Suham Şengalî: Bi lêkirina dîwaran nikarin gelan ji hevdû qut bikin

  • 10:14 20 Nîsan 2022
  • Rojane
ŞENGAL - Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî, diyar kir ku armaca dîwar lêkirinê tê wateya qehîmkirina sînorên netew dewletan û got: "Sînorên di navbera Îran û Tirkiyê, Sûriye û Tirkiye, Iraq û Sûrî de sînor bi danîna dîwaran tê kahîmkirin. Armanc dikin ku emrê xwe dirêj bikin. Li piştperdeyan planan dikin û hedefan diyar dikin û nakokiyan diafirînin."
 
Her çend Hevpeymana 9'ê Cotmehê di navbera Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de hatibe îmzekirin jî li pişt vê peymanê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê (DYA), Dewleta Tirk û her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hebû. Peyman di bin çavdêriya Nûnera Taybet a Iraqê ya NY’ê Jeanine Hennis Plasschaert de hate îmze kirin. Ev peyman ne tenê di navbera Bexda û Hewlêrê de bû, gelek navendên siyasî yên cîhanê di amadekirina vê peymanê de rol lîstinbûn û yek bi yek plansaziya xwe xistin dewrê. Aliyek êriş kirin, aliyek jî dîwar tanîn di navbera Rojava û Şengalê li ser Şengalê ev peyman hat ferzkirin.
 
Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Suham Şengalî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser polîtîkayên li hemberî Şengalê. 
 
'Gelên Rojava hembeza xwe ji êzidayan re vekirin'
 
Suham, da zanîn ku hikûmeta Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarek datîne û ev mijar demeke di rojeva raya giştî û çapemeniyê de bû. Suham, wiha axivî: "Bê guman armanceke avakirina dîwar heye. Çend sînorên dewletan bi Peymana Lozanê hatiye çêkirin jî dîsa jî nekarîne dostaniya di navbera Şengal û Rojava de qut bikin. Mirov dikare fermana 3’ye tebaxa 2014’an wek mînak  bide. Xelkê me yê Rojava  hawara êzdiyan ve hatin. Ev tişt bi saya koridora ku di navbera Şengal û Rojava de hatî vekirin pêk hat. Ji hêla HPG, YJA-STAR, YPG, YPJ’ê û gelên Rojava ve hat vekirin. Xelkên gund û bajarên Rojava hembeza xwe ji civaka Êzidî re vekirin. Nokteya herî esasî jî, avakirina sînoran a ji hêla netew-dewletan nekarin têkiliya di navbera  gelên herî qedîm ên li ser vê axê qut bikin. Li seranserê sînor dîwar hatiye danîn û li ser dîwaran jî têl hatiye danîn. Her wiha bi dehan baregehên Arteşa Iraqê hatiye zêdekirin."
 
'Li piştperdeyan planan dikin û hedefan diyar dikin'
 
Suham, da zanîn ku li ser hilbijartina giştî ya Iraqê re salek derbas bû, lê heta îro jî hikûmetek nehatiya avakirin û wiha bi lêv kir: "Hêj serokkomar ne diyar e. Kî van pêngavan davêje û kî biryaran dide li ser navê Iraqê ne diyar e. Hikûmet nikare xwe ava bike û biryarên wisa sîyasî tên dayîn. Dîwar danîna di navbera Rojava û Şengalê xalekî ji hevpeymana 9’ê Cotmehê ye. Ev hevpeyman ji hêla Amerîka, Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta Kazimî bû. Ji raya giştî re wek Arteşa Iraqê diwar çêdike tê ragihandin. Kesên ku hevpeyman îmzekirine, di pişt perdeyan planan dikin û hedefan diyar dikin. Destê wan di çêkirina diwêr de heye."
 
'Nakokiyan diafirînin'
 
Suham Şengalî, wiha bal kişand ser armanca dîwar tanînê: "Armancek din a avakirina dîwar ev ê ku dostaniya di nabera ereb, kurd û êzidiyan qût bikin û gundan ji hevdû qût bikin. Dijminatiya ku berê ya di nava gelan de carek din zindî bikin. Piştî lêkirina diwar çend bûyerên bi vî rengî di navbera ereb û ezîdiyan de derketin holê û wek nakokî nîşandan. Di bûyeran de çend ciwanên êzidî hatine girtin, çend ciwanên ereb hatin kuştin. Bi vî bûyerê xwestin nakokiyan di navbera wan de derxin û dijminatiyê pêş bixin. Bi zanetî dijminatiya ereb û êzidiyan tê kirin. Di rastiya xwe de tu carî gel nebûne dijminê hevdû. Dijminatî ji hêla  netew-dewletê ve tê derxistin."
 
'DAIŞ'ê ku li Iraqê dijîn êriş kirin'
 
Suham, destnîşan kir ku mijarek din jî dorpêçkirin e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Mijara din jî dorpêçkirina Şengalê ye. Iraq bi hinceta ku hidudên xwe diyar dike û ji DAIŞ’ê diparêze vî tiştî dike.  Lê belê me di fermanê de dît ku DAIŞ êrişê sînorên Iraqê kir, DAIŞ’î ku li Iraqê heyî êrişê Şengalê kir. Ji ber derbasî Sûrî bû û êrişê Rojava kir. DAIŞ’î yên ku di fermanê de cih girti îro li Iraqê dijîn. Nehatine darizandin. Ev bixwe malbatê xwe ji wargeha Holê derbasî Iraqê dikin, ligel xeteriyan jî hewldanek wisa heye. Iraq dorpêçkirina Şengalê wek parastina sînor nişan dide lê belê ev tişt hincetek e. Armanc dorpêçkirin û rê li ber vekirina fermanek din e. Ji bo êzidiyan cihek aram neyê hiştin." 
 
'Iraq jî dikare ji netewa demokratîk sûdê bigire'
 
Suham, wiha qala pergala ku li Şengalê hatî avakirin kir: "Tişta derket holê ew e ku mûameret hemû vala bên derxistin. Fikra ku di vir de hatiye avakirin fikrekî li ser netewa demokratîk e. Hemû gelan bi vîn û nasnameyan wan tên naskirin. Gel êdî vê qebûl kiriye. Bi vê şewazê bi hev re dijîn. Armanc êrîşeke li dijî vê pergalê ye. Her wiha em niha dibînin ku li Iraqê hikûmet jî nayê avakirin. Hikûmet ji bo çi nayê avakirin? Gel êdî desthilatdariyê heyî qebûl nake. Bi rastî niha Iraq dikare ji projeya netewa demokratî û ji rêvebiriya xweser sûdê bigire. Hezên parastinê û rêvebiriya xweser ne bi tenê ji bo êzidiyan e, ji bo hemû neteweyên ku li ser vê axê dijîn e. Lê belê vî tiştî naxwazin û bi dorpêçkirina Şengalê û êrişan dixwazin pegala li vir heyî têk bibin. Êzidiyên ku ji fermanê xilas bûne dixwazin bi vê fermanê bi encam bikin."
 
'Bi dîwaran pergala xwe diparêzin'
 
Suham, diyar kir ku niha dixwazin carek din sînoran wek berê bihêlin û got: "Gelek tê behskirin ku heger îhtîmala ku dema Peymana Lozanê biqede, ev sînor êdî bên rakirin. Lê tişta ku xûya dike sînor hîn bêhtir tên xûrtkirin. Ji ber ku eynî bi vê şêwazê bi ser rojhilatê Kurdistanê, bakurê Kurdistanê, di navbera Îran û Tirkiyê û di navbera Sûriye û Tirkiyê de, di navbera Sûrî û Iraqê de di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de bi heman awayî hidûd tên çêkirin. Tişta ku xuya dike ev hidûd hîn zêde kahîm bikin ku ji bo bikaribin xwedî li dewlet û pergala xwe derkevin û emrê xwe dirêj bikin. Bi taybetî jî Iraq bêtir sînorên xwe qahîm dike. Lê wekî me di serî de got ev çêkirina vê dîwarê jî xalek ji xalên hevpeymanê ye."
 
‘Başûr hatiye dagirkirin’
 
Suham, di axaftina xwe de jî li ser polîtîkayên PDK'ê rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ya herî esasî jî yên ku niha bêdengmayî û planê vê yekê çêdike li dijî Şengalê yek jî ji van jî sereke PDK û Dewleta Tirkiyê ye. Başûrê Kurdistanê hemû di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de ye. Cihê ku di esasê xwe de PDK lê ye, Tirkiye jî li wir e. Dewleta Tirk dixwaze bi planek wisa carekedin PDK’ê bixe nava Şengalê. Bi PDK’ê rê dê xwe jî bikeve nava Şengalê."
 
‘Lîstok û planên qirêj hene’ 
 
Suham, ligel êriş, ambargo û dîwar tanînê bal kişand ser helwesa gel û got: "Li beramberê vê yekê jî em dibînin noqteyek herî esasî jî ne bi tenê êzidî û gelê heremê yê Şengalê beramberî vê yekê helwest nîşan bidin. Ji ber ev planekî xetereyî li ser hemû netewên ku li vir dijîn e. Ji ber vê yekê jî plan bi qasî tê şîrove kirin ji wê mezintir e. Ji ber ku di bin re gelek aliyên ku bi rastî jî lîstok û planên gelek qirêj didine meşandin hene.”
 
‘Helwesta gel  zelal e’ 
 
Suham di axaftina xwe de ser helwesta gel rawestiya û wiha axivî: “ Niha helwestên milet li beramberê vê yekê helwestekî bi zaniste. Çawa ew bi xwe planên dorpêçkirinê, planên ji bo dorpêçkirina gelan bi hevdû re ye, lê bersiva herî xurt di esasê xwe de ev plan vala bê derxistin. Heta niha miletê êzîdî û miletê erep nehatin wê lîstokê. Bi hev re carekedin pergalên xwe hîn bêhtir xûrtir dikin. Meş û çalakiyên li dijî hidûqê ev gelek zelal xuya bû.”
 
‘Gel her tim di nav parastinê de ne' 
 
Suham, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li dijî parçebûnê ne. Bang û helwestek bi hevre jiyankirinê dixwazin li ser esas û bingehê netewa demokratîk. Li ser vê esasê çixwasî êrîş û plan hebin, lê beramberê vê jî gel di nava tedbîrên xwe parastinê de ne. Ya herî esas jî ew e ku nehêlibin bi avakirina hidûd ve bigihîjin armancên xwe. Helwestek herî esasî jî bi taybetî weke jin em dibînin yê herî zêde beramberî avakirina hidûd û li dijî dorpêçkirina Şengalê, yê ku em dibînin xetere li ser civakê û di hemû fermanan de jin dibin qûrban. Ya herî esasî jî wek jin bi pêşengî ji civaka xwe re bikaribin ev planên heyî jî vala derbixin.