Hevşaredara Mexmûrê Fatma: Ligel derfetên kêm em xizmetê didin gelê xwe

  • 09:03 29 Nîsan 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen, diyar kir ku ligel derkeftên kêm û ambargoyê hewl didin ku xizmetê bidin gelê xwe û got: "Ligel kampanyaya paqijiya wargehê, em hewl didin ku cade û rêyên kolanan çêkin, ji bo jinan avahiyeke sporê avabikin. Em ê bi alîkariya gelê xwe xizmeteke baş bidin meşandin" 
 
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji salên 1998’an heta îro di bin sîwaneya Yekitiyên Netewî (NY) de ye, di 13'yê mijdara sala 1998'an şaredarî hatiye avakirin. Ji vê rojê heta îro ligel şert û mercên kêm li wargehê xebat hatiye meşandin. Şaredariya wargehê beyî alîkariya hikûmetan bi alîkariya penaberan kar û xebat daye meşandin. Ev tişt ji bo derdorê û bû mînakeke girîn. Li wargehê di sala 2014’an de pergala hevşaredariyê ket meriyetê. Ev tişt jî ji bo temsiliyeta jinan a di mekanîzmayên rêveberiyan de rolek mezin list. 
 
Di 25'ê sibata îsal de li wargehê hilbijartina şaredariyê pêk hat. Ji bo meclîsê 25 kes û ji bo hevşaredariyê jî 4 kes bibûn namze. Di encama hilbijartinê de 2 kes ji bo hevşaredariyê û heft kes jî ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê hatin bijartin. Fatma Bîlen wek hevşaredar û Cemîle Korkmaz, Leyla Çelîk, Eylem Kara jî wek endamên meclîsa şaredariyê hatin bijartin. Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen ji ajansa me re behsa kar û xebatên xwe kir. 
 
'Ligel şert û mercên kêm em dixebitin'
 
Fatma, da zanîn ku li gorî şert û mercên heyî xebatên şaredariyê didin meşandin û got: "2 meh jortir e, em xebatên şaredariyê didin meşandin. Em li ser esasê pergala hevşaredariyê xizmetê didin. Her wiha di meclîsa şaredariyê de çend hevalên me yên jin hene. Her hevaleke me li ser beşekî dixebite. Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê ji bo bibin bersiva gelê xwe xizmetê dikin. Em di nav şert û mercên herî kêm de dixebitin." 
 
'Wargeh her tim bi zehmetiyan re rûbirû ma' 
 
Fatma, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ligel geşedanên siyasî û êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê karê xwe dikin û wiha axivî: "Em di nav pêvajoyek girîng re derbas dibin, di her alî de êrişê başûrê Kurdistanê dikin. Ev êriş bandorê li ser wargeha me jî dike. Ji dîroka avabûna heta îro wargeha me her tim bi zehmetiyên dijwar re rûbûrû maye. Ligel vê jî her tim li ber xwe daye."
 
'Em bi alîkariya gel xizmetê didin'
 
Fatma, diyar kir ku Şaredariya Mexmûrê her tim beyî alîkariya Hewlêr û Bexdayê li ser piyan maye û xizmetê daye gelê xwe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bêyî alîkariya derdarê xizmetê didin gelê xwe. Tenê em alîkariyê ji gelê xwe digirin. Gelek xebat bi alîkariya gel ve tê kirin. Pirsgirêkên ku derdikevin bi hevkariya gel ve tê çareserkirin."
 
‘Ji bo jinan em ê avahiya sporê çêbikin' 
 
Hevşaredar Fatma, di berdewamiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên ku di nav 2 mehan de hatî kirin: "Ev du meh jortir e em hatin ser peywîrê. Me gelek xebat dan destpêkirin. Yek jî wan kampanyaya paqijiya wargehê bû. Çend roj şûnde Cejna Remezanê ye û demsala havînê jî tê. Ji ber vê jî me kampanyayek wisa da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de em hewzên avê ya ku gel jê avê digirin, paqij dikin. Ligel kampanyaya paqijiyê, projeyên ku di demên borî de ji ber bêderfetbûnê nîvco mayî dê bên temamkirin. Di nav de projeyên nîco mayî de çêkirina rêyên xirab jî hebû. Em ê hewl bidin ku cade û rêyên kolanan çêkin. Her wiha ji bo jinan jî em ê avahiyeke sporê çêbikin."
 
Pirsgirêka av û ceyranê...
 
Fatma Bîlen, da zanîn ku li wargehê pirsgirêka herî girîng jî av û ceyrane û got: "Di aliyê av û ceyranê de hikûmet berpirsin. Tişta ku em bikin nîne. Dema dilê wan bixwaze av û ceyranê didin û dilê wan nexwaze av û ceyranê dibirin. Bi taybetî jî ev pirsgirêk di havînê de me bêtir dide zorê. Lê belê hewldanên me ji bo çareseriya wê pirsgirêkê heye. Niha em jeneretoran didin xebatê lê belê têr nakin. Em li gorî derfetên xwe jeneretorên xirabbûyî tamîr dikin."
 
Bandora amborgoyê ya li ser wargehê 
 
Fatma, di axaftina xwe de wiha behsa aboriya wargehê kir: "Em dixwazin pirsgirêka ceyranê bi jeneretorê çareser bikin û jeneretor jî ji ber ku bi mazotê dixebitin gelek caran em nikarin bistînin. Ji ber ku ambargoyek li hemberî wargehê hatiye danîn. Ambargoya hikûmeta herêma Kurdistanê bandoreke mezin li wargehê dike. Her wiha gelek malbat ji bo debara xwe berê xwe didin herêma Kurdistanê lê belê piştî ambargoyê penaber nikarin biçin ser karê xwe. Ev tişt bû sedema mexdûriyeta gel. Alîkariya ku ji bo wargehê dihat jî hat qutkirin. Bi tevahî ev tiştên ku ez qala wê dikim bandorê li ser xebatên me yên şaredariyê jî dike." 
 
‘Em her tim di xizmeta gelê xwe de bin' 
 
Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma, destnîşan kir ku di rojên gelek zehmet re derbas dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo em van zehmetiyan derbas bikin pêwistî bi arikariya gelê heye. Em ê her tim di xizmeta gelê xwe de bin. Hêvî û baweriya me heye ku em ê di her alî de bibin bersiva gelê xwe û xebatek serkeftî bidin meşandin."