Parêzera Abdullah Ocalan: Îmrali navenda îzolasyon û îşkenceyê ye

  • 09:01 31 Tîrmeh 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Parêzer Newroz Uysal der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtinan de axivî û da zanîn ku Îmrali veguheriye navenda îşkence û îzolasyonê û wiha vegot: “Ji bo perspektîfên ji bo Gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêşkêş kirine pêk bên, divê Birêz Ocalan azad be.”
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Ataş ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên girtin, tu agahî nehat girtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, herî dawî di 25'ê adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî lê telefon di nêvî de qut bû. Ji 25’ê Adarê û vir ve tu serlêdana parêzer, STK û parêzeran nehatiye bersivandin.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Serbay Koklû yên di 25'ê Adara 2021'ê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî, têkildarî îdiayên li ser medyaya dîjîtal hatin kirin daxwaza "hevdîtina lezgîn" kirin. Têkildarî şert û mercên tenduristî û ewlehiyê yên muwekîlên xwe yên li Bûrsayê dîsa serî li Serdozgeriya Komarê da. Ji ber ku ji serlêdanên parêzeran re bersiveke erênî nehat dayîn, di heman rojê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê bi navber bi Abdullah Ocalan re axivî. Abdullah Ocalan diyar kir ku ev hevdîtin ne hiqûqî ye û got: "Ev ne hiqûqî ye, ne rast e jî. Ez dixwazim parêzerên min bên vir û bi min re biaxivin.”
 
Ji aliyê serokatiya lijneya Dîsîplînê ve ji Cotmeha 2021’ê û Nîsana 2022’yan û heta niha hinceta 6 meh qedexeya hevdîtina parêzeran hevdîtin hatin astengkirin. Parêzeran îtîrazî cezayan kirin û serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dan. Lê serlêdana parêzeran hat redkirin. Piştre parêzeran di 12’ê Gulanê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan.
 
Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanû parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Newroz Uysal, der barê tecrîda giran de, qedexekirina hevdîtinan de pirsên ajansa me bersivand.
 
*Pergala li Îmraliyê pêk tê pergalek çawa ye? Di hiqûqê de cihê vê heye an na,  mînakên wê li cîhanê hene an na?Hûn dikarin vê binirxînin?
 
Me der barê vê de berê gelek caran raportaj dan. Me buroşur belav kirin. Der barê Îmraliyê de dem bi dem gelek şibandin hatin kirin.  Îmrali li gorî şexs taybet hatiye amadekirin û tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye, armancên polîtîk dihewîne û 23 sal in bi awayekî dijhiqûqî ev tê meşandin. Di vê pergalê de gelek nokteyên cih digirin hene. Em dikarin vê pergalê wek hiqûqî û siyasî di alî hewldanên aştî û çareseriyê yên Birêz Ocalan de bigirin dest. Ev  23 sal in ev tecrîd tê meşandin. Ocalan dişibînin Mandela. Îmraliyê jî dişibînin Grava Guatemala.  Birêz Ocalan 10 salan tenê hat hiştin û piştre girtiyên din birin gel wî. Lê xistin koguşên din. Ji ber vê em dikarin bêjin ku Îmrali navenda tecrîdê ye. Bi taybet hatiye avakirin û li dijî hiqûqê ye.
 
*16 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzeran 271 carî serlêdan kirin lê bê bersiv tên hiştin. Hûn hincetên astengkirina hevdîtinan çawa dinirxînin?
 
Di vê pergalê de hinceta qedexekirina hevdîtinan ên wekî muxalefeta hewayê, biryara dadgeriya înfazê, cezayên dîsîplînê ji hev cuda nînin. Encam dîsa me dibe dijhiqûqiyê. Me qedexekirina hevdîtinên malbat û parêzeran ji demek diyarkirî ya dîrokî re veqetand. Me hincetên redê yên dewletê jî li ber çavan girt. Kostera Xerabe ye ji sala 1999’an heta 2015’an hat pêkanîn. Piştî pêvajoya darbeyê  bi OHAL’ê re biryarên qedexeyê dan. OHAL di 2018’an de rabû û pêvajoyek cezayê dîsîplînê ya nû ket meriyetê. Dadgeriya Înfaza Ceza ya Bûrsayê ji bo malbatan 3 meh ji bo parêzeran 6 meh qedexeya ceza da. Di navbera van de di alî hiqûqî de cudahî tune ye. 
 
16 salan gotin ‘koster xerabe ye, muxalefeta hewayê, kesê keştiyê bixebitîne tune ye’ û bi van hincetan hevdîtin asteng kirin. Di demên dawî de biryarên tên girtin jî tu ferqa wan ji wan tune ye. Ji 2018’an heta niha cezayên dîsîplînê pêk tên û em van biryaran qebûl nakin. Dewlet bi van rêbazan tecrîdê dide domandin.
 
*Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtinek telefonê kir. Abdullah Ocalan gotibû ‘Ev rewş ne siyasî û ne hiqûqî ye’. Hûn dikarin hinekê vê vebikin?
 
Di dîroka hiqûqa cîhanê û di qanûna hiqûqa îro de jî mafên asgarî yên her girtiyekî hene. Ev maf  hevdîtinên bi malbatan re bi parêzeran re şandina nameyan, xwegîhandina weşanan e. Pêkanîna vê jî di bin berpirsyariya dewletê de ye. Delweta tirk jî parçeyek vê hiqûqa hevdem e. Der barê vê de qanûn û rêzikname hene. Mafên girtiyan li gorî vê hatine amadekirin û qebûlkirin.
 
Birêz Ocalan jî li Tirkiyeyê girtî ye û xwedî van mafan e. Lê mafên wî tên astengkirin û ev di alî hiqûqa dewletê de pirsgirêkek mezin e. Astengkirina mafan tê wateya jiholêrakirina mafan. Dewlet dijhiqûqî gavê diavêje û birêz Ocalan wek kirde tê qebûlkirin. Di mijara pêkanîna hiqûqê de jî ne wek kirde wek aktorekî polîtîk tê dîtin. Birêz Ocalan dixwaze balê bikşîne ser nakokiya dewletê. Belê Birêz Ocalan pêşengê gelekî ye û ligel vê jî pêşengê çareseriya pirsgirêka cîhanê tê dîtin. Fikrên wî tên nîqaşkirin û wek zanyar tê qebûlkirin.
 
Birêz Ocalan kirdeya gel e. Divê mafên wî veneguherin alava şantaja siyasî û divê her mafê xwe bikaribe bi kar bîne. Birêz Ocalan jî di hevdîtina xwe de xwestiye îfade bike ku bikaranîna mafan mafên herî  rewa ne.
 
*Der barê cezayên dîsîplînê de îtîraz hatibûn kirin, lê ev hatibûn redkirin. Piştre we bir DDB’ê. Der barê vê de pêşketinek heye yan na?
 
Di pêvajoyên cezayên dîsîplînê de parêzeran bi tu awayî tevli pêvajoyê nakin. Cezayên dîsîplînê didin û van cezayan teblîgê me dikin. Em jî serlêdanên hevdîtinê dikin lê tu bersivê nagirin. Der barê van rewşan de em li Dadgeriya Înfazê îtîraz dikin. Piştî van gilîkirinan em ji cezayên dîsîplînê agahdar dibin. Em parêzer der barê mijarê de serî li DDB’ê didin. Me heta niha gelek caran serlêdan kiriye. Lê DDB’ê heta niha tu biryarek erênî nedaye. Beşeke serlêdanên me dipên. Beşek jî biryara ‘nayê qebûlkirin’ didin. Em hewl didin van cezayan bibin hiqûqa navneteweyî. Lê di meha gulanê de me serî li DDB’ê da û hîna tu pêşketin tune ye. 
 
*Her wiha der barê cezayên dîsîplîn û rewşên din ên wek vê de ji parêzeran re agahdariyek nayê kirin, ev jî di esasê de pîşeya we asteng dike. Di hiqûqê de beramberê vê heye gelo an jî tê çi wateyê?
 
Em belavbûna tecrîd û qadên bandorê lê dike û gelek mijarên din nîqaş dikin. Nîqaşên polîtîk tên meşandin û bandora tecrîdê ya li ser civakê tê nîqaşkirin. Bandora tecrîdê li ser hiqûqê jî heye. Em dikarin bi gelek aliyan bigirin dest. Guhertina qanûna înfazê, ji bo muebeta giran ku divê Birêz Ocalan jê fêdeyê bigire, guherîna hatiye kirin, pêvajoya derbasbûna girtîgehên Tîpa F û gelek mijarên din em dikarin rêz bikin. Em wek parêzer dibînin ku tecrîdê bandor li ser hiqûqê jî kiriye. Der barê parêzeran de doz tê vekirin, hevdîtinên parêzer û muwekîlan tê binpêkirin û di hevdîtinan de alavên qeydkirina deng tên amadekirin. Di hevdîtinan de nîşe tên desteserkirin. Ev jî ji bo Birêz Ocalan windahiya maf e. Astengkirina mafên wî ne.
 
Lê ligel van hemûyan em parêzer jî nikarin pîşeya xwe bikin. Ji ber karê me ev e ku em muwekîlên xwe bibînin, hevdîtinê bikin, pêvajoya hiqûqî bidin meşandin, serlêdanên hiqûqî bikin, di dema serlêdanekê de fikrên wî bigirin, tevli pêvajoya hiqûqî bikin û bi her awayî pêvajoyê bi îstîşareyê meşandine. Lê 24 sal in di alî hiqûqî de, di alî mafê parastinê de, têkiliyeke ku ev mafên wî pêk bên nehat danîn. Vê bi awayekî korsan xwe berdewam kir. Lê di salên dawî de ev hat asteke dijwar. Em nikarin nîşeyên xwe bigirin, em fotokopiya dosyayê bigirin. Di alî hiqûqî de mînakek din ya vê tune ye.
 
Em bi tu awayî ji cezayên dîsîplînê agahdar nabin. Em dema agahdar dibin jî em serî li Dadgeha Înfaza Bûrsayê didin. Kopyayek belgeya cezayê hatiye dayîn dixwazin. Lê fotokopiya dosyayê nadin me. Em piştî van cezayan dixwazin wek parêzer biçin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê destûrê nadin. Ji sedî 99 serlêdanên me bê encam dimînin. Em dixwazin îtîrazî van cezayan bikin. Lê îtîrazên me nayên qebûlkirin. Dema em li van dinêrin jî em dikarin bêjin ku ev astengiyeke li pêş pîşeya me ye. Ev tê wateya tunekirina muwekîlên me Birêz Ocalan û yên din e. Em van pêkanînan hemûyî wek tecrîdê îfade dikin.
 
Tecrîda li ser Birêz Ocalan didome di şexsê wî de li ser hemû girtîgehan û girtiyên siyasî bandor kiriye. Îradeya ku îro vê tecrîdê pêk tîne jî nahêle Birêz Ocalan bibe kirdeyek hiqûqî. Di serlêdaneke tê kirin de dema navê wî derbas dibe, DDB,  DMME û NY nahêle navê wî bibe mijar. Ev pêvajo têk diçin û parêzeran ji derveyê vê dihêlin. Ev rewş jî di esasê de tê wateya astengkirina pîşeya me. Birêz Ocalan 24 sal in di bin tecrîda giran de ye û ev tecrîd nahêle parêzer peywira xwe bikin.
 
*Bi pêşengiya OHD’ê di 10-17’ê Hezîranê de 775 parêzer bi armanca bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serlêdan kirin. Girîngiya vê kampanyaya ku parêzeran daye destpêkirin çiye?
 
Astengkirin mafê parastinê, krîmînalîzekirina pîşeya parêzeriyê, dozvekirina li parêzerên Birêz Ocalan, nedayîna fotokopiyên dosyayan, ji dûrxistina ji pêvajoyên dîsîplînê, tevlinekirina parêzeran a pêvajoya hiqûqî, ne tenê pirsgirêka parêzerên Birêz Ocalan e. Ne tenê pirsgirêka parêzerên Kurd e. Ev di esasê de pirsgirêka pîşeya parêzeriyê ye. Ev pêkanîn hemû polîtîk in. Gelek pêkanînên hiqûqî yên ji ser Birêz Ocalan hatine destpêkirin di nava demê de di şexsê Birêz Ocalan de li her qadê bi awayekî zelal hatiye dîtin. Mînaka vê me bi gelek baro, parêzer, saziyên mafê mirovan, saziyên hiqûqî, OHAL’ê re jiya. Lê beriya vê jî me her tim digot. Ev pêkanîn wê tenê bi Îmraliyê re sînor nemînin. Gelek pêkanînên dihatin gotin bi Îmraliyê sînor in û ji bo Îmraliyê ne îro li gelek girtîgehan û li ser parêzeran tê meşandin.  Me ev nava di demê de pir zelal dît.
 
Qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Birêz Ocalan re mixabin îro 6 mehan carê tê nûkirin. Ev di alî hiqûqî de bêguman me tenê eleqeder nake. Ev hemû pîşeya parêzeriyê eleqeder dike. Em vê her tim tînin ziman. Beriya vê jî me serî li gelek baroyên netewî û saziyên mafê mirovan dan û me pêvajo ragihand. Serlêdana 775 parêzeran a ji bo hevdîtinê jî bertekek li dijî vê ye. Ji bo ev ji holê bê rakirin ev bangek e û divê xebatên wisa bên zêdekirin. Wezaretê hîna bersiv nedaye vê serlêdanê. Lê ev ne xebata ewil a OHD’ê ye û beriya vê jî bi 768 parêzerî danezanek hat weşandin. Yanî saziyên hiqûqî divê li dijî vê dijhiqûqiya li Îmraliyê dengê xwe derxe. Divê rêxistinên pîşeyî,  saziyên mafê mirovan li dijî vê dijhiqûqiyê bi rastî dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku pêkanîn di asteke gelek cidî de ne.
 
*We wek Buroya Hiqûqê ya Asrin serî li 28 baroyan da. Bawer im hewldaneke Baroya Amedê jî çêbû ku biçin Îmraliyê. Gelo hewldanên baroyên din jî çêbûn an na. Ger nebibe jî hûn vê çawa dinirxînin?
 
Me her tim tecrîd û pergala îşkenceya li ser Birêz Ocalan cidî, krîtîk û bi xeter dît. Di heman demê de piştî pêvajoya 2015’an şûnde bi awayekî cidî tecrîd giran bû û binpêkirin zêde bûn. Me nikaribû bi tu awayî agahiyekê ji Îmraliyê bigirin. Me ne ji tenduristiyê, ne ji şertên fizîkî û ne jî ewlehiyê agahî digirt. Me pêvajoyek cidî ya pandemiyê derbas kir. Dîsa der barê Ocalan de îdiayên mezin derketin holê. Piştre jî îdiayeke ku li Îmraliyê şewat derketiye derket holê. Dema em li van îdiaya dinêrin em dibînin ku şert û mercên wir awarte ne. Wek bertek me parêzerê Birêz Ocalan, serî li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û gelek saziyên din da. Ji van hinek jî Baro ne. Ji bo rapor bê amadekirin û pêvajo bê şopandin ev serlêdan hatin kirin.
 
Baroyên din diyar kirin ku ev nîqaş kirine û xistine rojeva xwe. Lê Baroya Amedê serlêdanek li wezaretê kir. Ev di çapemeniyê de jî derket holê. Ev serlêdan jî ji bo rakirina tecrîdê û hevdîtina Îmraliyê bû. Lê mixabin ji wezaretê tu bersivek nehat. Li gorî me divê ev serlêdan zêde bibin û dewlet şopdarên vê tecdrîd û îzolasyonê bin. Ne tenê bertekên ji civakê tên, divê saziyên hiqûqî şopdarê vê dozê bin.
 
*Her wiha ji bo saziyên navneteweyî jî serlêdanên we çêbû, pêşketine heye gelo? Hûn nêzîkatiya CPT, Konseya Ewropa û yên din çawa dinirnixînin?
 
Di pêvajoya girtina Birêz Ocalan de me serî li gelek saziyên navneteweyî jî dan. Di nav van de Konseya Ewropayê û NY jî heye. Her wiha serî li komîte, komîsyon û saziyên têkildar hat dayîn. Me di pêvajoya dawî de serî li NY’yê jî da. Lê serlêdana ji bo NY’ê hatiye kirin hîna tiştek jê derneketiye. Em bang li saziyan dikin ku berpirsyariya xwe bînin cih. Yek ji van saziyan Konseya Ewropa û CPT ye. Em der barê rewşa Birêz Ocalan de raporan amade dikin û ji komîte û baroyên têkildar, saziyên navneteweyî re radigihînin.
 
Em li pêvajoya 23 salan binêrin. CPT di 23 salan de tenê 8 caran serdana taybet kiriye û rapor amade kiriye. Yanî ev tenê jî cidiyeta nêzîkatiyê nîşan dide. Ne CPT ne jî DMME ne jî Komîteya Wezîran der barê mijarê de plansazî û şopandineke wan ya cidî heye. Bi giştî pêvajoyê ji demê re dihêlin, serlêdanên me didin sekinandin.
 
*Hûn ji bo hevdîtinên li Îmraliyê serlêdanên xwe didomînin. Rayagiştî ya Kurd ji bo tecrîd bê rakirin û ji bo azadiya Rêberê PKK’ê çalakiyan didomîne. Der barê vê de tiştekî hûn bixwazin bînin ziman heye gelo?
 
Em wek parêzerên Birêz Ocalan dibêjin ku divê pergala tecrîda Îmraliyê di alî hiqûqî de neyê meşandin û demildest ji holê bê rakirin. Me ev gelek carî anî ziman. Di mijara azadiya Birêz Ocalan de îro li Tirkiye û Kurdistanê û li hemû cîhanê kampanyayên tên meşandin hene. Lê daxwaza azadiya Birêz Ocalan li gorî me hiqûqî, siyasî û polîtîk e. Birêz Ocalan di şexsê gelan de muxatabê çareseriya alternatîf û aştiyane tê dîtin. Birêz Ocalan bi rastî jî wek pêşengê Gelê Kurd an jî di nokteya çareseriya destûra bingehîn ya rûmetî ya pirsgiarêka Kurd de ji bo rola xwe bîne cih divê teqez û teqez azadiya wî pêk bê. Der barê vê de DMME’ê biryareke binpêkirina maf da. Piştî vê biryarê şûnde pêvajoya kontrolkirinê ya komîteya wezîran tê jiyîn. Di alî hiqûqî de nîşan didin ku azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Li cîhanê  heta mirinê cezayê girtîgehê gelek kêm hatiye dîtin. Îro di tu pergala înfazê de pergaleke cezakirina wek tolgirtina dijminwarî tune ye.
 
Dema em li şert û mercên ku Birêz Ocalan tê de ye dinêrin, di şertên tecrîda giran a bi salan e berdewam dike de rewşeke di ser asta asgarî ya ku girtinê aniye heye. Ev pêvajo 23 sal in bênavber berdewam kiriye. Di alî hiqûqî de azadiya Birêz Ocalan, di esasê hiqûqa hevdem, hiqûqa înfazê de divê pêkan be. Ji bo vê biryara ku DMME’ê daye heye. Lê di alî polîtîk de ne tenê Gelê Kurd gelên Rojhilata Navîn bi salane vê diqîrin: “Birêz Ocalan pêşengê me ye û divê azad be.”Ji bo perspektîfa ku Birêz Ocalan ji bo gelan pêşkêş kiriye pêk bê, ne tenê rakirina hevdîtinan divê Birêz Ocalan azad bê berdan. Kampanyayên heta îro hatine meşandin bêguman deriyê azadiyê venekiriye. Lê mezinkirina van kampanyayan dikare hêza bi bandor ya afirandina azadiyê ava bike. 
 
Banga esas a kampanyaya ji bo Birêz Ocalan ev e: Birêz Ocalan li cîhanê di qada perspektîfê de fîlozofekî xwe daye qebûlkirinê ye. Azadbûna wî ne tenê di navbera Kurd û Tirkan de li hemû cîhanê  pira aştiyê ye. Fîlozofekî ku hatiye qebûlkirin û fikrên wî tên nîqaşkirin, pêşngekî gel tenê nehatiye tecrîdkirin; di civakê de divê di alî fikrî de qadên ku bikaribin xwe heyî bikin bên afirandin. Îro ne tenê Kurd, li her derê cîhanê di vî alî de kampanya tên meşandin û bi van kampanyayan re em wek parêzerên Birêz Ocalan dem bi dem agahdarkirinan dikin. Herî dawî li Misir û Lubnanê întîsyatifeke azadiyê ya aktîvîstên jin ava kiribû hebû. Ev jî nîşan dide ku Birêz Ocalan  ji bo gelên Rojhilata Navîn çiqas watedar e. Lê em difikirin ku qadên bi bandor ên van kampanyayan zêdetir bên berfirehkirin û mezinkirin. Divê gel li dijî vê tecrîdê bersivekê bide. Dema ku dewlet vê tecrîdê giran bike bêguman wê gel jî azadiya Birêz Ocalan bixwaze. Ev gelek girîng e. Em dizanin ku azadiya Birêz Ocalan gelek nêz e.