî niha wek bavê xwe tevdigere. Ev tişt bêtir min ditirsîne. Di 3 salên dawiyê de dît ku bi giliyan ez jê rizgar nabim min berê xwe da mala dayika xwe. Min doza hevberdanê vekir. Ji ber vê sedemê jî gelek caran êrişê mala dayika min jî kir. Xaniyê dayika min da ber guleyan. Me bi malbatî serî li qereqolê da û gilî kir. Dema em vegeriyana malê min wî li ser dûçerxê dît. Maşîneya polîsan nêzî me bû û min bang li wan kir, min derdê xwe ji wan re got û min xwest polîs min bibe heta ber deriyê malê. Lê belê ev polîs rêya gilîkirinê û qereqolê nîşanî min da. 
 
'Bi guleyan êriş kir...'
 
Gulîzar da zanîn ku dema em nêzî malê bûne Azîz û 3 hevalên wî li ber malê pêşiya wan digire û çekê radike ku li wan bixe û wiha behs kir: "Dema gule nehat ber luleyê, min û xwişka xwe hewl da ku birêvin lê belê sê caran gule berda û tenişta min û guleyek jî ji desten min ket. Ez birîndarbûm. Heya ji derdorê welatî hatin ew reviyan jî. Belê ez nemirim lê ez niha bûm nîv mirov. Guleyek niha di tenişta min de ye û bijîşk nikarin derxin. Ez nikarim destê xwe bikar bînim, her wiha guleyek jî lingên min ket. Ez niha bi alîkariya xwişk û dayika xwe pêdiviyên xwe yên rojane tînim cîh."
 
'Kesekî dengê min nebihîst'
 
Gulîzar, destnîşan kir ku dozger wekî "birîndarkirinê" nêz dibe lê belê ew ji bo kuştinê êriş kir û got: "Her wiha ez kesî ku parêzeriya wî dike jî fêm nakim. Mirov çi kar bike divê bi wijdan tevbigere. Çawa dibe ku kesek wisa li hemberî dayika xwe, hevalên xwe û ajalan wisa nêz bibe. Kesên ku wî diparêzin ez tu carî wan efu nakim. Her wiha ez bi sala ne têkoşîna jiyanê didim. Lê belê kes dengê min nebihist. Ji derveyî malbata min kes nebû alîkar. Weke ku herkes li pişta mêr be. Dema min gilî kir jî polîsek wiha got 'Tu encamekî nagirî', wekî ku henekê xwe bi min kir. Em dibînin ku her roj jinek tê kuştin û sedema wê jî bêdengiya civakê ye. Divê gotinên jinan ewqas hêsan neyên destgirtin."
 
‘Ligel girtiye jî peyamên kuştinê dişîne' 
 
Gulîzar di axaftina xwe de wiha bal kişad ser pêvajoya darizandinê: "Niha jî jiyana min di xeterê de ye. Niha jî tê darizandin lê belê ceza nayê dayîn. Ligel girtî ye jî peyamên kuştinê dişîne û dibêjê 'Ez çend meh şûnde derkevin û ez ê bibim celladê wê'. Êdî derûniya me xirabûye û ez nikarim rakevim. Ez ne ji bo xwe ez ji bo ferdên malbata xwe ditirsim. Her wiha ev demek dirêje ez zarokên xwe nabînim. Ew ji tirsa bavê xwe nikarin werin, ez jî newêrim. Çend di girtîgehê de be jî em jê ditirsin. Derûniya zarokên min jî nebaş e. Bi rêya telefonê zarokên xwe re diaxife û min tehdît dike. Dixwaze ez ji giliya xwe paşve vekişînim."
 
‘Xwedî li doza min derkevin' 
 
Gulîzar, ji bo hestiyariyê bang li saziyên dewletê û saziyên jinan kir û got: "Ger ez bimrim ne tenê jinek dimre. Lê belê zarokên min ne di rewşeke baş de mezin bibin. Dê piştî min hêviya gelek jinan jî bimire. Ger ez bimrim wê bi min re malbatek bimire. Wê wijdan bi min re bimire. Ger dengê we niha dernekeve bila piştî mirina min jî dernekeve. Ger ew kes ji girtîgehê derkeve wê me qetil bike. Ji bo ew dernekeve ez bang li serdozgeran, parêzer, saziyê parastinên mafên mirovan, rêxistinên jinan û partiya dikim. Xwedî li doza min derkevin. Bila Azîz û yên wek wî ji girtîgehan dernekevin. Bila jinek din neye qetilkirin."
 
'Her kes jê ditirse'
 
Her wiha cîraneke Gulîzarê ya ku nexwest navê xwe bide wiha behsa kiryarên Azîz kir: "Azîz hez hevjina hevalê xwe dikir, lê ev jin li dijî vê yekê derketiye û ji hêla Azîz ve dîmenê wê hatiye parvekirin. Li ser vê yekê malbata jina ku bi tehdîtê re rûbirû mayî bi çekan êriş dibe ser Azîz. Gundî hemû jî şahîdê bûyerê ye. Ez jî di nav de ciran û derdor ji ber tirsê newerîn tiştek bêjin. Ji ber tirsê ez jî nikarim navê xwe bêjim."