Jinên Cizîrê: Em kurd in û zimanê me kurdî ye

  • 09:02 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Jinên Cizîrê bal kişandin ser girîngî û zextên li li ser zimanê kurdî û destnîşan kirin ku tu kes nikare zimanê kurdî înkar bike û qedexe bike. Her wiha jinan anî ziman ku bi mîlyonan kurd hene ku bi kurdî diaxivin û divê ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.
 
Li paytexta Suriyeyê Şamê, di 15'ê Gulan a 1932'yan de, bi pêşengiya Celadet Ali Bedirxan kovara Hawarê hat weşandan. Kovara Hawarê ku berhema çapemeniya kurd a yekm ya bi tîpên latînî weşan kiriye, ji sala 1932'yan heta dawiya 1943'yan weşana wê berdewam kiriye.  Her wiha di 15'ê Gulana sala 2006'an de ji hêla Tevgera Ziman û Pêrwerdehiya Kurdî 'TZP Kurdî' ve di Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî de, 15'ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin û her sal di 15’ê gulanê de ev roj bi cûrbecûr bername û çalakiyan tê pîroz kirin.
 
Bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî me jî berê xwe da kolanên Cizîrê û ji jinan derbarê girîngî û zextên li ser Zimanê Kurdî de nêrînên wan girtin.
 
‘Kes nikare zimanê me înkar bike’
 
Newroz Çatikaş diyar kir ku tu kes nikare rastiya kurd û Zimanê Kurdî biguherîne. Newroz, destnîşan kir ku çiqas ziman were astengkirin û qedexe kirin têkoşîna ji bo ziman jî ewqas mezin dibe û wiha axivî: “Dema dibêjin ziman jiyan, jidayikûn û hebûn tê bîra me. Ziman çiqas qedexe bikin jî wê têkoşîna me ya ji bo azadiya zimanê me bidomîne. Em kurd in û zimanê  me kurdî ye. Tu kes nikare vê rastiyê biguherîne û înkar bike. Ew çiqas înkar bikin em ê jî ewqas li zimanê xwe xwedî derkevin.”
 
‘Bila ciwan parastina zimanê xwe bikin’
 
Newroz, li ser rola ciwanan a ji bo parastina ziman jî sekinî û bilêv kir ku divê ciwanên kurd nekevin tora polîtîkayên bişaftinê û divê nifşê nû parastina zimanê xwe bikin. Newroz, got: “Heke di civakê de ciwan werin guhertin wê civak jî were guhertin. Loma di warê parastina zimanê de rola ciwanan gelek girîng e. Divê ewilî ciwan hay ji poltîkayên bişaftinê hebin. Bi taybet di van salên dawîn de li ser ciwanên me ji aliyê ziman û çandê de polîtîkayek taybet hate meşandin. Mixabin gelek ciwan ji zimanên xwe dûr ketine. Divê ciwan çand û zimanê xwe ji bîr nekin.”
 
‘Weşanên tirkî li ser zimanê kurdî bandora neyînî dikin'  
 
Newroz di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê malbat berpirsiyariya xwe ya ji bo parastina ziman bi cîh bînin û wiha pêde çû: “ Televizyonaên tirkî di warê pêşketina zimanê kurdî de bandora neyînî li ser malbatan dikin û zarok ji televîzyonê hînî tirkî dibin. Herwiha her çend ku malbat li malên xwe bi zarokên xwe re kurdî biaxivin jî  gava diçin dibistanan zarokên wan hînî tirkî tên kirin." Newrozê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji bo 15’ê Gulanê ew e ku bila Gelê Kurd û berxwedêrên Cizîre zimanê xwe bidin jiyandin. Ji ber ku her tişt girêdayî ziman e. Loma herî zêde jî li ser ziman tê sekinandin. Heke ziman were jibîrkirin, çand, dîrok û pêşeroj jî tê ji bîr kirin. Bila her kes zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin û parastina zimanê xwe bikin.”
 
‘Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî’
 
Makbule Oluk jî anî ziman ku gerek zimanê kurdî di sazî û dezgehên dewletê de bi awayekî fermî cihê xwe bigire û ev tişt anî ziman: “Em ê heta dawiya emrê xwe zimanê xwe biaxivin û biparêzin. Gava em çûn nexweşxane û PTT û li her sazîyên dewletê divê bi zimanê kurdî jî xîzmet were dayîn. Ez bi zimanê tirkî nizanim û dema ku diçim saziyên dewletê  zehmetiyan dikşînim. Ji bo ku em zimanê xw li hemû qadan bi kar bînin bila mafên me yê ziman bidin. Em nabin tirk û em ê hertim bi zimanê xwe biaxivin. Divê di dadgehan de û li her derê zimanê kurdî bê axaftin. Çimkî em kurd gelek zêde ne û bi karanîna zimanê zikmakî mafê me yê herî rewa ye.”
 
‘Bila zimanê me azad be’
 
Hedîye Beldek jî nerînên xwe yên ji bo zimanê wiha vegotin: “Bila zimanê me jî azad bibe.  Gava diçim cihekê fermî, dibêjin tu qey tirkî nizanî. Ez jî dibêjim wê çaxê hûn çima kurdî nizanin. Vêderê bajarên kurdan e divê bi zimanê kurdî were axaftin. Kurd çawa zimanê tirkî dizanin divê tirk jî zimanê kurdî bizanibin.”
 
‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Gurbet Bayar astengî û qedexeyên li ser ziman şermezar kir û got: “Daxwaziya me hemû kurdan ew e ku zimanê me bi awayekî azad li her qadên jiyanê were axaftin. Qedexe û astengiya li ser ziman şermezar dikim.  Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Em zimanê xwe ji bîr nekin û em nedin ji bîr kirin. Bila zarok bi zimanê dayika xwe biaxivin û hînî zimanê dayika xwe bên kirin.”
 
‘Em kurd in û zimanê me kurdî ye’
 
Leyla Demîrtaş bilêv kir ku ppêwiste hemû dayik xwedî li zimanê xwe derkevin û got: “Kes nikare zimanê me qedexe bike. Her kes dizane ku em hene û zimanê me kurdî ye. Lê divê yên ku zimanê me qedexe dikin jî zimanê me nas bikin û mafê zimanê me bidin. Kes nikare bi astengî û qedexekirinê zimanê me înkar bike û xelas bike. Bila hemû dayik xwedî li zimanê xwe derkevi. Zimanê me rûmet û nasnameya me ye.”
 
‘Bila zarok bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin’
 
Herî dawî jî Asîye Bakir axivî û destnîşan kir ku bila zarok bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibinin. Asîye, wiha axivî: “Ez bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî diaxivim û wan bi zimanê dayika wan mezin dikim. Ez kurd im heke tirkî bizanibim jî naxwazim bi zimanê tirkî biaxivim. Zarok çi zimanî bizanibin ji bo wan baş e. Lê divê ewilî bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zarok bi zimanên xwe perwerdehiyê bibinin.”