'Hemû bazarên xwe li ser kurdan dikin'

  • 09:05 23 Tîrmeh 2022
  • Rojane
Sema Çaglak        
 
ŞIRNEX - Zeynep Urek a ku kurê wê Îbrahîm Urek di sala 2019’an de li Heftanînê jiyana xwe ji dest da, li dijî şer banga yekitiyê li kurdan kir û got: “Hêzên serdet bazarên xwe li ser kurdan dikin. Jixwe dijminên kurdan zêde ne qenebe bila kurd nebin dijminên hevdû.”
 
Êrîşên Dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê di meha çaremîn de li ser Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin. Bertek û nerazîbûnên li dijî şer jî her ku diçe zêdetir dibin. Dayika îbrahîm Urek ê di sala 2019’an de li Heftanînê jiyana xwe jidest da, Zeynep Urek li dijî şer banga yekitî û tifaqê li kurdan kir.
 
Zeynep Urek(53) ku li navçeya Qilebanê ya Şirnexê dimîne wekî piraniya kurdan di nav malbatek welatparêz de mezin dibe. Zeynep di 16 saliya xwe de dizewice û dibe dayika 7 zarokan. Kurê wê İbrahîm di sala 2014’an de tevlî PKK’ê dibe û di sala 2019’an de di şerê li Heftanînê de jiyana xwe ji dest dide. Zeynep, wiha dibêje: “Bi zor û zehmetî me jiyana xwe berdewam kir. Zext û zordestiya dewletê tim li ser me hebû. Kurê min Îbrahîm ji biçûkantiya xwe de helwesta xwe nîşan dida. Hem bi nêzikatî û hem jî bi nêrîna xwe helwesta xwe ya li dijî zilm û neheqiyê nîşan dida. Em pê serbilind in. Em xwedî li mîrasa wî ya têkoşîn û berxwedanê ku ji me re hişt derkevin.”
 
‘Divê kurd li hev bikin’
 
Zeynep, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê da û destnîşan kir ku bi şer û komkujiyê tu pirsgirêk çareser nabe. Zeynep, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em şer naxwazin.  Tu dayik şer naxwazin û naxwazin ku zarokên wan werin kuştin. Ev şer bi hevkariya Barzanî hat destpêkirin. Divê Barzanî di vî şerî de li tenişta Tirkiyê cih negirta. Wextê ku DAIŞ'ê êrîş kir  kî li hemberî DAIŞ'ê bû asteng? Tenê kurd dikarin alikariya hevdû bikin. Divê ji tu dewlet û hêzekê din vê hêvî nekin. Hemû dewlet li berjewendiyên xwe difikirin. Divê li her çar parçeyên Kurdîstanê kurd tîfaqa xwe pêk bînin û li dijî şer yekitiya xwe ava bikin. Serdest bazarên xwe li ser kurdan dikin. Jixwe dijminên kurdan zêde ne qene bila kurd nebin dijminên hevdû. Divê kurd rûnin ser maseyê û li hev bikin. Bi salan e xwîn tê rijandin û gelek berdelên giran tên dayîn.  Em bi hemû şehîdên xwe serbilind in. Heta ku em sax bin em ê li pey doza zarokên xwe biçin. Divê kurd xwedî li kurdayetiya xwe derkevin û li dijî vî şerî bibin yek û bi hev re xayîtiyê nekin.”
 
‘Ji bikaranîna çekên kimyewî re çavên xwe digirin’
 
Zeynep, di axaftina xwe de bal kişand ser bikaranîna çekên kiyewî jî û got : “Ewropa ji bikaranîna çekên kimyewî ku Tirkiyey bi kar tîne re bêdeng dimîne.  Ji ber ku ew jî bazara xwe li ser kurdan dikin. Hemû dewletên navneteweyî û sazî û rêxistin jî dizanin ku Tirkiyê li dijî gerilla çekên kimyewî û çekên qedexe bi kar tîne.  Lê ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin bêdeng dimînin. Çekên kimyewî zerarê didin mirovan hem jî didin xweza û ajalan. Em tu carî vê zilm û îşkenceyê ji bîr nakin.”
 
‘Em ê xaka xwe biparêzin’
 
Zeynep, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her çiqas werin girtin û kuştin jî li pey doz û mafê xwe ne.  Gelê me di rêya mafên xwe de tê girtin û tê kuştin. Tiştên ku Tirkiyê dike gelek xirab û cihê şermê ye. Jixwe bi xwe jî xetimîne. Loma êrîşên xwe zêdetir dikin. Heke îradeya kurdan hebe wê xwe nexin tora xiyanetê. Bav û kalên me ewqas di vê rêyê de berdel dabûn û dîsa jî xiyanet qebûl nekirin. Heke kurd xiyanetê li dijî gelê xwe li dijî xaka xwe bikin ew gelek şaş e. Lazime ku tu kurd wî tiştî qebûl neke û welatê xwe biparêze.”