Nur Surer: Em ê vegerin Qada Galatasarayê

  • 09:06 11 Tebax 2022
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Lîstikvan Nur Surer der barê Xelata Rumetê ya Seranserê Jiyanê ku girt û diyariyê Dayikên Şemiyê kir de axivî û got: “Dayikên Şemiyê bi erdê re tên kaşkirin. Hemû derdê wan aqûbeta windayan e. Wek Dayikên Şemiyê jî dibêje em ê vegerin Qada Galatasarayê.”
 
Çalakiya rûniştinê cara yekê saet di 12.00'an de di 27'ê Gulana 1995'an de roja şemiyê, piştî ku kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hat binçavkirin, piştî 58 rojan bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hat veşartin hat destpêkirin. Dayikên Şemiyê li gel ku di ser çalakiya wan re demeke dirêj derbas bûye, li gel hemû zext û zoriya çalakiya xwe berdewam dikin. 
 
Daxwaza wan hestiyên zarokên wan e
 
Ji çalakiya ewil heta îro tevî hemû zext û binçavkirinan Dayikên Şemiyê dest ji Qada Galatasarayê bernedan û daxwaza wan ev e ku li aqûbeta windayan bê pirsîn, gumanbar û berpirs bên cezakirin, Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Parastina Kesên Hatine Windakirin ya NY’ê Îmze bike. 
 
‘Dilê min her tim bi dayikan re bû’
 
Hunermend Nur Surer ku gelek caran daxwazên Dayikên Şemiyê bi rayagiştî da bihîstin bû di 27’ê Hezîranê de di 22’yemîn  Mîhrîcana Fîlman a Tirk ya Frankurt a Navneteweyî de Xelata Rûmetê ya Seranserê Jiyanê girt. Nur Surer xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê ku ji roja ewil de piştgirî dida wan, kir. Nur Surer di 6’ê Tebaxê de li Şaxa ÎHD’a Stenbolê bi nûnerên Dayikên Şemiyê re hat gel hev û wiha got: “Dilê min her tim ligel we bû. Hêvîdar im em di demek nêz de dîsa vegerin Qada Galatasarayê. Heta ku windayê dawî bê dîtin em li wir bin.” Nur Surer xelata xwe da Dayika Şemiyê Hanim Tosun ya hevjîna Fehmî Tosun yê di bin çavan de hat windakirin. Hanimê jî da zanîn ku xelat ji bo wan gelek taybet e û wiha vegot: “Ez li ser navê hemû dayikan digirim. Bi taybet jî ji bo dayika Emîne digirim. Ez li ser navê hemû dê û bavan digirim. Baş e ku kesên wek te baş hene. Baş e ku hîna kesên wek te hene. Em ê windayan nedin jibîrkirin û hesabê wan bipirsin.”
 
Lîstikvan Nur Surer der barê xelatê de ji ajansa me re axivî.
 
Doza xwe bi înat dimeşînin
 
Nur Surer wiha vegot: “Ewil 5-6 kes li qadê hatin gel hev û çalakî dan destpêkirin. Ez jî piştre tevli bûm. Heta ji destê min hat ez tevli dibûm. Tevî windayê min tunebû ez piştî salên 94’an şûnde tevli bûm. Me ji xizmên windayan gelek dê û bav winda kirin. Kêm dayik mane. Neviyên wan dayikan niha mezin bûne. Doza windayan bi înyad didome”
 
‘Derdê dewletê ev e ku kes li windayan negerin’
 
Nur Surer bi lêv kir ku dayik di çalakiyan de gelek caran rastî şîdetê hatine û wiha daxuyand: “Beriya xelatê bigirim li Almanyayê min di çapemeniya civakî de dît. Dîsa dayik bi erdê re kaş dikirin. Canê min êşiya. Derdê dewletê ev e ku kes li windayan negerin. Ez têkoşîna dayikan bi nirx dibînim. Ez dixwazim ligel wan bim. Bila dayik her tim bên dîtin. Ji ber vê min xelata xwe diyarî Dayikên Şemiyê kir.”
 
'Wê têkoşîn bidome'
 
Nur Surer di dawiya axaftina xwe de dîsa anî ziman ku wê her tim ligel dayikan cih bigire û wiha dawî lê anî: “Wek Dayikên Şemiyê dibêje; em ê dîsa vegerin wan qadan û wê têkoşîn bidome.”