Li dijî zilmê ji Bakur derket li Başûr hat qetilkirin

  • 09:09 26 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Bêrîvan Tunç - Qeder Kar
 
MEXMÛR - Ji ber polîtîkayên hevpar ên Enqere, Bexda û Hewlêrê bi sedan kurd li Herêma Federal a Kurdistanê bi îşkenceyê re rûbirû dimîn, tên girtin û tên qetilkirin. Yek jî wan Îsmaîl Uçar e. Keça wî Hezar Uçar a ku li Mexmûrê dijî got: "Bi salane li ser esasê berjewendiyan hevkariyê dikin. Ev hevkarî dibe sedem ku bi sedan zarok wekî min bê bav biminîn." 
 
Bi hezaran bakurî li dijî zilm û zordariya Dewleta Tirk berê xwe dan Herêma Federal a Kurdistanê. Ji bo wan Herêma Federal a Kurdistanê cihê xwe parastinê bû, ji ber ku axa kurdistaniyan bû. Lê hêviya ku dê li vir ji zilmê rizgar bibin, têk çû. Li ser vê axê bi sedan kurd, ji ber polîtîkayên hevpar ên Bexda, Enqere û Hewlerê û bi taybetî jî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), bi îşkenceyê re rûribû man, hatin girtin û hatin qetilkirin. 
 
Yek jî wan Îsmaîl Uçar e. Îsmaîl, di sala 1993’yan de bi hevkariya PDK’ê  ji aliyê MÎT'ê ve li navceya Derkara Zaxoyê tê qetilkirin. Keça Îsmaîl, Hezar Uçar piştî qetilkirina bavê xwe diçin gelek deveran û herî dawî jî di sala 1998'an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) bi cih dibin. Hezar ji ajansa me re hem behsa serpêhatiya xwe ya penabertiyê û hem jî behsa qetilkirina bavê xwe kir. 
 
'Ji ber zilm û îşkenceyê me warê xwe terk kir' 
 
Hezar, di sala 1986’an de li gundê Nerxa Şirnexê tê dinê. Hazar hêj di biçûktiya xwe de bi zilm û zordariya dewletê re rûbirû dimîne. Malbata wê ji neçariyê cih û warê xwe dihele û berê xwe didin Herêma Federal a Kurdistanê. Ji bo Hezar û malbata wê jiyanek din dest pê dike.
 
Hezar wiha behsa serpêhatiya xwe ya destpêka penabartiyê kir: "Li bakurê Kurdistanê ji ber zilm û zordariyê bi hezaran gund di salên 90'î de hatine valakirin. Yek ji wan gundan ji gundê me Nerexê ya Şirnexê bû. Zilm û zordariya ku di salên 90'î de li hemberî gundê me hat kirin nayê gotin. Her roj dijmin bi ser gund de digirt. Zilamên gund kom dikirin û dibirin û bi rojan îşkence li wan dikirin. Xalê min ji di wan salan de birin û bi îşkenceyê qetil kirin. Bavê min ji bi dehan caran hat girtin û bi mehan îşkence lê hat kirin. Di sala 1992’yan de bavê min ji zindanê derket. Êdî bi tu şêweyê li gund jiyan nedibû. Herî dawiyê gundê me vala kirin. Îcar rêwitiya malbata me ber bi başûrê Kurdistanê ve dest pê kir. Em bi hêviya ku dê me ji zilma tirkan biparêzin em hatin lê..."
 
'Rêwitiya ber bi Başûr ve...'
 
Hezar hest û ramanê xwe ya hatina li Herêma Federal a Kurdistanê wiha anî ziman: "Dema em ji gund derketin û me berê xwe da başûrê Kurdistanê me got em xwişk û birayên hev in. Çawa me di salên 80'î de gelê Başûr li hemberî zilmê parast, me digot dê li vir jî parastina me bikin. Vê demê tenê malbata me hat li herêma Derkala Zaxoyê bi cih bûn. Cend malbatên din jî hebûn lê em ji hevdû dûr bûn. Li wir ji ber ku cih tunebû em di dibistanekê de bi cih bûn. Dibistan ji aliyê gundiyan we wek cihê sewalan dihat bikaranîn. Me ev der paqij kir û em tede bi cih bûn. Nêzikatiya şêniyên li vir li hemberî me nebaş bû." 
 
'Kes bi hewara me ve ne hat'
 
Hezar di 6 saliya xwe de bavê xwe winda dike û wiha qala qetilkirina bavê xwe dike: "Ez 6 salî bûm. Zivistan bû û hewayeke pir sar hebû. Vê şevê helîkopterên dewleta tirk digeriyan û li nezî mala me danî. Lê me nezanî ku ji bo me hatine... Ew çend roj bû bavê min ne dihat malê. Lê vê êvarê li malê bû û em bi hev re bûn. Min cihê xwe li cem bavê xwe danî û ez li cem wî razam. Li derve deng dihat dengê çekan dihat. Bavê min derket derve û piştî 15 deqiyan şûnde vegeriya û got 'Tiştek nîne'. Piştre dayika min derket û bi derketina dayika min re kesek ket hindir û hinek kesên din jî li dervê li ber pacê rawestiyan. Hin kesên din ên bi kamufile ketin hundûr û ser serê bavê min sekinin... Li ber çavê min şarjorek li ser bavê min de valakirin... Ez nizanim em çi qas dem wisa li cem cenazeyê bavê xwe man nayê bîra min... Ciranên me yên derdorê dûr bûn her wiha xelkên wê herêmê bûn. Lê belê kes bi hewara me ve nehat." 
 
'Hevkariya PDK'ê bû sedema ku zarok bê bav bimînin'
 
Bavê Hezarê li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê bi destê MÎT'ê ve hat qetilkirin. Ev qetilkirina ku bi hevkariya PDK'ê ve li ser axa Herêma Fedaral a Kurdistanê hatî kirin ne yekem bû û ne jî bû ya dawiyê. Hezar mijar wiha nirxand: "Hikûmeta PDK’ê bi taybet jî mala Barzanî bi salane bi Dewleta Tirk û MÎT'ê re li ser esasê berjewendiyan hevkariyê dike. Axa başûr difiroşin Dewleta Tirk. Ev hevkarî dibe sedem ku bi sedan zarok wekî min bê bav biminîn. Lê êdî ev hevkariya wê ji aliyê zarokekê biçûk ve ji tê zanîn. Her kes di ferqa îxanetê de ye. Ev hevkariya mala Barzanî vê PDK’ê ber bi tunebûnê ve bibe lê ne di ferqê de ye.”