Nîlufer Koç: Dê 4 parçe bibin yek

  • 09:36 20 Gulan 2022
  • Rojane
Habîbe Eren 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Lijneya Rêveberiyê ya KNK'ê Nîlufer Koç, diyar kir ku li dijî êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê biryarên ku girtine dê di rojên pêş de bikin meriyetê, anî ziman ku ew ê bi pirsa "Jin çi difikirin û wê vî welatî çawa biparêzin?" tevbigerin û got: "Çar parçe wê bibin yek."
 
Êrişên AKP'ê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser Herêma Federe a Başûrê kurdistanê ku di 17'ê nîsanê de hatibûn destpêkirin mehek li dû xwe hiştin. Li gorî bîlançoya şer a HPG'ê ku di Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) de hat weşandin, hat diyarkirin ku Tirkiye ji 17'ê nîsanê virde 164 caran çekên kimyewî bi kar anîne. Li gel ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê li 4 parçeyan bertek û têkoşîn berdewam dike, di vî warî de hin gavên şênber jî tên avêtin.
 
Kongreya Netweyî ya Kurdistanê (KNK) di 1'ê gulanê de li Paytexta Belçîka Brukselê partiyên Kurdistanî anîbûn gel hev. Gelek partî û rêxistinên saziyên sivîl ji bo vê civînê hatibûn vexwendin. Piştî civîna ku bi berfirehî nûnertiya kurdan dikir û 25 nûner tevli bûn, gelek bang û biryar bi raya giştî re hatin parvekirin.
 
Endama Lijneya Rêveberiyê ya KNK'ê Nîlufer Koç, hem derbarê êrişan û hem jî li dijî êrişan çalakiyên ku wê bên kirin nirxand.
 
'Dixwazin şerê Ukraynayê ji bo xwe bi kar bînin'
 
Nîluferê bal kişand ser şerê Ukraynayê û wiha got:"Em di pêvajoyeke wiha de ne ku hemû tişt dê ji nû de bê dîzaynkirin. Ew ê hem di warê kuresel, hem herêmî, hem jî di qada navneteweyî de bandorê li siyaseta kurd bike. Herkes di vê pêvajoya kaosê de dixwaze encamên ji bo xwe yên baş bi dest bixin. Şerê Ukraynayê ji bo welatên kriz lê heye bû fersend. Di serê van dewletana de Tirkiye tê. Çimkî Rejîma AKP-MHP'ê hem di siyaseta hundur de hem jî di ya derve de di nava tengasiyekê de ye. Dixwazin şerê Ukraynayê veguherînin fersendekê û astengiyên li pêşiya xwe rakin."
 
'Ev du sal in konsepta dagirkeriyê di meriyetê de ye'
 
Nîluferê bi lêv kir ku Tirkiye serhildana kurdan ji xwe re wekî astengiyê dibîne û wiha pê de çû:"Tirkiye dixwaze qoza di konjonktura navneteweyî de ji xwe re wekî fersendekê bi kar bîne. Loma ji 17'ê Nîsanê ve ye şer daye destpêkirin. Ev du sal in konsepta dagirkeriyê di meriyetê de ye. Bi taybet li ser xeta Behdinanê ya wekî herêma zer a PDK'ê tê zanîn 70 baregehên leşkerî hatine avakirin. Her wiha gelek navendên îstixbaratê hene. Dîsa di bin navê bazirganiyê de li Başûrê Kurdistanê Navendên Avahiyên Herbê yên Taybet hatine avakirin. Tenê bi serfiraziyeke leşkerî dixwazin Başûr dagir bikin."
 
'Serhildana gerîla li dijî qirkirina kurdan disekine'
 
Nîluferê bi lêv kir ku TSK sala borî li Garê têk çûye û Tirkiyeyê bi vê têkçûyinê dîsa di 17'ê Nîsanê de şerekî nû daye destpêkirin û wiha lê zêde kir:"Li gor agahiyên em bi dest dixin dewleta tirk li wir xetimiye. Dixwazin kaosê ji xwe re bi kar bînin lê belê li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên divê bên çareserkirin hene. Yek ji van pirsgirêkên di serî de tên pirsgirêka kurd e. Di Newrozê de gel peyama xwe da. HDP îstikrara xwe diparêze. Em dikarin wiha behsa êrişên li ser Zap, Avaşin û Metînayê bikin. Di vir de tiştê Erdogan hesab dike qirkirina kurdan e. Serhildana gerîla li dijî qirkirina kurdan disekine. Di heman demê de îro salvegera qirkirina gelê Tamîl e. Li ber çavên dinyayê 70 hezar însan hatin qetilkirin. Li ber çavên dinyayê ev pêk hat. Loma divê em têk neçin. Me hîn 2014 ji bîr nekir. Tiştên hat serê êzidiyan me ji bîr nekir. Ger ne ji serhildana gerîla ba wê DAÎŞ'ê tiştên xirabtir bikira."
 
'Navenda bazariyan serhildana kurd e'
 
Nîluferê da zanîn ku navenda bazariyan serhildana kurd e û wiha pê de çû:"Dema Swêd û Finlandiya xwestin bibin endamên NATO'yê Tirkiyeyê got 'Hûn ê ji kurdan re bêjin na. Terora ez li ser serê kurdan pêk tînim hûn ê jî pêk bînin'. Şerê di 17'ê Nîsanê de dest pê kir û ev geşedanan ji hevdu ne qut in. Bi tevahî qirkirinek tê ferzkirin lê belê serhildana kurdan pêşî li vê qirkirinê digire. Erdogan ji xwe re dibêje 'ez pir girîng im' û dixwaza di her hefsengiyê de tifaqan çêbike lê belê vêya jî li dijî kurdan dike. Lê diyar e ev hefsengî wê ne  mayinde bin. Siyaseteke pirserî heye. Tifaq wekî berê bi awayekî stratejîk nikare bê meşandin. Hevsengiyên tê xwestin di şerê Ukraynayê de bên avakirin temenê wê kurt e. Ji bo vê jî têkiliyên taktîksel tên pêşxistin."
 
‘Cîhan ne tenê ji YE û NY pêk tê’ 
 
Nîlufer di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya NY, NATO û welatên Ewropayê û got: "Di nava NATO de gelek dewlet ne dostên Tirkiyeyê ne. Cîhan ne tenê ji YE û NY pêk tê. Parzemînên Afrîka, Asya, Amerîkaya Başûr hene. Li cîhanê bi giştî 197 dewlet hene, cîhana Ereb heye, hemû jî siyaseta Tirkiyeyê qebûl nakin. Tiştekî bi navê 'Kurd bi tenê ne, deng dernakeve' tune ye. Dibe ku welatên rojava; ji Sykes-Picot û Lozanê heta niha bi pêşengiya Îngilîstan û Almanyayê polîtîkayeke li ser statuya kurdan dimeşîne; lê ji bo wan divê bê gotin; Haya wan jê heye ku êdî nikarin wek berê nêzî kurdan bibin. Ji bo ku Kurd di hevsengiya guherînê de siyasetê nekin, Tirkiye dan pêş. Ev hesabê rojava ye; lê hesabê Dewleta Tirk cuda ye. Hilbijartinên Lozana 2023 û 100 saliya Komarê jî hene. Erdogan dixwaze ji Ataturk wêdetir di dîrokê de cih bigire. Di vî warî de be binaxkirina Kurdan, armanc dike ku bibe sultanê Tirkiyeya nû. Berxwedaneke mezin heye ku nikare vê jî bi dest bixe. Ango bêdengiya hêzên navneteweyî hinekî jî ji ber wê yekê ye ku Tirkiye di hevsengiyê de rola taktîkî bilîze." 
 
‘Hêza wan tuneye ku kurdan tune bikin' 
 
Nîlufer diyar kir ku li hemberî Tirkiyeyê gelek bertek hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ne her kes li gor dilê Tirkiyeyê dilîze. Rojava hêviya xwe bi şerê Ukraynayê ve girêdaye. Enerjî bi taybetî gaz niha di rojevê de ye. Di vê xalê de tê armanckirin ku di ser Başûrê Kurdistanê re derbasî Tirkiyeyê û piştre jî li bazara Ewropayê vebe. Erdogan jî hêviya vê yekê kiriye, ji ber ku wisa difikire ku bi vê yekê dikare ji krîza aborî ya li Tirkiyeyê derbas bibe. Sedema pejirandina vî şerî ya Almanyayê bi taybetî jî kêmbûna lezgîn a enerjiyê ye. Di warê çavkaniyên enerjiyê de, gaz ji bo Ewropayê pêşîn e. Bi rastî, ji bo ku ew gaz saxlem derbas bibe divê şer raweste. Haya wan jî ji vê yekê heye. Ji wê aliyê ve berxwedana gerîla nîşan dide ku wê weke ku hesab kiribûn pêk neyê. Hêza wan tune ye ku kurdan tune bikin." 
 
‘Serkeftina kurdan serkeftina pêşerojê ye' 
 
Nîlufer wiha bal kişand ser qirkirina kurd: "Derket holê ku Dewleta Tirk a qirker, kurdên ku di azadiyê de israr dikin, êdî li heman erdnîgariyê nikarin heman hewayê bigirin. Ji aliyekê ve kurdên ku sembola azadî, demokrasî û berxwedanê ye û di rastiyê de pêk tîne; Rastiya Dewleta Tirk a qirker, neteweperest û zayendperest jî heye. Niha di vî warî de tu bingeheke ku her du bi hev re bin tune ye. Lewma serkeftina kurdan wê were wateya serkeftina pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê. Di vî warî de her çiqas ev têkoşîn di pêşengiya gerîla de pêş bikeve jî wê bibe temînata azadiya jin, kedkar, elewî, xiristiyan û her kesê ku li Tirkiyeyê ji aliyê pergala xwe ve hatiye dûrxistin. Ji ber vê yekê divê em hemû zêdetir vê berxwedanê hembêz bikin. Bi vî awayî dê avakirina Tirkiyeyeke nû ya demokratîk pêk were. Di heman demê de em ê gelên Rojhilata Navîn ji polîtîkaya berfirehkirina Erdogan rizgar bikin. Ji ber ku çavê Erdogan jî li Bexdayê ye. Ger li Rojava Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hilweşîne, çavê wî li Şamê ye. Dixwaze parêzgehên Mûsil û Helebê bigire. Heger wan bigre dê dora ereban be. Berxwedana Kurdan têkoşîneke ku wê siberoja gelên ku wê bi zîhniyeta berfirehxwaz a Tirk re rû bi rû bimînin rizgar bike. Divê her kes bi vê hişmendiyê were hembêzkirin û her kes erka xwe pêk bîne.”
 
Serî li OPCW’ê dan 
 
Nîlufer di axaftina xwe de wiha bal kişand ser civîna ku bi pêşengiya KNK'ê hatî kirin: "Mijara hevpar a hemû beşdarên ji Rojhilatê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û Rojava mezinkirina berxwedanê bû. Bi taybetî jî çalakiyên li dijî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bikar tîne, derket pêş. Li ser navê platforma neteweyî serîlêdana Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hat kirin. Dîsa bang li gelek serokên dewletan hat kirin. Di çarçoveya biryarên ku di dema pêş de hatine girtin de dê muzakere bên kirin. Bi taybetî di siyaseta navxweyî de li dijî gefên kîmyewî ev bang hat kirin. Divê tu kes derî ji hêzên kolonyalîst re veneke! Helwesta li hemberî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk weke helwesteke neteweyî derket pêş. Hat gotin ku yên vê yekê nekin dê zirarê bidin Kurdistanê, ev tespîteke girîng bû. Tifaqa AKP-MHP’ê bi PDK’ê re zemîna vî şerî amade kir. PDK di warê lojîstîk a şer de, di gihandina agahiyan bo Tirkiyê de roleke pir girîng dilîze. Xala ku herkesî li ser hemfikir bû, îradeya van êrişan di serî de başûrê Kurdistanê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku ev polîtîkayeke ku hemû destkeftiyên kurdan dixe metirsiyê."
 
‘Çar parçe wê bibin yek'
 
Nîlufer diyar kir ku Komîsyona Jinan a KN'ê ji bo pêşerojê plansaziyek kir û diyar kir ku dê bibin dengê jinên çar parçeyan û wiha nêrînên anî ziman: "Jin çi difikirin û jin çawa dikarin vî welatî biparêzin? Niha dirûşmeya sereke 'Kurdistanê biparêze' ye. Di vê çarçoveyê de jin li başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Komîsyona Jinan a KNK’ê civînan li dar dixin, beriya niha me li Silêmaniyê komxebatek li dar xist. Hem hevdîtinên li derve hene, hem jî hevdîtinên yek bi yek li Başûr hene. Wê di rojên pêş de metna bangê li Rojava ragihîne. Ya ku divê niha rola herî mezin li başûrê Kurdistanê bilîze jin in. Ji ber ku başûrê Kurdistanê cihê xeteriyê ye. Ji ber vê yekê derketina li wir pir bi biryar e. Armanc û plansaziya me ya sereke dê çar parçe wê bibin yek."
 
'De panelek bi beşdariyeke berfireh were lidarxistin' 
 
Nîlufer, diyar kir ku dê civakîbûn bi jinan bi hêz be û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hewl tê dayîn ku li hemberî dagirkeriyê helwesteke vekirî bê nîşandan. Di rojên pêş de jinên ji Rojava, Bakur, Rojhilat û derve dê li Başûr bang li xwişkên xwe bikin. Her wiha wê panelek bi beşdariyeke berfireh were lidarxistin. Peyamên jinên ku di siyaset, huner, qada civakî de, nivîskar an jî rojnameger xwedî hevtayê xwe ne, wê bi raya giştî re bên parvekirin."